Here naverokê

Balafirgeha Amsterdam Schiphol

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Balafirgeha Amsterdam Schiphol
  • Balafirgeha navneteweyî
  • commercial traffic aerodrome
  • cadastral populated place in the Netherlands Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Balafirgeha Amsterdam Schiphol
52°18′29″Bk 4°45′51″Rh / 52.3081°Bk 4.7642°Rh / 52.3081; 4.7642
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletHolenda Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Pêk tê ji
  • Buitenveldertbaan
  • Kaagbaan
  • Zwanenburgbaan
  • Polderbaan
  • Oostbaan
  • Aalsmeerbaan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bilindahî
  • −3 metre Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda postayê1117, 1118 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.schiphol.nl/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Balafirgeha Amsterdam Schiphol (IATA: AMS, ICAO: EHAM), bi nefermî wekî Balafirgeha Schiphol (bi holendî: Luchthaven Schiphol) jî tê zanîn, balafirgeha navneteweyî ya sereke ya Holendayê ye û yek ji navendên sereke yên hevalbendiya balafirgeha SkyTeam e.[1] Balefirgeh 9 kîlometre li başûrê rojavayê Amsterdamê, li şaredariya Haarlemmermeer a li parêzgeha Holenda Bakur hatiye avakirin ku ji aliyê seyrûsefera rêwiyan a navneteweyî ve di sala 2023an de sêyemîn balafirgeha herî qelebalixê cîhanê ye. Di sala 2019an de hema hema bi 72 milyon rêwiyan ve di warê qebareya rêwiyan de sêyemîn balafirgeha herî qelebalix a Ewropayê ye û di warê tevgera balafiran de jî balefirgehê herî qelebalixê Ewropayê ye. Bi salane bi 1,74 milyon ton barkêş li Ewropayê bûye balefirgeha 4em. AMS bi tevahî 6.887 hektar rûerd vedigire.[2] Balafirgeh li ser konsepta yek-termînalê hatiye çêkirin ku bi yek termînalek mezin û di sê salonên derketinê de tê dabeş kirin.

Schiphol ji bo KLM û hevalbendê wê yê herêmî KLM Cityhopper û her weha ji bo Martinair navenda sereke ye. Balafirgeh ji bo Corendon Dutch Airlines, easyJet, Transavia, TUI fly Netherlands û Vueling jî wekî bingehek xebitandinê kar dike.

Schiphol di 16ê îlona 1916an de wekî baregeha hewayî ya leşkerî hatiye vekirin. Dawiya Şerê Cîhanî yê Yekem bû destpêka bikaranîna sivîl a balafirgehê û balafirgeh di dawiyê de rola xwe ya leşkerî bi tevahî winda kir. Di sala 1940an de, Schiphol çar rêyên asfaltkirî yên bi goşeya 45-pileyî hebûn. Balafirgeh di heman salê de ji hêla artêşa alman ve hate girtin û navê Fliegerhorst Schiphol lê hat dayîn. Balafirgeh ji ber bombebaranê hat hilweşandin lê di dawiya şer de, balafirgeh zû ji nû ve hate çêkirin. Di 1949 de, biryar hate girtin ku Schiphol bibe balafirgeha bingehîn a Holendayê. Balafirgeha Schiphol di sala 2020an de wekî Balafirgeha Baştirîn li Ewropaya Rojava hate hilbijartin.[3]

  1. ^ [https://web.archive.org/web/20220615062341/https://m.theindependentbd.com//magazine/details/7145/Amsterdam-%E2%80%93-Venice-of-the-North "Amsterdam � Venice of the North | theindependentbd.com"]. web.archive.org. 15 hezîran 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 hezîran 2022. Roja gihiştinê 29 tebax 2024. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 11 de replacement character heye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Schiphol | All the major facts on Amsterdam Airport Schiphol". Schiphol (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 tebax 2024.
  3. ^ James.Plaisted@skytrax.uk (11 gulan 2020). "The World's Best Airports in 2020 are announced". SKYTRAX (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 tebax 2024.