Rûviya zirav
Rûviya zirav (bi îngilîzî small intestine) di navbera gede û rûviya stûr de bi awayekî badayî dirêj dibe. Rûviya zirav bi qasî 6 – 7 metre dirêj e.[1] Firehiya coga rûvî 2.5 cm e[2] . Rûvî xwe li ser hev tewandî ye, loma di nav zikekelênê de bi hêsanî cih dibe[3]. Ji ber ko qalindiya (panî) wê, ne bi qasî ya rûviya stûr e, navê wê kirine rûviya zirav[4]. Rûvî li gel karê herisê, cogek wekî mîna riya xurek (rêxurek) kar dike, li başûrê Kurdîstanê ji bo rûviya zirav peyva rêxola barîk (zirav) tê bikaranîn.
Anatomiya rûviya zirav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rûviya zirav ji sê beşan pêk tê. Rûviya donzdetilîk, rûviya vala, rûviya badayî.[1]
Rûviya donzdetilîk an jî rûviya donzdegirêk (bi înglîzî: duodenum) navê xwe ji dirêjiya xwe digire. Dirêjiya rûviya donzdetilîkê bi qasî donzde tilî an jî 25 cm e.[2] Rûviya donzdetilîk dişibe pîta C yê,[5] ji guşera pîlorî dest pê dike hetanê rûviya vala (rûviya birçî) dirêj dibe. Ji bo herisa mekanîk a çewrî, ji kezebê zerav tê derdan, zerav bi navbeynkariya cogê tevlê xurekên nav donzdetilîkê dibê. Herwisa ji bo herisa kîmyayî jî ji pankresê enzîmên herisê tevlê donzdetilîkê dibe[3]
Rûviya vala an jî rûviya birçî (bi Înglîzî: jejenum): Dirêjiya wê bi qasî 2.5 metre ye.[1] Mijîna xurekan cara pêşîn di rûviya vala de dest pê dike.
Rûviya badayî (bi înglîzî: ileum) beşa dawî ya rûviya zirav e. Dirêjiya wê bi qasî 3.6metre ye.[1] Di kotahiya rûviya badayî de rûviya stûr dest pê dike.
Pêkhateya rûviya zirav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çîna lînceperde û çîna jêrelînceperde di nav coga rûvî de pêçanên bazinî ava dikin. Pêçanên bazini ji aliyekî rûyê rûviya zirav fireh dikin, ji aliyê din ve xurek ji ber hebûna pêçanên bazinî, hedî bi hedî di nav rûvîde derbas dibe.[6] Herisa kîmyayî û ya mekanîk di rûviya zirav de bi dawî tê.[2] Ji bo herisa kîmyayî û mijîna xurekan, xurek bi qasî 12 saet di nav rûviya zirav de dimîne. 90% ê xurek û av ji diwarê rûviya zirav tê mijandin û tevlê xwînê dibe.[6] Çîna lînceperde ji rûkeşeşane pêk te. Ango rûkeşeşane navpoşê rûviya zirav dadipoşe. Li ser rûyê hundirîn (navpoş) a rûviya zirav de hin pêkhateyên mîna tilî hene navê van pêkhateyan memîle (bi ingilîzî: yekjimar "villus”, pirjimar "villi”) ye.[7] Memîle bi çînek xaneyên rûkeş ve dapoşî ye. Xaneyên rûkeş jî ji bo zêdekirina rûyê rûviya zirav, parzûna xaneyê ber bi coga (lumen) herisê dirêj dike, li ser rûyê xaneyê pêkhateyên wekî mîna kulkan peyda dibe. Ev pêkhate wekî wirdememîle (bi ingilîzî: yekjimar "microvillus”, pirjimar "microvilli”) tê navkirin.[1] Ango wirdememîle ji parzûna xaneya rûkeş pêk tê. Memîle û wirdememîle rûyê hûndirîn (navpoş) e rûvî firehtir dike,[8] bi vî awayê xurek bi hêsanî tê mijandin.[4] Di nav çîna lînceperde de hin xaneyen taybet hene, xaneyên goblet û xaneyên derdanî mînakin ji bo van xaneyan. Xaneyên derdanî enzîm û hormon der didin. Xaneyên goblet lîncemade der dide.[2] Molekulên sakar (hûrik) ên wekî mîna glukoz, asîdên amînî û hwd ji coga herisê derbasê nav lûleyên xwînê yên memîleyê dibin. Çewrî dikeve nav lûleyên lîmfê.[9] Xurek bi difuzyonê an jî bi guhestina çalak ji rûvî tên mijandin[3]
Nexweşiya kêmtoleransiya laktozê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şîr şekira laktozê lixwe digire. Loma laktoz wekî şekira şîrê jî tê navkirin.[5] Ji bo heriskirina laktozê, di rûviya zirav a dergûş û zarokan de enzîma laktaz tê berhemkirin û derdan. Mîrovên bi temengihîştî li gor dema zaroktiya xwe hê kêmtir şîr vedixwe, loma di laşê mirovên temengihîştî de, derdana laktazê jî roj bi roj kêm dibe an jî bi tevayî radiweste. Mirovên ko di rûviya wan da bi têra xwe laktaz çênabe, wekî nexweşên kêmtoleransiya laktozê tên navkirin (bi îngilîzî:lactose intolerance).[10] Ev kesan gava şîr vedixwin, laktoz di rûviya wan da nayê heriskirin û dibe sedema vijik û gazên rûvî. Li hin herêman, mirovên gihîştî vexwarina şîrê, her wekî dema zaroktiya xwe didominin. Derdana laktaz jî di laşê van kesan da didome, loma nexweşiya kêmtolerensiya laktozê li nav van mirovan de gellek kêm e. Mirovên bi nexweşiya kêmtoleransiya laktozê ketine, laktozê naherisînin, laktoz ji bo demek dirêj di nav rûviyên wan da dimîne. Bakteriyên nav rûvî, laktozê dimeyinin (tirş dikin). Bi meyandina laktozê gazên wekî Karbona dîoksîd, hîdrojen û hin corên asîdan çêdibe.[8] Ji ber ko laktoz di rûvî de dimîne pestoya osmoziya nav rûvî zêde dibe, av ji dorhêlê bi difuzyonê dikeve nav rûvî. Zêdebûna av, gaz û asîd, zik û rûviyên mirov diwerîmîne û diêşîne[9] Li gel van nerihetiyan, dibe ko mirov vijikî jî bibe.
Nexweşiya sîliyak
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di nav genim, ceh û çewder de komek proteîn heye navê wî gluten e.[11] Koendama bergiriyê ya hin mirovan, glutenê wekî hokara nexeşiyê dehesibîne û li hember glutenê bergirî dabîn dike. Kêmtolerasnsiya glutenê wekî nexweşiya sîliyak tê navkirin (bi îngilîzî: celiac disease). Kesên bi nexweşiya sîliyakê heke di nav xwarina xwe de gluten bixwe, xaneyên bergiriya laş, êrîş dibin ser lînceperdeya rûviya zirav. Ji ber êrîşa xaneyên bergiriyê, ziyan digihîje memîleyên rûvi. Memîleyên ziyangirtî bi têra xwe xurek namijînin.[5] Nexweşiya sîliyak, nexweşiyek bomaweyî (genetîkî) ye. Nîşaneyên nexweşiyê; Di coga herisê de peydabûna gaz, zikçûn, westayî, bêtaqetî, jarbûn, kêmxwînî. Nexweşên sîliakê dive teqez xurekên bêgluten bixwin[5]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c d e Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
- ^ a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
- ^ a b c Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.
- ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
- ^ a b c d OpenStax Biology. 2013. [1]
- ^ a b McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
- ^ SCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6
- ^ a b OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax,2013 [2]
- ^ a b Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, celiac disease [3]