Celal Güzelses

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Celal Güzelses, yan jî Sesigüzel Celal, navê wî yê rastî Mehmed Celalettin[1] (jdb. 1899 - m. 2ê sibata 1959an), stranbêjekî kurd ê bi navûdeng ê Amedê (Bakurê Kurdistanê) ye.

Bi sedan stran û awazên kurdî berhevkiriye û bigotinên tirkî stiriye. Ango bi sedan stranên kurdî kiriye tirkî. Ew wekî pêşengê İzzet Altınmeşe, Belkıs Akkale, Arif Sağ, İbrahim Tatlıses hwd tê zanîn. Di asîmîlasyona kurdan de xwedî roleke mezin e.

Gorî civaknasê tirk İsmail Beşikçi[çavkanî hewce ye] ev kesana ji aliyê dewletê ve hatine birêxistinkirin û têkiliyên wan bi saziyên asîmîlasyonê yên li Kurdistanê hatine damezrandin hebûne. Dîsa gorî Beşikçi[çavkanî hewce ye] van kesana ne tenê stranên û awazên kurdî, herwekî gotinên pêşiyan, pêkenok hwd ji çanda kurdî jî kirine dewlemendiya tirkî.

Celal Güzelses di 2ê sibata 1959an de çû ber dilovaniya Xwedê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]