Here naverokê

Dayê dayê (stran)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dayê Dayê straneke kurdî ye ku bi îhtimaleke mezin gotin û awazê wê ji aliyê helbestvanê kurd Gernas Koçer ve hatiye nivîsandin û paşê awaza wê ji aliyê hunermendê nijadperest yê tirk Mustafa Yıldızdoğan ve hatiye dizîn û wek strana Ölürüm Türkiyem hatiye belavkirin. Ev stran heta îro wek sirûda faşîstan[1] tê bikar anîn û muzîkjen Mustafa Yildizdogan jî ragihandiye ku wî bi xwe muzîk çênekiriye.[2]

Stran herwiha mînakek e ku nîşan dide, ka çawa nasnameya kurd ji aliyê muzîkvan û hunermendên biyanî ve hatine guhertin û asîmîle kirin. Gelek stranên din ên kurdî bi vî rengî di çarçoveya kampanyaya asîmîlasyonê ya Tirkiyê û hin welatên erebî de hatine dizîn û guhartin.

Polemîka stranê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Koma Qamişlo

Di sala 2017an de bi rêya medyayên civakî derket holê ku melodiya strana Dayê dayê ji bo strana tirk a nijadperest Ölürüm Türkiyem hatiye dizîn. Dû re hat îdia kirin koma Qamişlo di sala 1986an de konserek li bajarê Qamişlo daye û di vê konserê de strana Dayê dayê cara ewil hatiye xwendin. Ji bo vê îdîayê heta îro tu çavkaniyên pêbawer nehatine nîşandan, tevî ku îhtimaleke mezin heye ku melodiya stranê hatiye dizîn. Wek delîl, tenê qeydên orîjînal li ser kanalên cuda yên înternetê hatin belavkirin. Li gor amûrên ku tê de hatine bikaranîn û qalîteya xerab a qeydê, mirov kare bêje ku divê ev tomarek orîjînal be. Qeyda stranê dişibe gelek tomarên kurdî yên ji salên 80î û 90î: Di wê demê de çanda kurdî bi tundî dihate qedexekirin û çewsandin, lewra gelek kopiyên korsanî yên muzîka kurdî ji bo belavkirin û parastina muzîka kurdî hatin çêkirin.

Ger wisa be, melodiya Dayê Dayê di sala 1993ê de ji aliyê hunermendê nijadperest yê tirk Mustafa Yıldızdoğan ve ji bo strana Ölürüm Türkiyem hatiye dizîn. Stran wek sernavê seyemîn albûma Mustafa Yıldızdogan hat bikaranîn, ku di sala 1993 de derket.[3] Ev asîmîlekirina nasnameya kurdî bi dizîna muzîka kurdî û bikaranîn û îstîsmarkirina wê ji bo muzîka tirkî, di dîroka hunera tirkî de gelekî berbelav e û îro jî bi awayekî aktîf tê berdewam kirin.

Bersiva Mustafa Yıldızdoğan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Ölürüm Türkiyem

Mustafa Yıldızdoğan bixwe nexwestiye bikeve nava nîqaşan û wiha gotiye:

Min jixwe qet negot muzîk ya min e.

— Mustafa Yıldızdoğan

Lê derket holê ku li ser kasêtê wisa hatiye nivîsandin ku muzîk jî aîdî Yıldızdoğan e.[4]

Stran heta îro di çarçoveya bûyerên siyasî (wek hilbijartin, mitîngên û hdw) de ji aliyê faşîst û dewleta tirk ve tê bikaranîn. Ev jî mînakeke din e ku çawa hêmanên nasnameya kurdî tên dizîn û ji bo rûreşkirina kurdan û ku zirardayîna psîkolojiya kurdî tên bikaranîn.[5][6][3]

Bersiva Gernas Koçer

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demek şûnda helbestvan û lêkolîner Gernas Koçer bi rojnameyên cuda re kete têkiliyê û îdia kir ku wî ev stran nivîsiye. Koçer got, ji ber ku ew naxwaze di arşîvan de bi xeletî bi cih bibe û lewma dixwaze bila ew bê sererast kirin:

Di çapemeniyê de hatibû nivîsandin ku Koma Dengê Qamişlo di sala 1986an de stran gotiye. Lê min helbesta vê berhemê li ser hevalên ku di sala 1990an de li Cûdî şehîd ketine nivîsî û me awaz çêkir û bi Koma Niştimanperwer di sala 1990an de li maleke Êlihê bi awayekî korsan tomar kir.

— Gernas Koçer

Ev mînak nîşan dide ku îro jî çanda kurdî bi awayekî bê rehm tê dizîn û biyanîkirin. Ev jî îspata wê yekê ye ku çanda kurdî divê bi qanûnê bê parastin.

Gotinên stranê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dayê ji bîrkirin hin li min ketiye
Wê bi serkêş kezeba min hin rastiye
Dayê ji bîrkirin hin li min ketiye
Wê bi serkêş kezeba min hin rastiye

Wa bibîne cerga min xal
Pir sotiye, dayê dayê
Pir sotiye, dayê dayê
Hin rastiye, lê lê dayê

Wa bibîne cerga min xal
Hin rastiye, dayê dayê
Pir sotiye, dayê dayê
Hin rastiye, lê lê dayê

Tu li min berxê li nav vê gola xwînê da
Min kir navê li ber xêrê min qorê da
Tu li min berxê li nav vê gola xwînê da
Min kir navê li ber xêrê min qorê da

Bibim qurban lê lê dayê vê dozê da
Dayê dayê, vê dozê da
Dayê dayê, vê dozê da
Lê lê dayê

Bibim qurban lê lê dayê vê dozê da
Dayê dayê, vê dozê da
Dayê dayê, vê dozê da
Lê lê dayê

  1. ^ Rassistische Realitäten, 2024, roja gihiştinê 6 tebax 2024
  2. ^ Yıldızdoğan şaşırdı: 1992’de besteledim ama “müziği bana aittir” demedim, 2017, roja gihiştinê 6 tebax 2024
  3. ^ a b "Ülkücülerin 'Ölürüm Türkiyem' şarkısı Kürtçeden çalıntıymış". Evrensel.net. 10 tebax 2017. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  4. ^ "Türk milliyetçilerine şok! O şarkı PKK'lılar için yazılmış". Aktifhaber.com. 20 tebax 2017. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  5. ^ MHP hırsızlığına Koma Berxwedan'dan tepki, 2024, roja gihiştinê 5 tebax 2024
  6. ^ Kürtçe şarkılara dadanmış bir Menzilci: Hem çalıyor hem sevap kazanıyor, roja gihiştinê 5 tebax 2024[girêdan daimî miriye]