Aynur Bozkurt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Aynur Bozkurt
Jidayikbûn1ê gulana 1971ê (52 salî)
EsilKurd
HevwelatîBelçîka
PerwerdeZanîngeha Marmarayê
PîşeMamoste, Wergêr, Rojnamevan
Salên çalak1992–niha
Xebatên navdarKesandina Lêkerên Kurmancî - Conjugation of the Kurdish Verbs
Malperzarokname li ser youtube
biguhêreBelge

Aynur Bozkurt (jdb. 1ê gulana 1971an, Amed (Bakurê Kurdistanê)) mamoste, wergêr û rojnamevaneke kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê wê ji Mêrdînê, diya wê ji Amedê ye. Piştî xwendin û mamostetiya li ser zimanên bernamekirina komputerê li Amedê, Aynur Bozkurt ji destpêka sala 1992yan şûn ve li Stembolê, di rojnameya hefteyî ya kurdî Welat, rojnameya hefteyî Welatê Me û di rojnameya hefteyî Azadiya Welat de xebatên rojnamevaniyê kir.

Ew her wiha bû xwediya rojnameya Welatê Me ku bi qasî salekê weşana xwe domand, bi temamî sê doz lê hatin vekirin û cezayên pereyê li wê hatin birrîn. Wê jî mîna hin rojnamevan û nivîskarên wê demê, parastina xwe û ya rojnameyê bi kurdî dikir ji bo danpejirandina hebûna kurdî di dadgehan de, ji ber ku zimanê kurdî wekî "zimanekî ku nayê zanîn" dihat qeydkirin ji aliyê dozger û dadgeran ve.

Aynur Bozkurt xebatên xwe yên li rojnameyên kurdî heta dawiya 1996an domand, ji sala 1997an şûn ve jî, li Stembolê, li zanîngeha Marmarayê dest bi xwendina mamostetiya fransizî kir.

Ligel lêkolîn û xebatên li ser kurdî, wê herwiha dest bi dersdayîna kurdî jî kir. Piştî bidestxistina dîplomeya xwe ya mamostetiya fransizî, ew di sala 2003yan de li Belçîkayê bi cih bû.

Ji xeynî pêkanîna karê dersdayîna kurdî û wergera nivîskî-devkî ya sondxwarî ji bo zimanên fransizî-tirkî-kurdî, Aynur Bozkurt herwiha li Belçîkayê dersa fransizî jî dide mirovên ne xwende û kêm xwende bi pedagojiya Paulo Freire û metoda komunîkasyonê ya Marshall Rosenberg.

Berhemên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji sala 2003yan şûn ve, gelek dokumanter, xêzefîlm (52 beşên xêzefîlma Lucky Luke)[1] û nivîsên civakî û polîtîk[2] ji fransizî wergerandin ser zimanê kurdî ji televizyon û rojnameyan re.

Herwiha ji bo zarokan jî hin berhemên pedagojîk û wêjeyî amade kirin û weşandin di televizyon, radyo û înternetê de.[3] Çend ji wan berheman hê jî li ser YouTube, li ser rûpela Zaroknameyê tên weşandin.[4]

Dawiya sala 2008an, piştî xebata bi deh salan (navbera 1998 û 2008), pirtûka wê ya li ser lêkerên kurmancî Kesandina Lêkerên Kurmancî - Conjugaison des verbes kurdes (kurmandji) - Conjugation of the kurdish verbs (kurmanji)[5] ji aliyê weşanxaneya Dozê ve li Stembolê hat çapkirin.[6]

Aynur Bozkurt duyem pirtûka xwe dîsa li ser lêkerên kurmancî lê bi metodeke cudatir nivîsî, lê belê ew li bendê ye ku Kurdistaneke azad ava bibe ji bo çapkirina wê pirtûkê û xebatên xwe yên din. Ji ber ku beşa bingehîn a pirtûka wê ya yekemîn, ji aliyê kurdekî ve bi dizî hatiye kopîkirin û wî kesî piştî guherandina navê hin tîp û demên lêkeran pirtûk li ser navê xwe weşandiye.[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Lucky Luke kurdî 3 (bi îngilîzî), roja gihiştinê 5 nîsan 2021
  2. ^ "Le Monde Diplomatique Kurdî'nin Yeni Sayısı Çıktı". www.zazaki.net. Roja gihiştinê 5 nîsan 2021.
  3. ^ ZA (2 gulan 2010). "Malpera "ZAROKNAME" vebû". Bloga Zinar Ala (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 nîsan 2021.
  4. ^ "Zarokname - YouTube". www.youtube.com. Roja gihiştinê 4 nîsan 2021.
  5. ^ "Facebook". www.facebook.com. Roja gihiştinê 4 nîsan 2021.
  6. ^ ZA (1 sibat 2009). "Yekemîn Pirtûka "Kesandina Lêkerên Kurmancî" ya Aynur Bozkurt derket". Bloga Zinar Ala (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 nîsan 2021.