Cogên zeravê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Endamên alîkarê heriskirinê ku.png
Zerav di kezebê de tê berhemkirin bi cogên zeravê ber bi rûviya donzdetilîk ve tê guhestin.

Cogên zeravê, tora cogan e ku şileya zeravê ji kezebê ber bi rûviya donzdetilîkê ve diguhezînê.

Zerav şileyek bi rengê zerokî-keskoyî ye, di kezebê de tê berhemkirin. Rojê bi 0,5- 1 lître zerav ji kezebê tê derdan. Erka bingehîn a zeravê ji boy herisa mekanîk a çewrî ye[1]. pH a şilemeniya zeravê 7,6-8,6 e[1]. Şileya zeravê, ji av, lîncemade, xwêyên kanza, kolesterol, bilirubîn, xwêyên zeravê (bi gelemperî ji kolesterolê tên çêkirin), asîdên zeravê, fosfolîpîd, proteîn, karbohîdrad û elektrolîd an pêk tê[2]. Elektrolîdên nav ava zeravê bi gelemperî ji Cl-, Na+, K+ û îyonên bîkarbonadê pêk tê[3].

Pêkhate[biguherîne]

Zerav di nav tora cogên zeravê de diherike.

Zerav bi navbeynakriya tora cogan ji kezebê ber bi donzdetilîkê ve tê guhastin. Pila çepê û pila rastê ya kezebê, zeravê der didin nav coga rastê û çepê ya kezebê[4]. Ev herdu cog digihîjin hevdu, coga nû êdî wekî coga hevbeş a kezebê bi nav dibe. Dirêjiya coga hevbeş a kezebê 3 cm e[2]. Zerav ji kezebê bi riya coga kîsikê ber bi kîsikê zeravê (zerevdank) diherike, zerav di kîsikê zeravê de tê embarkirin. Gava pêdivî bi zerava embarkirî hebe, zerav bi riya heman cogê ber bi donzdetilîkê diherike. Ango coga kîsikê zeravê, li gel tijîkirinê, ji boy valakirina kisikê zeravê jî tê bikaranîn[5] . Aresteya herika nav cogê, ji aliyê hormonên herisê ve tê diyarkirin. Coga kîsikê zeravê tevlê coga hevbeş a kezebê dibe, bi vî awayê coga hevbeş a zeravê çê dibe. Coga hevbeş a zeravê 7,5 cm dirêj e û qalindiya wê bi qasî 6 mîlîmetre ye[2]. Coga hevbeş a zeravê, ji kezeb û kîsikê zeravê, şilemeniya zeravê diguhezîne nav donzdetilîkê. Li hêla gupika gewre ya donzdetilîkê de coga hevbeş a zeravê bi coga pankreasê ve yek dibe û bi hev re dikevin nav rûviya donzdetilîkê[4] .

Nexweşî[biguherîne]

Kevirên kisikê zeravê[biguherîne]

Kevirên kîsikê zeravê coga kîsikê dixitimîne û êş dide canê mirov.

Hin caran dibe ku di nav kîsikê zeravê de an jî di cogên zeravê de kevir peyda bibin. Heke kolesterola tîr û îyonên kalsiyumê têkilê hev bibin, di nav kîsikê zeravê de çêbûna kevir rû dide[6]. Kevirên zeravê wekî xîçikên hûrik peyda dibin. Hin caran kevir coga kîsikê zeravê dixitimîne, wê gavê herika zeravê an disekînê, an jî pir kêm dibe û dema herika zeravê, êş li canê mirov dikeve. Bi gelemperî kevirên kîsikê zeravê bi niştergeriyê tên derxistin. Hin caran jî, li gel keviran, kîsikê zeravê jî bi niştergeriyê ji laş tê dûrxistin. Zerav di kezebê de tê berhemkirin, loma mirovên bêkîsikê zerav jî dikarin jiyana asayî bijîn, ji ber ku di laşê wan de zerava embarkirî tune ye, divê xurekên kêmrûn bixwin[6]. Nexweşiya kîsikê zeravê di nav jinan de hê pirtir peyda dibe. Di laşê jinan de kevirên kîsika zeravê ji yê mêran du car zêdetir çê dibe[5] .

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  2. a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  3. Caple, I., Heath, T. (1972). Regulation of output electrolytes in bile and pancreatic juice in sheep. Australian Journal of Biological Sciences, 25, 155-65
  4. a b ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Digestive system [2]
  5. a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  6. a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.