Beirut (kom)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Beirut (kom)
Beirut di sala 2019an de li Los Angelesê di Wiltern Theaterê de muzîka xwe lê da
Jiyan
Cureyê muzîkê
Salên çalakji 2006an vir ve
Etîketa qeydê
Çalakiyên têkildar
Malperwww.beirutband.com
EndamZach Condon
Nick Petree
Paul Collins
Kyle Resnick
Ben Lanz
Aaron Arntz
Endamên berêJeremy Barnes
Heather Trost
Jason Poranski
Kristin Ferebee
Jon Natchez
Tracy Pratt
Greg Paulus
Jared van Fleet
Kelly Pratt
Perrin Cloutier
biguhêreBelge

Beirut komeke amerîkî ye ku bi eslê xwe projeya muzîka solo ya Zach Condonê Santa Feyî bû. Muzîka Beirut hêmanên indie-rock û muzîka cîhanî li hev tîne. Performansa pêşîn a komê di gulana 2006an de li New Yorkê pêk hat, ji bo piştgiriya albûma xwe ya pêşîn, Gulag Orkestar.[2][3]

Condon navê komê ji paytexta Libnanê wergirtiye, ji ber dîroka bajêr a pevçûnê û çandên wê yên cuda.[3] Beirut, konsera xwe ya yekem a li Libnanê di sala 2014an de li Festîvala Navneteweyî Byblosê pêk anî.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Salên destpêkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zach Condon di 13ê sibata 1986an de, li Albuquerqueya New Mexicoyê hat dinê. Ew li Newport News, Virginia û Santa Fe mezin bû.[4][5] Condon di xortaniya xwe de bi komeke cazê re li borîjenê da û caz bandorek mezin li ser wî kir.[6]

Condon beşdarî Xwendingeha Bilind a Santa Fe bû, heya 17 saliya xwe tê de domand.[4] Li saloneke sînemayê xebitî a ku fîlmên navnetewî dida temaşekirin û ev baldariya wî kişand li ser Fellini, stranên Sîcîlyayî û muzîka Balkanî.[7]

Condon ji bo demeke kurt beşdarî zanîngehê bû, berî ku di 17 saliya xwe de ligel birayê xwe yê mezin Ryan biçe Ewropayê.[8] Lêgerîn û naskirina Condon a muzîka cîhanê dengê melodîk a Beirût pêş ve bir.[2] Birayê biçûk a Zach, Ross Condon di koma Total Slacker a Brooklynî de lê da.[9][10][11][12]

Gulag Orkestar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi vegerîna ji Ewrûpayê, Condon qeyda xwe li Zanîngeha New Mexicoyê kir û wî li wir beşên zimanê portûgalî û wênekêşiyê xwendi.[4] Condon piraniya materyalên xwe yên Gulag Orkestar bi tenê di odeya xwe ya nivînê de tomar kir, albûmê bi alîkariya Jeremy Barnes (Neutral Milk Hotel, A Hawk û Hacksaw) û Heather Trost (A Hawk û Hacksaw) li stûdyoyê temam kir ku ew her du bûn beşdarên destpêkê yên komê.

Tomarên Ba Da Bing! hêza îmzeyên Condon hilgirtin. Condon ji bo yekem pêşandana xwe ya zindî hevalên xwe hev da û Gulag Orkestarê li New Yorkê di gulan 2006an de lê da.

Vîdyoya muzîkê ya yekem a Beirutê ji bo "Elephant Gun" bi derhêneriya Alma Har'el hat girtin ku wê di heman demê de derhêneriya vîdyoya duyemîn a komê, "Postcards from Italy"yê jî kir. Lon Gisland EP yekem reşaneya komê bû di 2007an de.

The Flying Club Cup[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûma duyem a Beirut, The Flying Club Cup, bi piranî li stûdyoyeke Albuquerqueê hatiye tomar kirin û li stûdyoya Arcade Fire a li Quebecê ye, hatiye qedandin. Li muzîkên ku di albûmê de ne bandora fransî heye ji ber baldariya Condonî ya li chansonan.[13] Condon li bin bandora stranbêjên fransîaxêv maye mîna Jacques Brel, Serge Gainsbourg û Yves Montand.[14] Wî her wiha bala xwe da fîlm û çanda fransî û îdîa kir ku ev yek sedemê bingehîn a çûyîna Ewropayê bû.[15] The Flying Club Cup bi fermî di çiriya pêşîn a 2007an de hat reşandin. Di îlona 2007an de wan vîdyoyek akûstîk a Take-Away Show weşandin ku ji hêla Vincent Moon ve hatiye der anîn. DVD-ya Cheap Magic Inside hatiye derxistin lê hemû di demeke kurt de hatin firotin; di Kanûna 2010an de, Beirut, destûrê da La Blogothèqueê ku BaDaBingê li ser torê belav bike.[16]

March of the Zapotec[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Solîsta komê, Zach Condon

Di 3ê nîsana 2008an de, Beirut tûra xwe ya havînê ya Ewropayê betal kir ku vê çalakiyê berê ragihandibû.[17] Ji xwe di sala 2006an de, Beirut piştî tûra du mehî ya DYAyê piya tûrê ya Ewopayê ji ber betilbûniyê dîsa betal kiribû.[18][19] Di Kanûna 2009an de cote EPya March of the Zapotec/Holland EP hatiye weşandin, ev tomara fermî ji rêwîtiya Condonê a Oaxacaê (March of the Zapotec) û muzîka elektronîk a bi navê "Realpeople" (Holland)ê pêk hatiye.[20] Di 6ê sibata 2009an de Beirut performansa xwe ya televîzyonê ya li DYAyê li ser Late Show with David Lettermanê bi performansa "A Sunday Smile" kir.

The Rip Tide[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destpêka hezîrana 2011an de, di navbêna tûra Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, Beirut ragihand ku albûma wan a nû, The Rip Tide, ku zivistanê berê li New Yorkê tomar kiribûn,[21][22] di 30yê tebaxê de bê weşandin.[21][23] Koma bi hevdemî yekeyek derxist: "East Harlem" (ku yekem car li Live at the Music Hall of Williamsburgê hatiye tomarkirin), bi B-side "Goshen". albûm di nav tomarên Condom-ê ya xwe de bi navê Pompeii Records hatiye tomarkirin, rêvebirin û weşandin.[24] Bi ya rexnegir û muzîkjenan, berevajî albûmanên berê yên vê komê ku muzîkên Meksîka, Fransa, Balkanan, hwd. dihewiya, balê dikişîne ser xwe, "di vê albûmê de Beirut dengê xwe bêtir nêzîkî popê kiriye ku hunera derketiye holê [ya di nav Ride Tideê de ye] şêweyeke resen a ji yên din zêdetir girêdayî koma Beirûtê ye."[25] Rexnegıirek destnîşan dike ku "Bandora Ewro [ya li ser albûmên berê yên Beirut] hîn jî li wir in, lê rûhê pop-amerîkayê ya kevnare jî tê de heye." [26] Ev albûm di heman demê de ji albûmên berê yên Beyrûtê cuda dibe ku di vê albûmê de stranan wekî muzîkên enstrumantal hatine tomarkirin û piştre ji hêla Condon ve peyvên/gotinên stranan lê hatine zêdekirin.[7]

No No No[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1ê hezîrana 2015an de, Beirut albûma xwe ya çaremîn ragihand, No No No, ku di 11ê îlona 2015an de derket.[27] Di heman rojê de, sernavê sernavê "Na Na Na" ji bo weşanê hatiye parvekirin. Ev albûm piştî bûyerên tûndî di jiyana Condon de hatiye tomar kirin, bi tevlîheviyek re rû bi rû mabû û li nexweşxaneyek li Avusturalyayê raketibû. Lêbelê, Condon bi saya têkiliyek nû û vegera xwe ya li New York-ê bi tevahî baş bû. Beirut ji bo albûmê jî tûrek ragihand.[27]

Gallipoli[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 22ê çiriya pêşîn 2018an de, Condon albûmek din a Beirutê ragihand, Gallipoli, ku di 1ê sibata 2019an de derket. Ev albûm navê xwe ji bajarrokek Îtalyayê biriye.[28] Di 10ê çileya 2019an de, vîdyoya muzîkê ji bo strana nû ya Beirutê, "Landslide" hatiye derxistin.[29] Di 9ê sibata 2019an de, Beirut li beşa "Saturday Sessions" a CBS This Morning's Saturdayê xuya bû, ku lê stranên bijarte yên ji "Gallipoli" lê da.

Kadro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beirut li Meksîkayê

Condon wekî amûrên sereke flugelhorn û ukulele lê dide. Ew ukuleleyê ji bo henekkirinê kiriye, lê dîtiye ku dengê xweş e, jê hez kiriye û digel birîna zenda xwe girîngiye dide lêdana wê. Condon di heman demê de li borîjen, euphonium, mandolin, akordiyon, amûrên cihêreng ên klavyeyê û conchê dide ku li ser The Flying Club Cup xuya bûne.[2][30][31][32]

Kadroyên Beirut bi gelemperî ji van pêk tê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zach Condon – borîjen/flugelhorn/ukulele
  • Nick Petree – dahol/percussion/melodica
  • Paul Collins – electric bass/upright bass
  • Kyle Resnick - borîjen
  • Ben Lanz – trombon/sousaphone/glockenspiel
  • Aaron Arntz - piyano/keyboards
2016.

Endamên paşîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kristin Ferebee – keman
  • Jason Poranski – gîtar/mandolin/ukulele
  • Heather Trost – keman/viola
  • Jon Natchez – baritone sax/mandolin/glockenspiel/keyboards
  • Tracy Pratt – borîjen/euphonium/flugelhorn
  • Greg Paulus – borîjen
  • Kelly Pratt – borîjen/french horn/glockenspiel/keyboards
  • Jared van Fleet – piyano
  • Perrin Cloutier – akordiyon/çelo
  • Sharon Van Etten, ê ku têkariya du stranên The Rip Tideê kir.

Piraniya endamên Beirut di çalakiyên zindî de û di metaryelên tomarkirî de cih girtine.

Projeyên din ên alîgir[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Realpeople[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Realpeople alîgira projeya elektronîkî ya Zach Condon e. Condon li bin vî navî albûma xwe ya yekem (neweşandî) çêkiribû; The Joys of Losing Weight û Holland EP di nav vê projeyê de hat afirandin. The Joys of Losing Weight, ku dema Condon panzdeh salî bû, wê çêkiribû, ti carî bi fermî nehatiye weşandin, lê bêdestûr li ser înternetê hatiye reşandin.

1971[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Condon di heman demê de bi navê 1971 EP-yek, Bats-American-Small-Time-ê jî derxistiye. Vê xebatê xwe di 16 saliya xwe de bi hevalê xwe yê Alex Gaziano re tomar kiriye (2002). Gaziano avaker û endamê komeke din a bingeh-Santa Fe, New Mexicoyê ye ya bi navê Kidcrash.

Landing Soft[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Soft Landing projeyek bû ku ji hêla endamên Beirut ve -Paul Collins (bass) û Perrin Cloutier (harmonîk) û Mike Lawless- hat destpêkirin.[33] albûma wan a yekem a bênav di 12ê çiriya pêşîn a 2010an de li ser tomarên Ba Da Bing derket[34] û wekî "guhartoyek pop-a Beirut" [35] û freak-folk[36] a bi rîtmên dansê û enerjiya saf hatiye bi navkirin [37]

Pompeii Records[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pompeii Records şîrketa tomarê ye ku di sala 2011an de ji hêla Zach Condon ve[38] hatiye damezirandin da ku kom û muzîka wan bixwe kontrolê bike. Yekem tomarên li ser şîrketê hatiye weşandin ducariya EP-ya wan, March of the Zapotec/Holland EP bû.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sernav Hûragahî Cihên bilind Firotin
US

[39]
US Rock

[40]
AUT

[41]
FRA

[42]
GER

[43]
IRE

[44]
NLD

[45]
NZ

[46]
SWE

[47]
SWI

[48]
UK

[49]
Gulag Orkestar
  • Tarîxa weşanê: 9 gulan 2006
  • Tomar: Ba Da Bing
The Flying Club Cup
  • Tarîxa weşanê: 9 çiriya pêşîn 2007
  • Tomar: Ba Da Bing
118 64 51 54 94 69
The Rip Tide
  • Tarîxa weşanê: 30 tebax 2011
  • Tomar: Pompeii Records
80 15 20 42 69 89 28 26 52 29 49
No No No
  • Tarîxa weşanê: 11 îlon 2015
  • Tomar: 4AD
46 10 12 24 38 62 13 39 38 37
Gallipoli
  • Tarîxa weşanê: 1 sibat 2019
  • Tomar: 4AD
42 10 75

[52]
21 36 21 61
"—" cihên ku dane lê tune ye

EP[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • The Guns of Brixton / Interior of a Dutch House (13 çiriya paşîn 2006) – Calexico/Beirut 7″ split single
  • Lon Gisland (30 Çile 2007)
  • Pompeii EP (28 sibat 2007)
  • Elephant Gun EP (25 hezîran 2007)
  • March of the Zapotec/Holland EP (16 sibat 2009 – Di iTunesê de wekî nefermî di 27ê Çileyê de hat weşandin) US No. 87 UK No. 101[53] and FR No. 14 [54]

Berhevok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dark Was the Night Beirut li berhevoka xêrxwaziyê ya Rêxistina Red Hotê bi strana Mimizan cih girt.

Dîsa di 2011an de, wan covera ''O Leãozinho"yê ya ku strana Caetano Veloso ye, ji bo albûma Red Hot+Rio 2yê kirin ku ev albûma herî dawî ya Rêxistina Red Hotê bû. Ev albûm dewama albûma 1996 Red Hot+Rioyê ye. Pereyên ku bi firotinan hatine berhevkirin ji bo çalakiyên bilindkirina hişmendiyê bo AIDS/HIVê û pirsgirêkên tenduristiyê yên ji wan dertê, hatiye bexşkirin.

DVD[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Magic Magic Inside (2007)
  • Beirut: Zindî li Salona Muzîkê ya Williamsburg (2009) [55]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Jorgensen, Chris. "Off the Charts: DeVotchKa Employs Symphony to Fine, Subtle Effect". Billings Gazette. Ji orîjînalê di 7 tîrmeh 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2017.
  2. ^ a b c "Beirut Interview", Pitchfork, ji orîjînalê di 18 kanûna pêşîn 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009
  3. ^ a b "Beirut, the band", New York Magazine, 6 tebax 2006, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009
  4. ^ a b c "Zach Condon returns home to the land of red and green", Albuquerque Tribune, 19 çiriya pêşîn 2006, ji orîjînalê di 12 nîsan 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009
  5. ^ Roberts, Kathaleen (30 gulan 2008). "Musical Maven – Zach Condon Follows His Muse to E. Europe And France of the '40s". Albuquerque Journal.
  6. ^ "Beirut: Zach Condon's Brass Band Blowout", ShockHound, 24 sibat 2009, ji orîjînalê di 8 adar 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2009
  7. ^ a b "Beirut On World Cafe : World Cafe". Npr.org. 7 çiriya paşîn 2011. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  8. ^ "An interview with Beirut", Brooklyn Vegan, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009
  9. ^ "Summerscreen TONIGHT: Point Break with Total Slacker and Red Romans – Free Williamsburg". Freewilliamsburg.com (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 18 tebax 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2019.
  10. ^ Total Slacker : pop hallucinogène pour fins de soirées enfumées – Rolling Stone Girêdana arşîvê adar 13, 2012, li ser Wayback Machine
  11. ^ Klimchak, Amre (19 gulan 2010). "Dazed and Amused". New York Press (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 15 tebax 2010 de hat arşîvkirin.
  12. ^ Fitzmaurice, Larry (6 tîrmeh 2010). ""Crystal Necklace"". Pitchfork.com (bi îngilîzî).
  13. ^ "Beirut's Zach Condon: young success 'fucked with a lot of things'", All Shook Down: SF weekly, 8 çiriya pêşîn 2007, Ji orîjînalê di 26 kanûna pêşîn 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009
  14. ^ "Beirut", Myspace, Ji orîjînalê di 10 kanûna pêşîn 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009
  15. ^ "Exclusive interview with Beirut", The Miscellany News, 26 kanûna paşîn 2009, ji orîjînalê di 20 sibat 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009
  16. ^ "Beirut Giving Away Movies: Or, Why I Love Indie Labels Against My Better Judgment - Chris Peterson". Cpeterson.org. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  17. ^ "Beirut cancel all European tour plans", Gigwise, 3 nîsan 2008, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009
  18. ^ "Beirut's Zach Condon: Young Success 'Fucked With a Lot of Things' – Interview – San Francisco Music – All Shook Down". Roja gihiştinê 1 sibat 2019.
  19. ^ Beirut's official website, Ji orîjînalê di 16 kanûna pêşîn 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009
  20. ^ Beirut's Zach Condon discusses new EPs, time off, ji orîjînalê di 2 çiriya paşîn 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2009
  21. ^ a b "Beirut announces new album, The Rip Tide". Consequence of Sound. 7 hezîran 2011. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  22. ^ "Beirut: side-project Soft Landing; New Beirut album in the works". World Music Instruments Happen. 23 kanûna pêşîn 2010. Ji orîjînalê di 2 îlon 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  23. ^ "Beirut The Rip Tide Details". Stereogum. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  24. ^ "Persona Sauna: New Album: Beirut - The Rip Tide". Personasauna.blogspot.com. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  25. ^ [1] Beirut – 'East Harlem' / The Rip Tide li ser Wayback Machine (archived hezîran 10, 2011)
  26. ^ Meatto, Keith (15 tebax 2011). "Less Is More – A Review of Beirut's The Rip Tide". Frontier Psychiatrist. Ji orîjînalê di 31 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  27. ^ a b "Beirut announces new album, shares title track No No No". Consequence of Sound. 1 hezîran 2015. Roja gihiştinê 1 hezîran 2015.
  28. ^ Yoo, Noah (20 çiriya pêşîn 2018). "Beirut Announce New Album Gallipoli". Pitchfork. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2018.
  29. ^ "Beirut - Landslide (OFFICIAL VIDEO)". YouTube. Roja gihiştinê 1 sibat 2019.
  30. ^ "Montreal International Jazz Festival: Beirut in conversation", The Gazette, 10 tîrmeh 2009, ji orîjînalê di 23 adar 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2009
  31. ^ "Edward Peckham (beruit) on Myspace". Myspace.com. Roja gihiştinê 1 sibat 2019.
  32. ^ "YouTube". Youtube.com. Roja gihiştinê 1 sibat 2019.
  33. ^ Dunn, Ryan (2 tîrmeh 2010). "Beyond Beirut, a Soft Landing". Liftingfaces. Ji orîjînalê di 23 çiriya paşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  34. ^ "Soft Landing November 2010 Tour | BA DA BING". Badabingrecords.com. 11 çiriya paşîn 2010. Ji orîjînalê di 16 adar 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  35. ^ "Beirut: side-project Soft Landing; New Beirut album in the works". Puddlegum. Ji orîjînalê di 13 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  36. ^ Reidy, Julia. "Soft Landing - Soft Landing | Music Review". Tiny Mix Tapes. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  37. ^ [2] Girêdana arşîvê îlon 28, 2011, li ser Wayback Machine
  38. ^ "Beirut Prepare Seven Inch | News | Clash Magazine". Clashmusic.com. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2014.
  39. ^ "Beirut Chart History - Billboard 200". Billboard. Roja gihiştinê 1 sibat 2019.
  40. ^ "Top Rock Albums". Billboard. Roja gihiştinê 1 sibat 2019.
  41. ^ "Discography Beirut". austriancharts. Hung Medien.
  42. ^ "Discography Beirut". lescharts.
  43. ^ "Discographie Beirut". GfK Entertainment. Roja gihiştinê 7 sibat 2019.
  44. ^ "Discography Beirut". irish-charts.com. Hung Medien.
  45. ^ "Discography Beirut". Dutch Charts. Hung Medien.
  46. ^ "Discography Beirut". charts.org.nz. Recording Industry Association of New Zealand. Ji orîjînalê di 1 gulan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2019.
  47. ^ "Discography Beirut". swedishcharts.com. Hung Medien.
  48. ^ "Discography Beirut". hitparade.ch.
  49. ^ "Chart Stats - Beirut". Official Charts Company.
  50. ^ a b Ayers, Michael (2 sibat 2009). "Indie rock band Beirut ventures south of the border". Reuters. Roja gihiştinê 27 nîsan 2019.
  51. ^ "Upcoming Releases". Hits Daily Double. HITS Digital Ventures. Ji orîjînalê di 25 tebax 2015 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: Formata xwahr an stûr nayê qebûlkirin: |malper= (alîkarî)
  52. ^ "Le Top de la semaine : Top Albums Fusionnes – SNEP (Week 6, 2019)" (bi fransî). Syndicat National de l'Édition Phonographique. Roja gihiştinê 11 sibat 2019.[girêdan daimî miriye]
  53. ^ Tobias Zywietz (7 gulan 2011). "Chart Log UK". Zobbel. Roja gihiştinê 7 tebax 2010.
  54. ^ "lescharts.com - Beirut - March Of The Zapotec And Real People Holland". Lescharts.com. Roja gihiştinê 1 sibat 2019.
  55. ^ "Beirut: Live at the Music Hall of Williamsburg". PopMatters.com. 2 tebax 2009. Roja gihiştinê 1 sibat 2019.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]