Bikêr

Bikêr
Ovaköy
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn
Navçe Rişmil
Nahiye Rişmil (navend)
Demografî
Gelhe (2011) 400 kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°14′57″Bk 40°49′9″Rh / 37.24917°Bk 40.81917°Rh / 37.24917; 40.81917
Bilindayî 614 m
Koda postayê 47650
Koda telefonê (+90) 412
Bikêr li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Bikêr
Bikêr
Bikêr (Tirkiye)
Map

Bikêr (bi tirkî: Ovaköy), Gundekî girêdayî navçeya Rişmilê ya bajarê Mêrdînê ye. 17 km dûrî bajarê Mêrdîn û 13 km dûrî navçeya Rişmilê ye.

Gundê Bikêrê heya salên 1900î di destê suryaniya de bû û girêdayî Dêra Zahferanê bû. Dêra erd û zeviyên gund bi hawayê cenanî dida mirovên ku bi wan ewle dibû. Ji van cenanan yek jê jî Şêxmûsê Hesenê Mistê yê Bilalî bû. Hîn jî şûn û warê wan li gund heye. Dêr û aşê bi avê hêj ji dema suryaniya mayî. Dêr anka Hemedê Mencê lê dirunê. Di sala 1900dî de ji gundê Alûca, Zuryeta Xalidê Alûcî (Remakî) mala Zêdo, Yasîn û mala Mahmûdê Osman tên gundê Bikêrê bi cîh û war dibin. Piştî komera tirkî ava dibe pêve, fermena fila radibe û gund ji nevîyên Xalidê Alûcî re dimîne. Heya salên 1970yê lê dimînin piştî wê ji wir belawela dibin. Paşê ji gundên derdorê weke Kurima, Qelendera, Zinnarê, Zeytûna û Bilalya malbat tên ji xwe re mal û milk dikirin. Anha jî kurimî (mala Hello, mala Muro û Mala Helika) Bilalî (Mala Heseno û Zarokên wî.) Zinarî (Mala Hecî Qadiro) Qelenderî, Mala Zêdo û hwd. bi cih û warin.

Çemê gorzelê di nava gund re diçe. Gundê Bikêrê bi vê ava gorzelê debara xwe dikin.

Gundê cîran Kurima, Zeytûna, Qesirciranê, Bilalya, Girherîn, Bilêbînê, Tixûbê, Alûca û Qelendera ye. Riya gelek gundan di ser bikêrê re derbas dibe. Gundê Bikêrê pişta xwe daye çiyê û berê xwe daye beriyê.

17 kîlometra durî Mêrdîn û 13 kîlometra durî Rişmil e. Li Bakurê girherîn dikeve.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[1]
2011 400
2000 83
1990 332

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Yerelnet, Ovaköy, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 çiriya paşîn 2012


Parêzgeha Mêrdînê Bajar û gundên Rişmilê

Parêzgeh: MêrdînNavçe: Rişmil
Bajar: Tune ne
Gund û mezre:
AlûcaBihîkaBikêrBinêbilDandanêKurumaŞûrêTixûb

Navçeyên Mêrdînê: Dêrika Çiyayê MazîKerboranMehsertêMêrdîn (navend) • MidyadNisêbînQoserRişmilStewrêŞemrex