Dîsakkarîd
Dîsakkarîd ji du monosakkarîdên hevgirtî pêk tê. Monosakkarîd bi dehîdrasyonê navbera hevdu de benda kovalend ava dikin û molekula dîsakkarîd(cotşekir) çê dibe. Benda kîmyayî ya navbera her du monomerên dîsakkarîdê wekî benda glîkozîdî bi nav dibe. Dema çêbûna dîsakkarîdê molekulek av ji reaksîyonê derdikeve.
Monosakkarîd + monosakkarîd → dîsakkarîd + H2O
Sê cureya dîsakkarîdên belavbûyî; maltoz, sukroz û laktoz e. Formula kîmyayî ya her sê dîsakakrîd jî C12H22O11 ye. Cureya monomerên dîsakkarîdê, cureya dîsakkarîdê dîyar dike. Dîsakkarîd di nav avê de dibihujin (dihelin). Tehma wan şîrîn e. Bê ku bi enzîman bên herisandin, dîsakakrîd ji parzûna xaneyê derbas nabin.
Maltoz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Maltoz ji du molekulên glukozê pêk tê. Di siruştê de dîsakkarîda herî kêm belavbûyî maltoz e. Di nav tovên zîl vedan de piçek maltoz heye. Hinek maltoz jî ji nîşayê çê dibe. Dema hîdrolîzê, nîşa bi carekî de naherise nav glukozê, pêşî, bi enzîma amîlazê ji nîşayê maltoz çê dibe, lê paşê ev maltoz jî tê herisandin û jê glukoz çê dibe. Cehê zîldayî û cardin hatî hişkkirî wekî malt tê bi nav kirin. Malt gelek maltoz dihundirîne, loma maltoz wekî şekira maltê an jî şekira ceh jî bi nav dibe. Malt di çêkirin û meyandina bîrayê (cehav) de tê bikaranîn.

Sukroz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sukroz Ji molekulek glukoz û molekulek fruktozê pêk tê. Sukroz dîsakkarîda herî şîrîn e. Şekira çay sukroz e. Sukroz ji silqê û levenê şekir tên hilberandin. Riwek şekirên ku bi fotosentezê çê dikin, diguherînin sukrozê û bi vî awayê ji boy enbarkirinê dişînin reh û qurmên xwe. Bi hîdrolîza sukrozê glukoz û fruktoz pêk tê. Glukoz û fruktoza ji sukrozê hatî hilberandinê, wekî şekira învert bi nav dibe. Şekira învert ji şekira çayê şîrîntîr e û biteşeya şirûbê ye. Ji rûviya zirav a mirovan enzîma sukraz avzê dibe. Ev enzîm sukrozê hîdrolîz dike bi vî awayê glukoz û fruktoz bi hêsanî ji rûvî derbasî nav xwînê dibin.
Laktoz[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Laktoz ji molekulêk galaktoz û glukozê pêk tê. Şîr bi giraniya xwe ya %4 - %6an ji laktozê pêk tê. Loma laktoz wekî şekira şîrê tê bi nav kirin. Ji boy dehandina laktoz di rûviya zirav a dergûş û zarokan de enzîma laktaz tê avzê kirin. Ji ber ku vexwarina şîr kêm dibe, di laşê mirovên gihîştî de, avzêya laktazê jî roj bi roj kêm dibe an jî bi tevayî radiweste. Loma dema mirovên gihîştî şîr vedixwin, di be ku laktoz neyê herisandin. Mirovên ku di rûviya wan da bi têra xwe laktaz çê nabe, wekî nexweşên bi bêtoleransiya laktozê bi nav dibin. Van kesan gava şîr vedixwin, laktoz di rûviya wan da nayê dehandin û dibe sedema vijik û gazên rûvî. Li hin herêman, mirovên gihîştî vexwarina şîrê her wekî dema zaroktiya xwe didominin. Avzêbûna laktaz jî di laşê van însanan da didome, loma nexweşiya bêtolerensiya laktozê li nav van însanan gelek kêm e. Mirovên bi nexweşiya bêtoleransiya laktozê ketine, di rûviyên wan da enzîma ji boy herisandina laktozê çê nabe. Dema di nav rûvî da laktaz kêm be, wê gavê laktoz nayê herisandin. Bakteriyên nav rûvî, laktozê dimeyinin(tirş dikin). Bi meyandina laktozê gazên wekî Karbondîoksît, Hîdrojenê û hin asîd çê dibin. Ji ber ku laktoz di rûvî de dimîne pestoya osmosiya nav rûvî zêde dibe, av ji dorhêlê bi difuzyonê dikeve nav rûvî. Zêdebûna av, gaz û asîdan zik û rûviyên mirov diwerîmîne û diêşîne. Li gel van nerihetiyan, dibe ku mirov vijikî jî bibe.