Bêwar Brahîm
Xuyakirin
(Ji Bêwar Îbrahîm hat beralîkirin)
Bêwar Brahîm | |
---|---|
Jidayikbûn | 1973 Girbawî, yê nêzîkî Qamişlo,Rojavayê Kurdistanê |
Pîşe | Nivîskar , helbestvan |
Netewe | Kurd |
biguhêre |
Bêwar Brahîm nivîskar û helbestvaneke kurd e, bi kurdî û erebî dinivîsêne.
Bêwar Brahîm di sala 1973 an de li gundê Girbawî, yê nêzîkî Qamişlo hatiye ser rûyê dinyayê. Berhemên wê di piraniya kovar û rojnameyên kurdistanî de hatine weşandi,ji piçûkanî ve meyla wê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ve hebû, di destpêkê de dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û piştre dîwanên Cegerxwîn xwendine û bandora wan di mêjiyê wê de hatiye çandin. Di her deh salên dawî de gelek caran bi Seydayê Tîrêj re giftûgo kirine û jê fêrî hûnandina helbestên klasîk bûye, lê helbestên xwe yên kilasîk çapnekirin û di van salên dawîn de bêhtir berê xwe da nivîsandina pexşan û gotaran.
Berhemên çapkirî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- evînê bibûre tu bê wateyî; helbest bi zimanê erebî, Şam 1999 (Asife eyûhe elhub leyse leke meena)
- Nameyek ji bo qederê; helbest bi zimanê kurdî, Şam 2001
- Payîzokine çavşil ji dilê xewnê Roman bi zimanê kurdî, Amed 2014, ji weşanên Lîs ê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- http://www.gavle.to/~zagros/dost/bewar.htm Girêdana arşîvê 2004-10-11 li ser Wayback Machine
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |