Azad (rapvan)
Azad | |
---|---|
Navê rastî | Azad Azadpûr |
Jidayikbûn | 24 çiriya paşîn 1973 |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Almanya |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Azad (jdb. 24ê çiriya paşîn a 1973an li Sine, Rojhilatê Kurdistanê) bi navê Azad Azadpûr ji dayîk bûye. Azad rapvanekî elmane, kû bi eslê xwe Kurd e. Azad navê "Der Bozz“ jî bernav dibê. Berê bernavê wî yê hûnermendî "Azazîn" bû. Azad li Frankfurt am Main nêzî Ginnheim dijî.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Azad weke kurdekê penaber bi malbata xwere hate Almanyayê. Di sala 1984an da cara yekem têkiliya wî bi çanda Hip-Hopê re çêbû. Têkiliyên Azad bi her çar şaxên çanda Hip Hop'pê çêbûn. Pêşî bi Breakdanceêre, paşê pêşketinên wî di şaxê Graffitiyêde, di şaxê Rap'pêde û di şaxê Beatboxing'gêde çêbûn. Herwiha di prodûsiyona muzîkêde jî pêşketinên wî çêbûn. Ligel A-Bomb, Combad û D-Flamedi sala 1988an da koma Cold-N-Locco damezrand, kû di 1990 bi navê Asiatic Warriors hat gûhartin. Kom bi bi stranê xwe yên as/req, kû bi zimanê elmanî-, ingilîzî- û kurdiyê rap'pê digotin zû li heremê hat naskirin. Sala 1994 komê berhemek bi navê „Told Ya!“ weşand, û bi vê gavê kom li derveyî herema xwe jî hat naskirin. Di nav salên derbasbûyîde cûdabûn mezin ketin navbera hûnermendande, û bi vî awayî kom Xerabû. Sala 1999 Azad peymanek bi produksiyona 3P ango Pelham Power Productionsre şanenav kir.
Pêşveçûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bi derxistina sîngila Napalm di sala 2000 Azad vegera xwe ya li ser sehnê parast.
- Di sala 2001an de, Azad berhema solo xwe ya yekemîn bi navê ”Leben” (Jiyan) pêşkeş kir. Azad berhema xwe, komple bi serê xwe amade kir û ciyê xwe li hûnera hiphopa elman girt.
- Sala 2003an de Azad berheme xwe ya duyem bi navê, Faust des Nordwestens (kûlma bakûrrojava) weşand.
- Sala 2004an de Azad weşanxana bi navê ”Bozz Music” damezrand. Di bin peymana Bozz Musicê de hûnermendên weke grûpa Warheit (Sezai, Jeyz, Chaker û Azad bixwe), rapperê Jonesmann, Yassir û Sti hebûn. Di heman salêde, skandalek li Hip-Hop-Opena Stuttgart çêbû. Piştî pevçûna Azad bi Rappere Sidore (kû gotinnên giran derheqê dayîka Azadde gotibûn), sivik birîndar bû. Ev cara yekemîn bû kû di dîroka Hip Hopa elmande (Ser-erdî - Overground), pevçûnek bi wî awayî çêbûbû. Vê bûyerê, gelekî bala çapemeniyê kişand ser xwe, û navê Azad li gelek derande derbas bû. Di heman salêde Azad berhemek nû bi navê ”Der Bozz” (Serdar) berhev kir û weşand. Berhemê cihe xwe di nav Top-10hêde li charta elmanîde girt.
- Sala 2005an Azad serkeftinek mezin bi berhama ”One” (Yek) a kû ligel rapvanê Kool Savasre bi dest xist. Bi vê berhemê, wan cihe xwe li Top-5ca charta elmanîde girt.
- Sala 2006an de Azad berhemek bi navê ”Game over” (lehîstok xilas) weşand. Bi vê berhemê Azad kete rêza 8emîn li charta elmanî.
- Sala 2007an de Azad bi strana “Ich Glaub An Dich” (baweriya min bi te heye) kû marşa rêzefîlma RTL Prison Break, ligel Adel Tawil, kete rêza yekemîn li charta sîngilen elmande. Bi vê serkeftina mezin Azad statûsa zêr sitand. Ev singila wî xwe 150.000 carî firoşt. Azad bû yekemîn rapvanê elman kû gihiştî vê amancê. Di heman salêde, Azad berhemek bi nave “Blockschrift” (nivîsîna gir) weşand.
- Di sala 2009an de, Azad berhema "Azphalt Inferno" (azfalt inferno) weşand û herwiha pêşnûmeyên (proje) xweyê nû jî ji bo sala 2009 diyar kir.
Azad û Kurdayetî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Azad qet eslê xwe mandel (înkar) nekiriye û her dem bi Kurdbûyîna xwe, bi awayekê serbilind xwe pêşwazî kiriye. Herwiha Azad yekemîn rapvanê kurdî ye. Di sala 1994an Azad di strana "Life's a fight" (Jiyan şere) di berhama "Told Ya!"'de bi zaravê soranî strand. Di salên pêş jî çend caran qala Kurdbûyîna xwe di berhemên xwe yên cûrbecûr kir. Di sala 2001an di berhama "Leben" (Jiyan) ligel hozan Nasir Rezazî stranek bi navê "Freiheit" (Azadî) çêkir. Di heman salê Azad beşdarî festîvala peytexta Kurdistanê Amedê jî bû, û ligel dengbêjekî amediyê kal, çend stran bi hevre gotin. Di sala 2006an di berhama "Game Over" (Leyîstok Xilas) vêcarê ligel hozan mezin Şivan Perwer'e stranek bi navê "Stadtfalke" (Bazê bajar) çêkir. Di hevpeyvînên xwe jî Azad her dem dibêjê kû ew ji erka (rol) xwe hişyarê di wata di Kurdîtiyê ji bo ciwanên Kurdan 1.
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Albûm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Albûm |
---|---|
2001 | Leben |
2003 | Faust des NordWestens |
2004 | Der Bozz |
2006 | Game Over |
2007 | Blockschrift |
2009 | Assassin |
2012 | Nebel |
2016 | Leben II |
Albûmên Mix (Tevlîhev)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Albûm |
---|---|
2003 | Faust Des Nordwestens Tour Tape |
2006 | Der Bozz (Sti Remix) |
2009 | Azphalt Inferno I |
2010 | Azphalt Inferno II |
Albûmên Ligel Komê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Albûm | Kom | Endam |
---|---|---|---|
1994 | Told Ya | Asiatic Wariors | Azad, D-Flame, Combad, A-Bomb |
1997 | Strength | Asiatic Wariors | Azad, D-Flame, Combad, A-Bomb |
2003 | Mix Tape | Warheit | Azad, Jeyz, Sezai, Chakar |
2005 | One | ONE | Azad, Kool Savas |
2007 | Betonklassik | Warheit | Azad, Jeyz, Sezai, Chakar |
Sîngil
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Sernav | Ligel |
---|---|---|
2000 | Napalm | |
2001 | Gegen den Strom | |
2001 | Leben | |
2003 | A | |
2004 | Phoenix | |
2004 | Kopf Hoch | Jonesmann |
2006 | Alarm | |
2006 | Eines Tages | Cassandra Steen |
2007 | Ich Glaub An Dich | Adil Tawil |
2008 | Alles Lügen/Ghettobass | |
2008 | Zeit zu Verstehen | Gentlemann |
2009 | Liberation Time | Capleton |
2009 | Klagelied/Wie Lang | Tino Oac |
2010 | Fuck Tha Police | Godsilla & Navigator |
2010 | Fly Away/Immer Wenn Es Regnet | Kool Savas |
Sîngilên Ligel Komê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Sernav | Kom | Endam |
---|---|---|---|
2005 | Monstershit | ONE | Azad, Kool Savas |
2005 | All 4 One | ONE | Azad, Kool Savas |
2005 | Guck My Man | ONE | Azad, Kool Savas |
2007 | Hölle auf Erden | Warheit | Azad, Jeyz, Sezai, Chakar |
Mêhvan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 2005 - Signal (J-Luv feat. Azad)
- 2005 - Locked Up (Akon feat. Azad)
- 2006 - 2 Kaiser (Seryoga feat. Azad)
- 2008 - On Top (Kool Savas feat. Azad)
- 2010 - Immer wenn ich Rhyme (Kool Savas feat. Azad, Olli Banjo & Moe Mitchel)
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Malpêra Azad a fermî Girêdana arşîvê 2020-08-15 li ser Wayback Machine
- 1Hevpeyvîn ligel Azad li ser Kurdîtiyê