Qilaban

Qilaban
Uludere
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Şirnex
Serbajar Qilaban

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 4 bajarok
Hejmara gundan 17 gund

Gelhe (2008) 38.511[1] kes
Rûerd 825 km2
Berbelavî 46,7 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 11.030 kes
Koordînat 37°26′48″Bk 42°51′5″Rh / 37.44667°Bk 42.85139°Rh / 37.44667; 42.85139
Bilindayî 1.210 m
Koda postayê 73600
Koda telefonê (+90) 486
Qilaban li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qilaban
Qilaban
Qilaban (Tirkiye)

Qilaban (bi tirkî: Uludere), navçeyekî girêdayî bajarê Kurdistana bakur Şirnexê ye. Qilaban di 27'ê pûşperê sala 1957'a bûye bajar. Li gor serjimêra sala 2008'a hejmara rûniştvanê bajêr 11.030 û ya navçeyê 38.511 kes e.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvana navçeyê 825 km² ye. Bi Iraqê rê xwediyê 56 km sînor e. Li rojhilatê wê navçeya Çelê ya girêdayi Colemêrgê, li rojavayê wê Şirnex û navçeya Silopî, li bakurê rojhilat navçeya Elkê, li başurê wê jî Iraq heye. Ji aliyê erdnîgarîyê ve çiyayî ye. Heftanîn û Kêla Memê çiyayên herî bilind ên herêmê ne. Ji xeynî vê jî Sûwar, Serêhe, Haftanîn, Meydan, Elcan û Şirîş jî zozanên girîng in. Avûhewa wê piranî bejayî an jî berî ye. Havînên wê germ û ziwa, zivistanên wê jî cemidî û baran e. Û Newala Hezîl qezayê dike du qet, Rûbarê Qilaban jî di navenda navçeyê re derbas dibe û zîndîtiyekê dide navendê.

Bajarok û Gund[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarok:

Nahiye (Navend):

Gund:

Dîroknasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka qezayê ji beriya mîladê destpê dike. Di dîrokê de ketiye di bin îdareya Urartû, Med, Pers, Romayî, Arsaqî û Sasanîyan ve. Di 1142yan de I. Îmadeddîn Zengî di sala 1260an de Hulagu bidestxistina herêma Colemêrgê, begên herêmê di 1349an de Karakoyinlî girêdana xwe qebûl dike. Di 1386an de Tîmur û 1502yan ve di bin hikmê Safevî de Qilaban, di dewra Siltan Silêman de bi girêdana Împaratoriya Osmaniyan ve îşê di nav xwe de serbest hate berdan. Begên êşîran heqên xwe parastin, ji xeynî sistema erda li Osmaniyan bi şertê rêkirina eskeran heta cimhûriyetê jiyîn. Demê Osmaniyan êşîra Sindî serwerê civakê bû.

Piştî îlankirina cimhuriyetê bûne bucak û girêdana qezaya Elkê, Qilaban di dîroka 27.06.1957an de bi qanûna hêjmartin 7033 bûye qeza. Ji vê dîrokê heya sala 1990 bû qezayekî girêdayî Colemêrgê bû. Heta 16.05. 1990an, 3474 qanûna bi hêjmartin bi bajarê nû Şirnex ve hate girêdan. Qilaban, girêdayî Şirnexê ye û dûrahiya wî 48 km ye. Lê 12 gund û 3 bajarok hene. Belediya Qilabanê di 1958an de hatiye danîn.

Çêkirina demografîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêjmara Qilabanê, %95 jê bi nifûsa wî qelebalix a Kurd, êşîra Goyan pêk tê. Yên mayî jî yên ji devre tên û memûr in. Gelek ji êşîra Goyan jî li gund û navendê jiyana xwe didomînin. Li demên dawî jî yên koçkirî, bi taybetî jî li Stenbolê dijîn hene.

Xweza[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi hebûna folkloreka dewlemend, navçeyekî giring ên Şirnexê ye. Bi zozan û newalên xwe xudanê cihên girîng e. Xudanê malên bêhempa û axîn gelek girîng e. Havînê darên bilind ên selwî, zivistanê jî bi berfa xwe cihekî bêhempa ye. Mehên biharê, ên ji zozanê tên komkirin, pincar, lûşik, kerenk, bîg lazimtiya kesên li Qlabanê dijîn pêk tîne. Fêkî jî, kereng û temtol, nêzî havînê li sûkan tê firotin.

Ji aliyê fora û flora ve qezayekî dewlemend e. Şînehî ya endemîk gulasork an jî gulasorka çiyan e. Li Tirkîyeyê bi tenê li Qilaban-Colemêrkê li çiyan tê dîtin heq dike bibe sembola Qilaban ê.

Ji xeynî vê jî heya ku li sibat 1970an li Şirnex-Qilabanê ji aliyê Şehit Şen ve tê kuştin Pilinge Hezarê li vir dijiya. Ji aliyê jiyana wehşî ve jî dewlemend e. Ji sereke bizinen çiyan ve, hirç, beraza wehşî, xezal, rûvî, kew û gelek nirxên çûçikan hene. Ji erdnîgarî ji aliyê turîzma zivistanê ve dewlemend e.

Edeta Xwarinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hilîsa: Goşt, difs û bi genimê hatî hingaftin tê çêkirin.
  • Kutilka Pirincê: Kifteya bi pirinçê.
  • Kutilka Savar: Kifteya savarê ye.
  • Xwarina Giroyê: Bi çiklok û pirinçê tê çêkirin.Difs tê serkirin.Xwarina herî xweş en gelî ye. Ji berê,bê guman,giro dihat çekirin û dihat dayîn.
  • Pîdeya Goyan: Hevîr,goşt,penîr,heg,mast û zeytin.

Çêkirin: Hevîr heta nermika guh dê êt çêkirin. Bi goşt hevîr tê vekirin. Tiştên dî jî heta wek hevîr lê tê, tên şexitandin. Tiştê li ser hevîr tên dayîn. Serwîsa germ tê kirin.

  • Suryaz: Giyayekî li zozanan tê komkirin û pûvaz bi sebzeyan tê çêkirin.

Penîr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Penîrê sîrik,penîrê kereng.

Tiştên Şêrîn

  • Xavîs : Difs,ar û dehnê ron tê çêkirin.
  • Kulîçe: Hevîr,tiştên têde (goz,penîr hw.) tê hazir kirin.

Cilikên Herêmî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zilam Şel û Şapik yan jî Tirgal dikin ber xwe.
  • Jin jî Kiras û Fîstan dikin ber xwe.
  • Cilikên Qilabanî jî jin Kiras-Kurtek û zelam jî Şel û Şapik;yan jî Tirgal ji cilikên giring e.

Dest Sinet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cilik û mehfûrên Qilabanê pir navdar in. Gelek atolyeyan tê çêkirin û hemû deverên Tirkîyeyê tê firotin. Ji xeynî vê jî, goreyên hirî, ewên bi tenê bêrivan bi kar tînin tê çêkirin.

Şaredariya Qilabanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

2009

DTP 2168 - 72.61
AKP 0556 - 18.62
DSP 0210 - 07.03
BBP 0024 - 00.80
CHP 0016 - 00.54
MHP 0008 - 00.27
İP 0004 - 00.13

2014

DTP 2.242 - 78.50
AKP 0477 - 16.70
BBP 0077 - 02.70
MHP 0051 - 01.80
SP 0009 - 00.30
DSP 0000 - 00.00
TKP 0000 - 00.00

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]