Dîlan Gwyn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîlan Gwyn
Navê rastî
Dîlan Kotan
Jidayikbûn4 hezîran 1987 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Spånga-Kista församling Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilKurd
HevwelatîSwêd
Perwerde
  • Paris-Sorbonne University - Paris IV Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeLîstikvan
Salên çalak2007 - roja me
Zarok1
Dê û bav
  • Orhan Kotan (bav)
Malperwww.dilangwyn.com Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dîlan Kotan ku bi bernavkê Dîlan Gwyn an jî navneteweyî wek Dilan Gwyn (jdb. 4ê hezîrana 1994an li Stockholmê, Swêdê) tê nasîn lîstikvaneke swêdî ye ku deûbavên wê kurd in. Di warê etnîsîteya xwe de li ser Twitterê dibêje: "Ez ermen, çerkez, yewnan, kurd û tirk im. Ez li Swêdê hatime dinyayê."[1]

Jiyana wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîlan Gwyn ji dê û bavên kurd li Stockholma Swêdê hat cihanê û li wir mezin bû. Berî ku ew ji dayik bibe, dê û bavê wê tevî xwişka wê ya mezin ji Tirkiyeyê reviyane Swêdê. Bavê wê Orhan Kotan rojnamevan û çalakvanê mafên kurdan bû.[2] Piştî xwendina dibistanê, wê li Parîsê li Zanîngeha Paris-Sorbonne û li Zanîngeha Stockholmê jî sînemayê xwend. Ew li Akademiya Hunerên Dramatîk a Amerîkî, pêşî li kampûsa Los Angeles û dûv re li kampûsa Manhattanê, ku li wir di sala 2010an de mezûn bû, di hunerên performansê de perwerde kir.

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2012an de, Gwyn di Shoo Bre û Plastic Films de yekem fîlma xwe ya dirêj lîst. Dûv re di sala 2014an de, wê pêşkeşa xwe yekem ya televîzyonê wekî Yana di sezona duyem a rêzefîlma dîrokî ya fantazî ya Da Vinci's Demons de da û di fîlma tirsnak a fantazî Dracula Untold de xuya bû. Gwyn di sala 2015an de di fîlma drama ya kanadî Là où Atilla passe de lîst. Ji salên 2016an heta 2018an, Gwyn di her du sezonên rêzefîlma honaka zanistî ya Freeformê Beyond de rola Willa Frost lîst.[3] Piştî vê yekê di sala 2018an de rol di fîlmên The Convent, fîlmeke tirsnak a brîtanî û Lyckligare kan ingen vara, dramayeke komedî ya swêdî de, hat. Di sala 2019a de, Gwyn di fîlma şer a fransî Sœurs d'armes de lîst[4][5] û di rêzefîlma Viaplayê Älska mig de dest bi rola Elsa kir.

Jiyana kesane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gwyn bi mêrê xwe Emil û keça wan re, ku di kanûna pêşîn a 2021an de li Nexweşxaneya Karolinskayê ji dayik bû, li rojavayê Stockholmê dijî.[6] Ew li London, Amsterdam û Stembolê jî jiyaye.[7]

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Sernav Rol Nîşe
2007 Workshopen Kurtefîlm
2008 Angels in the Snow (Şablon:Lang-sv) The Friend Kurtefîlm
2011 The Delivery Young Ruth Kurtefîlm
Black Coffee Vanessa Kurtefîlm
2012 Shoo Bre Zeynep
Plastic Films Erica
2014 Dracula Untold Governess
2015 K7 Marian Kurtefîlm
Where Atilla Passes (bi fransî: Là où Atilla passe) Asya
2018 The Convent Alice Langley
It's All About Love (Şablon:Lang-sv) Ebba
2019 Sisters in Arms Zara
2020 The Evil Next Door (Şablon:Lang-sv) Shirin [8][9]
2022 The Woman Under the Bed Sloan

Televîzyon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Sernav Rol Nîşe
2014 Da Vinci's Demons Yana 3 beş
2016–2018 Beyond Willa Frost Main role
2019–2020 Love Me (Şablon:Lang-sv) Elsa Rola sereke
2020 Paragon: The Shadow Wars Rush 3 beş
2021 Two Sisters (Şablon:Lang-sv) Alicia Rola sereke[10]
2022 Kronprinsen som försvann Drottning Lovisa

Lîstikên vîdyoyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dilan Gwyn (12 gulan 2014). "I'm Armenian, Circassian, Greek, Kurdish and Turkish. Born in Sweden. Most of us aren't just one thing. We need to stop hating each other". Roja gihiştinê 31 gulan 2021 – bi riya Twitter.
  2. ^ "Dilan Gwyn". NKD Mag (bi îngilîzî). 2017-12. Roja gihiştinê 2023-04-05. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  3. ^ Thompson, Gianina (22 adar 2018). "Dilan Gwyn fights off bad guys using her karate and Krav Maga skills in Freeform's 'Beyond'". ESPN. Roja gihiştinê 5 nîsan 2023.
  4. ^ "Sur le tournage du film de guerre féministe de Caroline Fourest" (bi fransî). Vanity Fair France. 20 sibat 2019. Roja gihiştinê 5 nîsan 2023.[girêdan daimî miriye]
  5. ^ "Sœurs d'armes". UniFrance (bi fransî). Roja gihiştinê 5 nîsan 2023.
  6. ^ Bilby, Therese (5 sibat 2022). "Dilan Gwyn om livet med en nyfödd: "Magiskt och utmanande"". Mama (bi samiya bakur). Roja gihiştinê 5 nîsan 2023.
  7. ^ Weckström, Alina (22 hezîran 2021). "How to stay true to your values? Actress Dilan Gwyn on coping with loss and finding her true grit. Understanding your values in difficult times". 29k (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 16 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 nîsan 2023.
  8. ^ Ferraro, Pietro (31 gulan 2021). "The Evil Next Door: trailer dell'horror sovrannaturale svedese con Dilan Gwyn". Cineblog (bi îtalî). Roja gihiştinê 31 gulan 2021.
  9. ^ "Dilan Gwyn blev "skiträdd" för sin egen film". Aftonbladet (bi swêdî). Roja gihiştinê 31 gulan 2021.
  10. ^ Keslassy, Elsa (1 çiriya pêşîn 2020). "NENT Group Orders Yellow Bird-Produced Series 'Two Sisters' (EXCLUSIVE)". Variety. Roja gihiştinê 31 gulan 2021.