Zeravdank

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kîsikê zeravê, zeravdank (bi îngilizî: gallbladder) kîsek bi rengê kesk e. Di binê kezebê de li aliyê rastê de cih digire.

Pekhateya kîsikê zeravê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kîsikê zeravê, kîsikek masûlkî yê bi şeweya hirmî ye.[1] Dirêjiya wî bi qasî 8–10 cm ye û bi qasî 50 mîlîlître zerav embar dike.[2] Kîsikê zeravê ji sê beşê serekê pêk tê. Binî (fûndûs), laş û stû.[2] Binî beşa herî fireh e. Stû bi coga kîsikê zeravê ve girêdayî ye. Rûyê hundirîn ê kiskê zeravê wekî mîna ya gedeyê, bi lînceperdeya qurmiçkî dapoşî ye. Lê di dîwerê wî de çîna jêrelînceperde tune. Çîna lînceperde, ava nav zeravê dimije, bi vî awayê xestiya zerava nav kîsikê zeravê ji zerava kezebê bi qasî 10 car zêdetir dibe.[2] Di binê çîna lînceperdeyê de çîna masûlkeyên lûs cih digire. Bi girjbûna van masûlkeyan, zerav ji kîsikê zeravê ber bi coga herisê diherike. Beşa jêr a rûyê derve yê kîsikê zeravê bi betan (perdeya perîton) dapoşi ye[2]. Zerav bi navbeynakriya tora cogan ji kezebê ber bi donzdetilîkê ve tê guhastin. Pila çepê û pila rastê ya kezebê, zeravê der didin nav coga rastê û çepê ya kezebê. Ev herdu cog digihîjin hevdu, coga nû êdî wekî coga hevbeş a kezebê tê navkirin.[3] Zerav ji kezebê bi riya coga kîsikê ber bi kîsikê zeravê diherike, zerav di kîsikê zeravê de tê embarkirin. Gava pêdivî bi zerava embarkirî hebe, zerav bi riya heman cogê ber bi donzdetilîkê diherike. Ango coga kîsikê zeravê, li gel tijîkirinê, ji bo valakirina kisikê zeravê jî tê bikaranîn. Aresteya herika nav cogê, ji aliyê hormonên herisê ve tê diyarkirin.[3] Coga kîsikê zeravê tevlê coga hevbeş a kezebê dibe, bi vî awayê coga hevbeş a zeravê çêdibe. Coga hevbeş a zeravê, ji kezeb û kîsikê zeravê, şilemeniya zeravê diguhezîne nav rûviya donzdetilîkê. Li hêla gupika gewre ya donzdetilîkê de Coga hevbeş a zeravê bi coga pankreasê ve yek dibe û bi hev re dikevin nav donzdetilîkê.

Kîsik û cogên zeravê

Erka kîsikê zeravê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kîsikê zeravê zerav embar dike, gava pêdiviya coga herisê bi zeravê hebe, zerava embarkrî berdide nav coga zeravê.[4]
  • Di dema embarkirinê de, rûkeşexaneyên lînceperdeya kîsikê zeravê, ava nav zeravê dimijîne bi vî awayê zerav tîr dibe, ango xestî ya zeravê zêde dike.

Kontrola çalakiya kîsikê zeravê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girjbûna masûlkeyen kîsika zeravê ji aliyê koendama demar û hormona kolesîstokînîn ve tê kontrolkirin.[5]. Demara vagus a sîstema parasîmpasawî ya koendama demar ji bo girjbûn û xavbûnê sinyal radigihîne kîsikê zeravê. Hormona kolesîstokînîn (bi înglîzî: cholecystokinin) ji aliyê xaneyên rûviya donzdetilîk ve tê berhemkirin û derdan. Kolestokînîn derdana zeravê han dike. Hormona kolesîstokînîn (CCK) masûlkeyên kîsikê zeravê girj dike[4], di heman demê de guşera devê coga zeravê ya hevbeş sist (xav) dike. Guşera devê coga zeravê li hêla gopika donzdetilîkê de ye. Bi vî awayê zerav, ji kîsikê zeravê ber bi rûviya donzdetilîkê diherike. Heke di coga herisê de xurek tune be, vê gavê kolesîstokînîn guşera devê coga zeravê girj dike, bi girjbûna guşerê, zerav êdî naherike nav rûviya zirav, berê xwe dide kîsikê zeravê û li wir tê embarkirin. Di dirêjiya dema embarkirinê de, xestî ya zeravê zêde dibe.

Nexweşiyên Kisikê zeravê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kevirên kisikê zeravê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kevirên kîsikê zeravê

Hin caran dibe ko di nav kîsikê zeravê de an jî di cogên zeravê de kevir (berd) peyda bibin. Heke kolesterola tîr û îyonên kalsiyumê têkilê hev bibin, di nav kîsikê zeravê de çêbûna kevir rû dide.[6] Kevirên zeravê wekî xîçikên hûrik peyda dibin. Hin caran kevir coga kîsikê zeravê dixitimîne, wê gavê herika zeravê an disekînê, an jî pir kêm dibe û dema herika zeravê de, êş li canê mirov dikeve. Bi gelemperî kevirên kîsikê zeravê bi neştergeriyê tên derxistin. Hin caran jî, li gel keviran, kîsikê zeravê jî bi neştergeriyê ji laş tê dûrxistin. Zerav di kezebê de tê berhemkirin, loma mirovên bêkîsikê zerav jî dikarin jiyana asayî bijîn, ji ber ko di laşê wan de zerava embarkirî tune ye, divê xurekên kêmrûn bixwin.[6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  2. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  3. ^ a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
  4. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  5. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA,Gallbladder. [2]
  6. ^ a b Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.