Azam Ali

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Azam Ali
Azam Aliafgerad
Azam Ali digel koma Niyaz li ser dikê, li Cafe du Nord, San Francisco (11ê adara 2007an)
Jînenîgarî
Jidayikbûn1970
Tehran, Îran)
Cureyê muzîkêRock
New Age (muzîk)
World music (muzîka cîhanî)
Muzîka Sufiyan
PîşeSolîst
AmûrDef, tembûr, santûr, zîl, bendîr
MalperAzam Ali
biguhêreBelge

Azam Ali (bi farisî: ‏اعظم علی‎, Azam Alî) stranbêjeke îranî ye ku di 1970î de li Tehranê (Îran) ji dayika xwe bûye û nuha li Kanadayê dijî[çavkanî hewce ye].

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Azam Alî li Tehranê paytexta Îranê ji dayik bû, lê bi çar saliya xwe malabata wê koçî Hindistanê bû. Lewra wê umrê xwe yê ciwantiyê li herêma Maharastra li bajarê Pancganî (Panchgani) derbas kir. Wê li wir dibistana xwe dît û piştî 11 salan qedand. Ji ber bandora çand û hunera zelal a hindî ew biryar dide ku piştî dibistana xwe ya bingehîn derbasî zaningehê bibe û beşa Muzîka Hindî bixwîne. Di çarçoveya pewerdehiya zaningehê de bala wê ya ji huner û ruhaniyetê her ku diçe meztir dibe. Lewra ew dixwaze bi alîkariya hunerê ji guhdarvanan re rêyek nîşan bide bo qezenckirinên manewî.

Şoreşa Îslamî ya Îranê jiyana wê û ya hemwelatên wê bi tevahî diguhêrîne. Êdî ew û malbata wê dizanin ku ewê nikaribin vegerin welatê xwe. Digel vê rastebîniyê dayika wê di sala 1985an de biryar dide ku tev malbatê koçî Kalîforniya (DYA) bikin. Di wê demê de Azam hê keçeke 15 salî ye. Ji vê rojê pê ve ew jiyana xwe diyarî hunerê dike û fêrî santûrê dibe, bo ku karibe xebatên xwe yên li ser muzîka farisî û hindî firehtir bike. Bi vî havî Azam, ya ku heta neha bi xwendina kilaman xwe dabû hunerê, êdî dest bi leystina enstrumanên çandî yên oryantal dike û bi alîkariya mamosteyê farisî Manoocher Sadeghi giraniyê dide santûrê. Mamoste Sadeghi 8 sal perwerdehiya santûrê dide Azam Alî, lê Azam êdî fehm dike ku ew nikare tenê bi rêya santûrê hemû hestên xwe bîne ziman.

Rojek di dema waneyê de mamoste cara ewil guhdarî dengê wê dike û wiha rastî potansiyela dengê Azam dibe. Sadeghi dixwaze ku bila Azam êdî girainyê bide dengê xwe jî. Bi pêşniyariya mamoste Sadeghi Azam hewl dide dengê xwe binase. Azam êdî perwerdehiya strankirinê distînê û wiha xwe di kilamgotina klasîk, hindî, farisî û Ewropaya Rojhilat xwe pêş dixe. Armanca Azam ev e ku bila mirov bi rêya stranan hemû sînorên ol, ziman, erdnigarî û siyasetê derbas bike û nêzî hev bibe, ji ber ku ew dengê mirovan weke enstrumaneke pîroz û xurt dibîne.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Solo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2002 - Portals of Grace (Deriyên Merhametê)
  • 2006 - Elysium for the Brave (Bextyarî ji şervanê re)
  • 2007 - "300"
  • 2011 - From Night to the Edge of Day (Ji şevê heta berbanga rojê)

Digel Vas[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1997 - Sunyata
  • 1998 - Offerings (Cangorî)
  • 2000 - In the garden of Souls (Bi bexçeya canan de)
  • 2004 - Feast of Silence (Pîrozbahiya bêdengiyê)

Digel Niyaz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2005 - Niyaz
  • 2008 - Nine Heavens (Neh ezman)

Duet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]