Barak (eşîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Barak
Barak Türkmenleri
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
 Tirkiye: Girgamêş, Bêlqîs, Tilbişar
 Sûrî: Kaniya Dil
Ziman
Bi taybetî tirkî û kurdî
Baweriya dînî
Îslamê sunîtî
Têkildarên komên etnîkî
Tirk

Eşîra Barak an jî Barakî,[1] navê eşîrekî oxizî ye ku bi piranî li rojhilata Anatolyayê dijîn.[2]

Dora behra Aralê wek welatê wan ê heqîqî tê bawerkirin û tê gotin ku di salên 1100î de ew ji welatê xwe koçî Yozgadê, Anatolyayê kirine. Lê ji ber ku di nava wan û dewletê nakokî diqewimin, ew mecbûr dimînin koçî herêma Entab û Rihayê bikin.[3] Di destpêkê de bi giranî xwe li başûrê parêzgeha Entabê di Tilbişarê bi cih kirine. Ev herêm xwe li rojhilata Tilbaşarê heya ava Ferêt, li rojavayê xwe heya çiyayên Nûr, li başûr û başûr-rojavayê xwe jî heya Heleb û deşta Amûqê xwe dirêj dike.[4] Di nava Siltanê Silêman II ê osmanî û barakiyên ku êdi li Entabê diman de dîsa nakokî derdikevin holê û ev yek carek din dibe sirgûnkirina beşeke mezin a êlê: tê gotin ku pirraniya barakiyên Entabê di salên 1690î de berva Reqayê (Sûriyê) ve têne sirgûnkirin.[5]

Îro çend neviyên barakî li Dîlokê li bajarên Îslahiyê, Girgamêş, Bêlqîs û Tilbişar, li Rihayê jî li Bêrecûk (Hobab) û Xelfetiyê hene.[6]

Yek ji beşa herî girîng a çanda barakiyan muzîka barak e (bi tirkî: barak uzun hava) û evya îro wek tarza taybet a vê herêmê tê qebûlkirin.[7]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Artin, Hindoghlu (1838). Dictionnaire abrege turc-francaise (bi fransî). F. Beck.
  2. ^ "Türkmen aşiretleri".[girêdan daimî miriye]
  3. ^ Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 nîsan 2023.
  4. ^ Ritter, Carl (1855). Die Erdkunde im Verhältniß zur Natur und zur Geschichte des Menschen, oder allgemeine, vergleichende Geographie, als sichere Grundlage des Studiums und Unterrichts in physikalischen und historischen Wissenschaften: Neunzehnter Theil Drittes Buch. West-Asien (bi almanî). Reimer.
  5. ^ ayhanaydin.info (bi tirkî) https://web.archive.org/web/20221110120534/https://ayhanaydin.info/soylesiler/bilim-insanlari-akademisyenler/224-cahit-tanyol. Ji orîjînalê di 10 çiriya paşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 nîsan 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  6. ^ "barak". Nişanyan Adlar (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 nîsan 2023.
  7. ^ "Uzun Hava Biçimi Halk Müziği". aregem.ktb.gov.tr. Roja gihiştinê 7 nîsan 2023.