Balaban
Balaban | |
---|---|
![]() | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Falconiformes |
Famîle: | Falconidae |
Cins: | Falco |
Binecins: | (Hierofalco) |
Cure: | F. cherrug |
Navê zanistî yê latînî | |
Falco cherrug Gray, 1834 | |
![]() | |
Belavbûna balabanan | |
Hevwate | |
Falco altaicus (Menzbier, 1891) |
Balaban (Falco cherrug) û (bi îngilîzî: Saker falcon), cureyekî şimqaran (Falco) e.
Bêjenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Beşa duyemîn ji navê zanistî yê latînî (cherrug), ji zimanê hindî hatiye ku wateya wê charg ser balabanê mê ye.[2] Lê navê nas ê balabanê bi îngilîzî Saker ji bêjeya saqir (صقر) ya erebî hatiye û ku wateya wê (şimqar) e.[3]
Belavbûna erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Belavbûna balaban ji rojhilata Ewropayê destpê dike û bi Asyayê derbas dibe bi aliyê rojhilatê ta Manşûrya li Çînê diqede. Balaban, balindeyek e koçer ku li Etiyopya, Erebistan û Pakistanê di demê zivistanê dijî ye.
Şayes û reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Balaban, şimqarekî mezin e û ji laçin (Falco biarmicus) mestir e. Dirêjiya balabanê qasî 47–55 cm û tevî baskan, digihîje 105–129 cm . Rengê ser û beşên jêr qehweyî vekirî ye. Rengê ser zikê balabanê qehweyî ye û rengê pûrtên wê gewr in. Dengê balabanê tûj e wekî kiy-ee tê bihîstin.
Xwarin û Parêzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Xwarina balabanê bi gelemperî ji kojer û balindeyan çêdibe.
Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
-
Hêk
-
Balabankê girtî
-
Balabankê girtî
-
Balabankê girtî
-
Balabankê girtî
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ BirdLife International (2012). "Falco cherrug". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja wergirtinê: 16 tîrmeh 2012.
{{cite web}}
: Invalid|ref=harv
(alîkarî) - ↑ Jobling, James A (1991). A Dictionary of Scientific Bird Names. OUP. ISBN 0 19 854634 3.
- ↑ "Definition of saker". Collins English Dictionary. Roja wergirtinê: 8 tebax 2012.
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]


- BirdLife International Species Factsheet Girêdana arşîvê 2008-11-23 li ser Wayback Machine
- Southeast Europe Saker falcon Network Girêdana arşîvê 2021-02-27 li ser Wayback Machine
- Live 24hr view of a Saker Falcon nest Girêdana arşîvê 2013-07-07 li ser Wayback Machine