Bikaranîna çekên kîmyayî ya Tirkiyeyê li dijî gerîlayên PKKê 2022

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bikaranîna çekên kîmyayî ya Tirkîyeyê li dijî gerîlayên PKKê, êrîşeke çekên kîmyewî ye ku di mehên îlon û cotmeha sala 2022an de ji aliyê artêşa dewleta tirk ve li dijî gerîlayên PKKê pêk hatiye.[1] Dîmenên êrişa kîmyewî di Ajansa Nûçeyan a Firatê di 19ê îlona sala 2022an de hatiye weşandin. Di vîdeoya ku ajansê weşandiye, dîmenên du gerîlayên PKKê ku jiber gazên kîmyewî bi bandor bûne, dide nîşan.[2][3][4][5]

Mijara bingehîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 17ê nîsana sala 2022an de artêşa dewleta tirk êrîşên hewayî û bejahî li dijî gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin. Ajansa Nûçeyan a Firatê, ji despêka şer heta niha di dîrokên cûrbicûr de dîmenên gazên bi rengên sor yan jî zer ji herêma şerê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên tirk de, weşandiye.[6]

Ji despêka şer ve heta 21ê cotmeh sala 2022an bi gelek caran nûçeyên bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa dewleta tirk ve ku li qada şer hatiye bikaranîn, ji aliyê heman ajansê be hatiye weşandin.[7][8]

Bikaranîna çekên kîmyayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 19ê îlona sala 2022an de Ajansa Nûçeyan a Firatê dîmenên nû weşandiye. Di vîdeoyan herî dawî ya ku ajansê weşandiye dîmenên du gerîlayên PKKê dide nîşan.[9] Di dîmenan de gerîlayek bêhna xwe hilnade, gerîlayek jin jî bê îrade diaxive û hişê wê li cih nîne. Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Firatê parvekiriye herdû gerîlayên ku di dîmenan de dixuyên piştî bandora van gazên kîmyewî, jiyana xwe jidest dane. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve hatiye weşandin, di dîrokên curbicur de heta niha 2 hezar û 476 car gazên kîmyewî hatiye bikaranîn û heta niha di dîrokên cûrbicûr de 17 gerîlayên PKKê jiber êrîşên gazên kîmyewî jiyana xwe jidest dane.[10]

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di civîna hevserokên jin ên HDPê ya parêzgehan de di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî axivî. Di axaftina xwe de dibêje: “Divê ev mijar ji aliyê komîteyên serbixwe ve bê lêkolînkirin, di zûtirîn dem de rastî derkeve holê û gavên ku pêwîstin bên avêtin.”[11]

Bertek û daxuyaniyên li dijî erîşa kîmyayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Türk devletinin savaş suçu bir kez daha belgelendi". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "Mezopotamya Ajansı". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ "Mezopotamya Ajansı". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.
  4. ^ "Mezopotamya Ajansı". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.
  5. ^ "Mezopotamya Ajansı". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.
  6. ^ "Avaşîn ve Zap'ta yasaklı bombaların kullanılma anları". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.
  7. ^ "Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê: Li dijî êrîşên çekên kîmyewî em dengê xwe bilind bikin!". ANF News. Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2022.
  8. ^ "Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî". ANF News. Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2022.
  9. ^ "Kimyasal silaha maruz kalan iki gerillanın görüntüleri". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.
  10. ^ "Uca'dan BM ve OPCW'ye: Avrupa kimyasal kullanımına izin mi verdi?". mezopotamyaajansi35.com. Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2022.
  11. ^ "Buldan: Kimyasal silah bağımsız heyetlerce araştırılmalı | YENİLENDİ". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2022.[girêdan daimî miriye]
  12. ^ "Serhat'ta kimyasal silah protestoları". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2022.[girêdan daimî miriye]
  13. ^ Şebnem Korur Fincancı: Görüntüden belli ki sinir sistemini tutan kimyasal gazlardan biri kullanılmış (bi îngilîzî), roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2022
  14. ^ "Ertuğrul Kürkçü: Hulusi Akar suçu itiraf etti". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2022.
  15. ^ "Akbûlût serî li OPCW'ê da û xwest li ser Tirkiyeyê lêpirsîn were destpêkirin". ANF News. Roja gihiştinê 22 çiriya pêşîn 2022.
  16. ^ "Yekîtiya Tabîban a Cîhanê xwest mijara gazên kîmyewî bê lêkolîn". ANF News. Roja gihiştinê 27 çiriya pêşîn 2022.