Bedirxan Beg
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Hevwelatî | |
Zarok | |
Xizm |
Celadet Alî Bedirxan (son's son) |
Bedirxan Beg, Bedirxan Paşa, Mîr Bedirxan, Mîr Bedirxanê Azîzî, Bedirxanê kurê Ebdulxan[çavkanî hewce ye] (jdb. 1806 li Cizîrê[1] - m. 1869 li Şamê[2]) di navbera salên 1836 û 1847an de mîrê Cizîrê û Botanê bû. Ew hemdem û hevalê Xan Mehmûdê Miksî bû. Bedirxan Beg ji malbata azîzan (azîzî) bû.
Jiyana siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1830ê de îdara Botan xist destên xwe. Bi mîrê soran Mîr Mihemed re tifaq çêkir. Ji ber tifaqê, osmaniyan êrîşî herdu mîran jî kir. Bedirxan Paşa, derbasî Îranê bû. Di sala 1838ê de vegeriya paytextê xwe, bajarê Cizîrê. Di demeke kurt de îdara xwe li Cizîrê xurt kir. Li ser navê xwe pere derxist û xudbe da xwendin. Ji bo welatekî serbixwe pîlan çêkir. Bi eşîrên Kurdenên din re û bi filên welêt re tifaq danî. Osmanî, ji xurtbûna Bedirxan Paşa gelekî ditirsiyan. Gelek caran êrîşî hêzên Paşê kir. Lê belê bi ser neket.
Dewletê, di sala 1847ê de bi hemû leşkerên xwe carek din êrîşî Botanê kir. Ji ber xiyaneta biraziyê mîr, Êzdînşêr, Bedirxan Paşa teslîm bû. Osmaniyan ew sirgunî Stembolê, paşê sirgunî Sûriyê kir. Bedirxan Paşa li Sûriyê di sala 1868ê de çû ber dilovaniya Xwedê. Tirba Bedirxan Paşa niha li Şamê ye.
Hijmara zaroyên Bedirxan Beg giha bû 96 zarokî.[çavkanî hewce ye] Gava ew mir ji van 96 zarokan 21 kur û 21 keç ma bûn.[çavkanî hewce ye] Yek ji kurên mezin î Bedirxan Beg, Emîn Alî Bedirxan, bavê Celadet bû.
Bedirxan Beg di sala 1832ê ferman ser gelê êzidiyan li Şêxanê rakir. Bêtir ji hezar însanên êzidî hatin kuştin. Di sala 1844ê jî ew fermanê din ser êzidiyên Tûrabdînê rakir.