Zerav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zerav di kezebê de tê berhemkirin bi cogên zeravê ber bi rûviya donzdetilîk ve tê guhestin.

Zerav[1] (bi ingilîzî: bile), şileyek bi rengê zerokî -keskoyî ye, di kezebê de tê berhemkirin û di kîsikê zeravê de tê embarkirin[2]. Rojê bi qasî lîtreyek zerav ji kezebê tê derdan[3]. Zerav bi navbeynakriya tora cogan ji kezebê ber bi donzdetilîkê ve tê guhastin.

Pêkhateya Zeravê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zerav ji aliyê xaneyên kezebê yên bi navê hepatosit (bi latînî: hepatocytes) ve tê berhemkirin. pH ya şilemeniya zeravê 7.6 - 8.6 e[3]. Şileya zeravê, ji av, lîncemade, xwê, kolesterol, bilirubîn, xwêyên zeravê, asîdên zeravê, fosfolîpîd, proteîn, karbohîdrad û elektrolîdan pêk tê. Elektrolîdên nav ava zeravê bi gelemperî ji Cl-, Na+, K+ û îyonên bîkarbonadê pêk tê[4]. Xwêyên zeravê di kezebê de ji kolesterolê tê çêkirin[5]. Kolesterol jî di kezebê de tê berhemkirin[6] . Rêjeya kolesterola nav zeravê li gor cora xurek diguhere. Heke li gel xurek, mêjerek zêde çewrî jî werê xwarin, ango xwarinên rûnî bê xwarin, derdana kolesterolê jî zêde dibe. Kolesterol corek çewrî ye, bi tena serê xwe molekulek netiwawe ye, ango di nav avê de nahele. Lê gava kolesterol bi xwêyên zeravê û fosfolîpîdan ve girêdan çêdike, êdî dibe molekulek tiwawe

çalakiya zeravê li ser rûyê çewrî

Zerav rengê xwe ji pîgmenta bilirubînê digire. Di nav sipil, moxê hestî û kezebê de xirokên sor ên mirî an jî yên ne çalak tên perçekirin. Ji têkşikestina xirokên sor, madeyên wek hesin, proteîn û bilirubîna jehravî peyda dibe[3]. Ev madeyên paşmayî ji sipil û moxê hestî bi alîkariya proteîna albumîn, ber bi kezebê ve tên guhastin. Kezeb hesin û proteînan ji bo dubare bikaranînê dihêle. Bilirubînê jî tevlê zeravê dike. Bilirubîn di nav zeravê de diherike nav coga herisê. Piştî herisa mekanîk a çewrî, bakteriyên nav rûviya stûr, bilirubînê diguherinîn madeyek din a bi navê sterkobîlîn(stercobilin). Rengê qehweyî ya pîsayî ji vî madeyê pêk tê[7]. Hin caran dibe ko bi têra xwe zerav neherike nav coga herisê, di rewşek wiha de ji ber kêmasiya bilirubînê rengê pîsayî êdî ne bi rengê qehweyî, lê bi rengê spî xuya dibe. Rengê sipî yê pîsayî ji çewriyên neherisî ye[3]. Heke ji ber hin sedeman bilirubîn ji laş neyê dûrxistin û rêjeya bilirubîna nav xwînê berz bibe, mirov bi nexweşiya zerikê dikeve. Çerm û sipîka çavên van kesan rengê zerokî dibe[8]. Xaneyên kezebê bê rawestan zerav berhem dike û der dide, lê gava mirov li nav xurekan de zêde çewrî dixwe, derdana zeravê jî zêde dibe.

Erkê zeravê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Don, bez, rûnê nivişk, rûnê riwekan hwd wekî çewrî bi nav dibin. Çewrî madeyek dijav (hîdrofob) e, loma di nav avê de perçe nabe. Erkê bingehîn ê zeravê ji bo herisa mekanîk a çewrî ye. Xwêyên zeravê û madeyek ji koma fosfolîpîdan bi navê lesîtîn(lecithin), li ser çewrî mîna sabûnê kar dike. Zerav dilopên çewrî perçe dike û dilopên hê hûriktir çêdibin[7] . Ev dilopên hûrik ên bi zerav dorpêçî wekî mîsel (micelle) tên navkirin.[9] Rûyê mîselan avxwaze e, loma dilopên çewrî bi hêsanî tevlê av û xurekê dibe[3]. Bi vî awayê rûyê çewrî firehtir dibe. Her ko rûyê dilopên çewrî fireh dibe, enzîma lîpazê hê bêhtir kar dike û bi herisa kîmyayî, çewrî heris dike ji bo glîserol û asîdên çewrî[6] . Piştî perçekirina dilopên çewrî, xwêyên zeravê ji aliyê xaneyên rûviya zirav ve tên mijandin û tevlî xwînê dibin ko cardin werin bikaranîn[5]. Ji ber hebûna zeravê, çewriyên herisî û vîtamînên A, D, E,û K di rûviya zirav de bi hêsanî tên mijîn û tevlê lîmfê dibin[8][9]. Li gel erka wî ya herisa mekanîk, zerav ji bo dûrxistina bilirubînê jî navbeynkarî dike. Bilirubîna zêde di nav pîsayî de ji laş tê avêtin.

Kontrola derdana zeravê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hormona kolesîstokînîn (cholecystokinin) ji aliyê xaneyên rûviya donzdetilîk ve tê berhemkirin û derdan. Kolestokînîn derdana zeravê han dike. Hormona kolesîstokînîn(CCK) masûlkeyên kîsikê zeravê girj dike, di heman demê de guşera devê coga zeravê ya hevbeş sist (xav) dike[5]. Guşera devê coga zeravê li hêla gopika donzdetilîkê de ye. Bi vî awayê zerav, ji kîsikê zeravê ber bi rûviya donzdetilîkê diherike. Heke di coga herisê de xurek tune be, vê gavê kolesîstokînîn guşera devê coga zeravê girj dike, bi girjbûna guşerê, zerav êdî naherike nav rûviya zirav, berê xwe dide kîsikê zeravê û li wir tê embarkirin[5][3]. Di dirêjiya dema embarkirinê de, xestîya zeravê zêde dibe. Ango di na nav kîsikê zeravê de ava zeravê kêm dibe, zerav hê pirtir tîr dibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kovara Kurmancî (instituta kurdî li paris)
  2. ^ OpenStax Biology. 2013. [1]
  3. ^ a b c d e f OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]
  4. ^ Caple, I., Heath, T. (1972). Regulation of output electrolytes in bile and pancreatic juice in sheep. Australian Journal of Biological Sciences, 25, 155-65
  5. ^ a b c d Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  6. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  7. ^ a b Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
  8. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  9. ^ a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.