Nasir Rezazî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nasir Rezazî
Image dans Infobox.
Nasir Rezazî, 2018
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Stranbêj, hunermenda/ê tomargehêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Zarok
Partiya siyasî

Nasir Rezazî (bi soranî: ناسر ڕەزازی, Nasir Razazi‎) di 21ê hezîrana 1955an de li parêzgeha Kurdistanê (Rojhilatê Kurdistanê (Îran)) li bajarê Sineyê ji dayik bû. Navê bavê wî Salih e. Ew yek ji mezintirîn û navdartirîn stranbêj û helbestvanên kurd e ku bi giş zaravayên kurdî stranan xwendiye û li her çar parçeyên Kurdistanê stran û goranî gotine.

Gava ku li Îranê Komara Îslamî serketibû Nasir Rezazî çûye nav partiya Komeleyê û pêşmerge bû. Paşan ew çûye welatê Swêdê û karê xwe yê hunerî li wêderê bedewam dikir. Zaweca wî Merziye Ferîqî bû ku ew jî stranbêjeke navdar bû. Paş rizgariya Iraqê Nasir Rezazî dizivire Başûrê Kurdistanê. Niha li bajarê Dokanê rûnîştiye û karê hunerî yê xwe bedewam dike.

Rezazî yek ji damezrînerên kanala MedTV bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]