Here naverokê

Gernas Koçer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gernas Koçer ango Reşîd Yilmaz (jdb. 1968 li herêma Berwarî-Xezxêrê li gundê Hêşeta Berê sipî) nivîskar, lêkolîner û helbestvanek kurd e.[1]

Malbata wî di sala 1973an de dev ji koçeriyê berdide û li bajarê Êlihê bi cî dibe. Digel dibistana bi zimanê tirkî li ser daxwaziya bavê xwe li medreseyên Kurdistanê bi kurdî û erebî jî dest bi xwendin û perwerdeyê dike. Heta asta bilind bi piranî di beşa dîn, felsefe, dîrok û wêjeyê de li cem alimên Bohta yên payebilind perwerdeyê dibîne.

Di 18 saliya xwe de hestên wêjevanîyê lê diyar dibin û dest bi nivîsê dike. Bi despêka tevgera kurd re ew jî li gorî hêza xwe di nava tevgera pêlên tekoşînê de cihê xwe digire. Bi îhtimaleke mezin di vê demê de gotin û awaza strana Dayê Dayê nivîsandiye û bi Koma Niştimanperwer re bi dizî tomar kiriye.[2][3][4] Di sala 1992an de tê binçavkirin û işkenceyeke pir giran lê tê kirin.

Demekê li zîndana Amedê dimîne. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, di demek kurt de dîsa fermana girtina wî derdikeve. Li aliyekî dewleta tirk lê digere, li aliyekî jî dibe hedefa Hizbûlkontra. Pişt re di sala 2007an de derbasî Swîsre dibe û bi malbata xwe ve li wir bi cih dibe. Heta niha ji bilî gotar û nivîsan çar berhemên wî yên wêjeyî yên bi navê "Destana Şerê Kund û Qijakan", “Destana Kawayê Hesinkar" "Dîwana zarok û ciwanan", “Kulîlk" û "Serhatîyek li gundê Midihê" hatine çapkirin. Herwiha çend berhem û destanên wî yên din jî li ber çapê ne.

  1. ^ "Gernas Koçer". ansiklopediyakurdistane.com. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.
  2. ^ "Koçer qala çîroka 'Dayê dayê' kir ku çawa kirin 'Olurum Turkiyem'". diyarname.com. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.
  3. ^ "Koçer: Melodilerimizle faşizmi yükseltiyorlar". YeniOzgurPolitika.com (bi tirkî). 21 tebax 2017. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.
  4. ^ "Müziği çalınan eserin sahibi konuştu: Ölürüm Türkiyem yüzde 100 çalıntı | Alevi Gazetesi" (bi tirkî). 20 tebax 2017. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.