Baqilê xatûnî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Baqilê xatûnî (Pisum sativum)
Pisum sativum

Baqilê xatûnî, polik, bezelî (Pisum sativum) riwekek ji famîleya baqilan (Fabaceae) ye. Pirranî biharê wekî sebzeyên din ên beragî, nûber tên çandin. Çend cureyên hene. Kulîlkaspî yan di rengê binevşê de ye. Li Kurdistanê kêm be jî çandiniya wê tê kirin. Di kurdî/îraniya kevn de ji cureyekê wê re besîle digotine.

Ji vir 10 hezar sal berê jî dihatiye xwarin. Li bakurê Mezopotamya, Zagrosan belav bûye. Gorî Berthold Laufer di sedsala 3em de derbasê navenda Asyayê. Di zimanê hîtîtî de navê wê gu-tur bûye. Fosîlên wê yên herî kevn li Sûrîyê hatine vedîtin. Cureyên wê yên bejî jî hene û li Kurdistanê jî tên dîtin.

Cureyên wê û navên wan bi kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Baqilê xatûnî ya Bidlîsê, Pisum sativum, speciosum: Ev formeke bejî ye lê ji aliyê mirovan ve tê xwarin û çandiniya wê tê kirin. Bi taybetî li Kurdistan, Îran, Turkmenistan, devedora Deryaya Navîn cihwar e. Di xwarinan de herî pirr ev tê bikaranîn.
  • Polik, Pisum sativum, syriacum: Ev jî formeke bejî ye, bêî çandiniyê jê di xwezayê de gelek tê dîtin. Li Kurdistan, Rojhilata Navîn, Kîpros, Anatoliya, Qefqaz, Îranê di xwezayê de tê dîtin, herwiha çandiniya wê dikin.
  • Bezelî, Pisum sativum, transcaucasicum: Bi taybetî li Qefqazê.
  • Şoqil, Pisum sativum, abyssinicum: Li Yemen, Etiyopya.
  • Nokekesk an baqilê xatûnî ya Rihayê, Pisum sativum, asiaticum: Cureyê herî belavbûyî ev e. Ji Spanya heya rojhilatê Asyayê çandiniya wê tê kirin. Di pêjgeha kurd de baqilê xatûnî û nokekesk bêhtir tên bikaranîn.
  • Polika Mêrgê, (Pisum sativum, arvense: Teze jî tê xwarin, hebên hundir hûrik in. Li Ewropa bo êm û qûtê tê çandin.
  • Polika glover, (Pisum sativum, medullare): Hebên wê hinekê mezin û glover in. Di xwarinan de hebikên wê yên hişkirî tên bikaranîn. Tehma ard (arvan) dide, hin kes xwerû di seleteyan de bikartînin.
  • Bezeliya hişk, di zanistiyê ew jî bi navê (Pisum sativum) tê binakirin. Navekê taybet lê nehatiye kirin. Hebikên wê hindik şîrin û hişk in. Bo xwarinan ne kêrbar e, lewra zû nakele.
  • Polika zadeganan (Pisum sativum, axiphium): Bezeliya herî hezkirî ye. Çandiniya wê dîsa jî kêm e. Hinekê qalikê wê mezin û şîrîn e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Berthold Laufer, Sino-Iranica, rûpel 305

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]