Civaka xwezayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Têkiliya di navbera xweza û civakê de yek ji mijarên sereke ye, Ilmê Civakî li ser zêde disekine. Tevî ku bandora hawîrdorê ya li ser civakê eşkere ye jî wek mijar hê nû dikeve ber destê felsefê û lêkolînên zanistî. Piştî ku sîstema civakî bandora wê ya di asta felaketê de li ser hawîrdorê derket holê, bal kişiya ser vê mijarê. Dema li ser çavkaniya pirsgirêkê were rawestîn, wê sîstema civakî ya serdest ku bi awayekî xeter ketiye dijberê xwezayê, wê derkeve pêşiya me. Mirov çendîn li hemberî xwezaya hawîrdora xwe xerîb ketiye û biyanî bûye, nakokiyên wî yên civakî û şer zêde bûne. Ev di çavkaniya nakokiyên hundurîn ên civakê de ku bi hezarê salan dewam kirine, eşkere xuya dike û ji aliyê zanistî ve jî ev yek her roja diçe zelal dibe. Di roja me ya îro de sir û şîfreya serdestiya li ser xwezayê ew e ku hemû çavkaniya zevt bike û bêeman bimije. Behsa hovîtiyên xwezayê têne kirin, ji sedî sed rast nînin. Însanê li dijî cins û cûreyê xwe hov bûye, li dijî xwezayê jî bi awayekî xeter hov bûye, ev yek jî bi pirsgirêkên hawîrdorê eşkere li ber çavan e. Ti cins û cureyî bi qasî mirov heywan û nebat tine nekirine. Eger mirov bi vî awayî û lezê karê tinekirinê dewam bike, li dawiyê wê mirovekî bûye dînazor û nifşê wî diqede bimîne. Eger bi vî awayî mirov bi lez zêde bibin û teknolojiyê xirab û hilweşînkar bixebitîne û pêşî lê neyê girtin, di demek pir kin de wê jiyana mirov bigihîje qonaxekê ku êdî nemeşe. Tevî vê rastiyê, şerê di nava civakê de zêde dibin, awayên herî xeter ên rêveberiyên polîtîk, zêdebûna bêkariyê, dûrketina civakê ji nirxên moralê û mirovatiyeke robotwarî wê bibe dînazor. Heta qonaxên pêşketina civakê rast neyên destnîşankirin, wê şerên kevneşopî yên netew, çîn û medeniyetan, bi awayekî rast û teorîk neyên ravekirin û çareseriyê neyên dîtin. Eger sosyolojî bi qasî “dîn” jî nikaribe bersiva pirsgirêkên îro bide, divê hemû sazî û dezgehên zanistî bikevin lêpirsînê. Eger zanist ev çend pêş ketiye çima ev dînîtî û hovîtî? Tê zanîn, bîlanço û encamên xwînrij ên sedsala 20. eger em rûbirû bikin, qat bi qat ji tevahiya dîroka mirovatiyê zêdetir e. Lewra em dikarin bibêjin di avahiya zanistê de kêmanî û çewtiyên ciddî hene. Dibe ku çewtî di tespîtên zanistê de nebin, di bi karanîn û rêvebirina wê de be, lê ev jî zanyaran, zanistê û saziyên wê ji berpirsiyariyê xilas nake. Bêguman ev der hûrûkûr cihê guftû-gokirina vê mijarê nîne. Bi bîr û baweriya min, rewşa zanyar û saziyên heyî, hem ji aliyê exlaq û hem jî ji aliyê baweriyê ve, ji rew-şa rahîbên li bindestê melîkên destpêkê yên Misir û Mezopotamyayê paşdetir e û bêberpirsiyarî ye. Olên li ser kevneşopiya Îbrahîmî û peyxemberên wan ên li dijî nifşên Fîrewin û Nemrûdan serî rakirin, ji aliyê exlaq û baweriyê ve di pêşketina mirovatiyê de roleke bi kêr lîstin. Ev rol aliyê erênî yê kevneşopiya rehîban e. Ilimdarên di bin fermana desthilatdariyê de timî amûrên qirkirinê didin desthilatdaran û herî dawî jî atom li nava serê mirov xistin. Eger welê be, di têkiliya zanist û desthilatdariyê de çewtiyeke xeternak heye. Em dikarin zanistê wek berhemekî herî hêja yê civakê bibînin, lê bi sedema ku ew çend rê li ber felaketan vekiriye, em nikarin rave û şîrove bikin. Lewra em nikarin saziyên zanistê û zanyaran bi vî awayî qebûl bikin û heta li wan biborin. Em heta vê nakokiya pêştir rave nekin, lêpirsîna me ya sosyolojî û hemû zanistên din jî tê fêmkirin. Em eger tespît nekin, ka sîstemê lîstika mezin di ku de lîst, çewtiya bingehîn di ku de da kirin û siberoj û bergiya mirovatiyê çawa xist pêvajoyeke nediyar, em çiqas teorî û pratîka rizgarî, wekhevî û azadiyê bikin di encamê de emê dîsa bibin karkerekî sîstema civaka serdest.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

[1][2][3][4][5]

  1. ^ admin. "Siyaset û civak | Civaka Demokratik" (bi erebî). Ji orîjînalê di 3 sibat 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  2. ^ "Rêhevaltiya Rêber APO Bi Gerdûnê Re -1". Pajk | Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê. 18 nîsan 2019. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  3. ^ "ekolojiya". kurdabursa (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  4. ^ "مقالات – پژاک" (bi farisî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.
  5. ^ "Parastina Rewa". hezenparastin.info. Ji orîjînalê di 27 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2021.