Mijarên Mîqro

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mijarên Mîqro navê pirtûkeke Nivîskar Çiya Mazî ye.

“Mijarên Mîqro”, nîşana guherîna çîrokên Çiya Mazî ji alî teknîk û şêwazê xuya dike. Di çîrokên xwe de bi piranî li ser Psîkolojîya mirovan sekiniye. Tiştên biçûk ku mirov lê heyîrî dimînin an mirov bi wan tiştan dikevin astengiyên mezin û nikarin derkevin bi piranî bûne mijara çîrokên Mazî.

Minak;

kêzikek, xewna zarokekî, çeqmaq, dibistan û fîkandina mirovekî bûne mijara çîrokên wî.

Ya herî girîng ku di vê pirtûkê de xuya dibe, tiştên bêgiyan ku dipeyîvin an dibin lehengê çîrokan wekî; kevir, dar, mêw. “Dara bihîvê” û “Dara Mêwê” ; van darana her yek ji xwe re çîrokek mirovan ji xwendevanan re vedibêjin. Van çîrokana rewşa civakê bi awayekî hêsan derdixin pêşberî xwendevanan.

Di “Dara Bihîvê” de em li rastî kuştina jin û keçan rast tên û bi mînakên tewl bitewl. Di vê çîrokê de jin û mêr li derekê rûdinin û planên kuştina qîza xwe dikin. Lê wekî guftûgoyên ji rêzê dîyalog rêz dibin. Mekanê vê çîrokê welatê Kurdan giş e. Bajarek e, lê ew bajar bi navê hemû bajarên Kurdan tê binavkirin. Wekî dibêje; “em li paş bajarekî dîrokî rûniştine, gelo Diyarbekir e, gelo Mêrdîn e, Riha ye, Xerpût e? Na na, ez dibêm Êlih e yan jî Agirî. Dibe ku Hewlêr an Duhok be jî, nizanim. Weke navê Mehabad jî tê guhê min, belkî nav ew be jî.” Ev nîşandayîn kuştina jinan ku li herderê welatê Kurdan belabûyî derdixe holê”.

Di çîroka “Şemo Şano” de hînbûna êşkenceyê ku mirov êdî demek te êşkenceyê bi tiştekî nahesibîne xuya dike. Herwiha carinan mirov dibin wekî wahş û hirçan û bêrehm dimînin di çîroka “Şahîdî” de. Lehengê çîroka balkêş “Dîmen xweş"e bi navê “Brêz M.” zixtan li pîroziya dayikê dixe û dibêje “ez ji diya xwe hez nakim”. Herwiha di çîroka “Niqrîskên Gewriyê” de jî dayik tê rexnekirin.

Di çîroka fînalê “Xewna Dawî” de lehengên çîrokan giş tên bibîranîn, vê çîrokê bi xewneke dawî ya pir belkêş cîhekî xweş girtiye di pirtûkê de. “Tenûra mala şêx”, “Em” “Ma ev jî nig in”, “Kekê mino zava” “Dînamo” çîrokên din yên balkêşin di pirtûkê de.

“MİJARêN MîQRO” di weşanxaneya do yê de hatiye çapkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]