Peykeremasûlke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Gelemperiya peykeremasûlkeyan bi navbeynkariya jêyan, bi hestî ve girêdayî ne.

Peykeremasûlke an jî masûlkeya peyker (bi înglîzî:skeletal muscle) yek ji sê corên masûlkeyan e.

Di laşê mirov de sê cor masûlke heye; peykeremasûlke, lûsemasûlke û dilemasûlke. % 50yê laşê mirov ji masûlkeyan pêk tê[1]. Di laşê mirov de masûlkeya herî zêde ya peykeremasûlke ye[1]. Bi qasî 650 peykeremasûlke di laşê mirov de cih digirin[2]. Peykeremasûlke masûlkeya hêldar e (bi înglîzî: striated muscle). Di nav xaneyê de dezîyên barîk û stûr di bin mîkroskobê de wekî beşên tarî û ronî xuya dibin, ji van beşan re dibêjin hêl. peykeremasûlke bi awayekî xwewîst kar dikin. Ango çalakiya masûlkeyan li gor xwesteka mirov, di bin kontrola demarekoendama mirov de rû dide. Gelemperiya peykeremasûlkeyan bi navbeynkariya jêyan, bi hestî ve girêdayî ne[3], hestî bi peykeremasûlkeyan ve dapoşrav e. Livîna hestiyên laş ji ber girjbûn û xavbûna (sistbûn) masûlkeyan rû dide.

Rêkxistina peykeremasûlkeyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

peykeremasûlke ji gurzên masûlkerîşalan pêk tç.

Her yek ji peykeremasûlkeyêk li gel sedan hezar xaneyên masûlkeyê, lûleyên xwînê, bestereşane û demar jî li xwe digire[4]. Di masûlkeya peyker de sê kalan (berg) cih digire.

Tevahiya masûlkeya peykerê di nav kalanek de cih digire. Kalanê masûlkeyê bergek ji bestereşaneyê ye û wekî epîmîsyum (bi grekî: epimysium ) tê navkirin. Bi eslê xwe peykeremasûlke ji gurzên ( bi latînî: fascicle ) masûlkexaneyê pêk tê. Her gurzek masûlkexane jî di nav kalanek de cih digire. Kalanê gurzê masûlkexaneyan wekî perîmîsyum (bi grekî: perimysium) tê navkirin. Perîmîsyum bergek ji bestereşaneya şidayî ye. Di nav gurzan de, her masûlkexane (masûlkerîşal) bi çînek tenik a bestereşaneyê dapoşrav e. Ev berga tenik jî wekî endomîsyum (bi grekî: endomysium) tê navkirin[5]. Ev hersê kalanên ji bestereşaneyê li gel masûlkexaneyan li seranserê masûlkeyê de dirêj dibin. Kalan li cemserê masûlkeyan de bi bestereşaneya rîşalî ve yek dibin, ji vê yekbûnê peyda dibe. Jê, masûlkeyan bi bergê hestî ve girê dide. Li tevahiya masûlkeyê de hebûna çînên bestereşaneyê, ji bo masûlkexaneyan girîng e. Bi vî awayî hêza girjbûnê ya ji her masûlkexaneyê hê hêsantir tê guhestin ber bi cemserê masûlkeyên ko bi hestî vê girêdayî ye.

Peykeremasûlke dewlemend in bi lûleyên xwînê. Lûleyên xwînê xurek û oksîjenê tînin masûlkeyan û madeyên paşmayî (paşerro) jî ji masûlkeyan dûr dixin. Herwisa her yek ji masûlkerîşalan bi gurzê tewereyên demarexaneyên livînê (bi îngilîzî: motor neuron) re gehînke ava dike. Tewereyên demarexaneyan bi demareragihandinê, sinyalên girjbûnê digihîne masûlkerîşalê[6].

Xaneyên peykeremasûlkeyê (masûlkerîşal)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di bin mîkroskopê de masûlkerîşal wek xaneyên firenavikî, dirêj û lûlekî xuya dibin.

Ji ber ko xaneyên peykeremasûlkeyê pêkhateyên dirêj û bi şêweyî lûlekî ne, wekî rîşalên masûlke (masûlkerîşal) tên navkirin[6].Girjbûna tevahiya masûlkeyê ji ber bi hemahengî girjbûna masûlkerîşalên wê rû dide[7].

Di bin mîkroskopê de masûlkerîşal wek xaneyên dirêj, lûlekî û paralelê hev dirêjbûyî xuya dibin. Masûlkerîşal hêldar in, hêlên tarî û ronî lidûhev li ser xaneyan de dirêj dibin. Dirêjiya masûlkerîşal dibe ko di masûlkeyên dirêj de bi qasî 35 cm be[7]. Masûlkerîşal xaneyên firenavikî ne[8]. Di laşê korpeleyê de gellek ji xaneyên çêkerê masûlke (bi grekî: myoblast) yek dibin bi vî awayî masûlkerîşala firenavikî peyda dibe[3]. Ji bo parzûna xaneyê ya masûlkerîşalan, peyva sarkolema (bi grekî: sarcolemma) tê bikaranîn. Di zimanê grekî de ji bo goştê laş, (masûlke + bez) peyva sark (sárx) tê bikaranîn[9]. Herwisa ji boy sîtoplazmaya van xaneyan jî peyva sarkoplazma (sarcoplasm) tê bikaranîn. Di nav sarkoplazmayê de dezîyên (bi înglîzî: filament) zirav li kêleka hev li seranserê xaneyê de dirêj dibin. Sarkoplazma bi mijarek gellek zêde potasyum, magnesyum û fosfat jî li xwe digire[10]. Ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyê, pêdivî bi enerjiya adenozîna sêfosfatî (ATP) heye, loma di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalan de gelek mîtokondrî jî cih digirin. Di nav xaneyê de bi henaseya xaneyî, ji xurek ATP tê bi destxistin. Ji bo têkşikestina xurek, pêdivî bi oksîjenê heye. Sarkoplazmaya masûlkerîşalan gelek miyoglobîn ( bi înglîzî: myoglobin) li xwe digire. Miyoglobîn dişibe hemoglobînê lê bi oksîjenê re giridanên hê xurttir ava dike. Miyoglobîn embarkirina oksîjenê di nav xaneyêde dabîn dike. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalan de endamokêk heye bi navê retîkûlûma sarkoplazmî (bi înglîzî: sarcoplasmic reticulum), ev lebatok dişibe retîkûlûma endoplazmî ya lûs û karê wê yê sereke embarkirina kalsiyumê ye. Kalsiyuma nav retîkûlûma sarkoplazmî bi sinyalên demarêragihandinê ber bi nav sarkoplazmayê ve tê derdan. Kalsiyum girîng e ji bo girjbûn û xavbûna deziyan.

Bi sedan sarkomer bi hev re girêdan ava dikin û li du hev rêz dibin, bi vî awayî masûlkerîşal peyda dibe.

Di sarkoplazmaya masûlkerîşalê de ji sedan heta çend hezaran masûlkerîşalok hene[11]. Masûlkerîşalok du cor deziyê girjdar (bi înglîzî: contractile myofilament) li xwe digirin. Yek ji deziyan stûr e, bi piranî ji proteîna miyozînê pêk tê û wekî deziyê miyozîn (bi îngilîzî: myosin filament) tê navkirin. Her deziyek stûr bi qasî 250 molekulên miyozînê li xwe digire.

Deziyê din hinek ziravtir e û bi piranî ji proteîna aktînê pêk tê, ev deziyê barîk jî wekî deziyê aktîn (bi îngilîzî: actin filament) tê navkirin[5]. Li gel proteîna aktînê, deziyê aktîn proteînên tropomiyozîn( tropomyosin) û troponîn (troponin) jî li xwe digire. Ev herdu cor proteîn girêdana navbera dezîyê aktîn û miyozînê rêk dixin[12]. Deziyê miyozîn stûr e loma di bin mîkroskobê de tarî xuya dibe, beşa ji deziyê barîk pêk tê ronî xuya dibe. Deziyê miyozîn û yê aktînê li seranserê masûlkerîşalê de dubare dibin. Ji her yekîneyên dubarebûyî re parçemasûlke, ango sarkomer ( bi înglîzî: sarcomere) tê gotin. Bi sedan sarkomer bi hev re girêdan ava dikin û li du hev rêz dibin, bi vî awayî masûlkerîşal peyda dibe[13]. Her sarkomerek bi her seriyekî xwe ve bi sarkomerek din ve girêdayî ye. Li beşa ko du sarkomer bi hev re tên girêdan, xêzek peyda dibe. Ji wê xêzê re dibêjin hêla Z. Ango dirêjiya di navbera du hêlên Z, dibe sarkomerek. Herwisa deziyê aktîn jî bi hêla Z yê ve girêdayî ye. Bi vî awayê gava masûlke girj dibin sarkomer nêzikê hev dibin. Ango durahiya navbera hêlên Zyê kin dibe, deziyên aktîn ên li ser herdu hêlên Zyê jî nezî hev dibin. Deziyên mîyozîn di navbera hêlên Zyê de, di bin deziyên aktînê de cih digirin lê bi sarkomerê ve girêdayî nîn in[7].

Hêlên li ser peykeremasûlkeyê wekî band (şerîd) tên navkirin û bi tîpên A, H û I tên nîşankirin.

Banda I ( bi înglîzî: I band) ji beşên deziyê aktînên du sarkomerên tenîştê hev pêk tê.

Beşa tarî û stûr a masûlkerîşalê wekî banda A (bi înglîzî: A band) tê navkirn. Di banda Ayê de deziyên aktîn û miyozînê li ser hev dirêj dibin. Di nav banda Ayê de beşek zirav û ronî heye, ji vê beşê re tê gotin devera H (bi înglîzî: H zone). Deziyên aktînê heta devera Hyê dirêj nabin, devera H bi tenê ji deziyên miyozînê pêk tê. Her lodek deziyên miyozîne ji aliyê sîstema proteînan ve bi hev ve tên girtin. Proteîn wekî hêlekî zirav xuya dibin ji vê hêlê re dibêjin hêla M (bi înglîzî: M line). Hêla M di nav banda A yê de di navenda devera H yê de ber bi jêr dirêj dibe

Masûlkerîşal ji bo erkê girjbûn û xavbûne binîn cih, hatinê guhertin. Ango evana ne xaneyên asayî lê xaneyên taybet in û nikarin dabeş bibin. Ji ber nedabeşbûnê, piştê ji dayikbûnê hejmara masûlkerîşalên masûlkeyan jî zêde nabe. Her ko mirov werzîş bike, masûlkeyên xwe bi kar bînê, xaneyên masûlkeyê zêde nabin lê qebareya her xaneyek zêde dibe ev rewş dibe sedema stûrbûna masûlkeyê[8].

Bîrdoziya xilîska deziyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Bîrdoziya xilîska deziyan
Deziyên zirav ji aliyê deziyên stûr ve ber bi hela M ve tên kişandin.

Ji bo pêvajoya girjbûn û xavbûna masûlkerîşalan modelek zanistî heye navê vê modelê “bîrdoziya xilîska deziyan” e (bi înglîzî: sliding filament theory) . Li gor vê bîrdoziyê, sarkomer kin dibin lê ne dirêjiya deziyê stûr ne jî yê barîk (zirav) naguhere. Ji ber ko deziyê zirav ji aliyê deziyê stûr ve ber bi hêla M ve tê kişandin, deziyên zirav ên li herdû aliyên sarkomerê nêzî hev dibin û sarkomer kin dibe[10].

Li gor wê bîrdoziyê; miyozîn deziyê aktînê li ser xwe de kaş dike. Ango deziyê aktîn li ser deziyê miyozînê de dixilîske (kaş dibe). Enerjiya ji bo xilîska deziyan ji molekûlên ATPyê tê dabînkirin. Gava dezî li ser hev dixilîskin, hêlen-Z yên li ser herdu aliyên sarkomerê kaş dikin, sarkomerê kin dikin. Hêjmara masûlkerîşalên ko kin dibin ji aliyê sînyalên demareragihandinê ve tê diyarkirin.

Girjbûna masûlke bi kurtasî wekî mîna gavên li jêr rû dide:

1. Di demarexaneya livinê (bi înglîzî: motor neuron) de erkê kar digihîje kotahiya tewereyê[11]. Erkê kar cogên jêrdestê voltajê yên îyonên kalsiyumê çalak dike, cog ve dibin û kalsiyum diherrike nav tewereyê. Ji ber hebûna kalsiyumê çikildanên gehînkeyê yên nav tewerekotahiyê, bi parzûna demarexaneyê ve yek dibe û demareguhêzera bi navê asetîlkolînê der dide nav gehînkeqelîşa navbera tewerekotahî û lewheya serî ya livînê ya masûlkerîşalê.

2.Asetîlkolîn belavê nav qelîşê dibe bi wergirên li ser lewheya serî ya livînê re girê dibin. Bi girêdana asetîlkolînê, cogên sodyum û potasyumê ve dibin. Sodyum diherike nav masûlkerîşlê, potasyum ji masûlkerîşalê diherike derve, lê herika sodyumê ji ya potasyumê zêdetir e. Loma masûlkerîşal bi bargeya pozîtîv bar dibe û di xaneyê de erkê kar dest pê dike[2].

3. Asetîlkolîn belavê nav qelîşê dibe bi wergirên li ser lewheya serî ya livînê re girê dibin. Bi girêdana asetîlkolînê, cogên sodyum û potasyumê ve dibin. Sodyum diherike nav masûlkerîşlê, potasyum ji masûlkerîşalê diherike derve, lê herika sodyumê ji ya potasyumê zêdetir e. Loma masûlkerîşal bi bargeya pozîtîv bar dibe, ango di masûlkerîşalê de berevajîbûna cemsergirî (bi înglîzî: depolarization) rû dide, di xaneyê de erkê kar (bi înglîzî: action potential) dest pê dike[11].

4. Erkê kar bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe û ji retîkûlûma sarkoplazmî iyonên kalsiyumê yên embarkirî dide derdan.

5. Kalsiyum (Ca 2+) bi troponînê li ser deziyê barîk a masûlkerîşalokan ve girêdan ava dike.Troponîna bi kalsiyumê ve girêdayî bandor li ser şêweyê tropomiyozînê dike, şêweyê troponînê diguherîne. Tropomiyozîn li ser rûyê çalak a aktînê cih digire. Rûyê çalak cihên taybet in ji bo girêdana serikê miyozînê.Troponîn, tropomiyozînê ji ciyê girêdana serikên miyozînê dûr dixe. Bi vî awayê li ser deziyê aktînê ji bo girêdana serikên miyozîne rûyê ciyên çalak vala dimîne.

6. Bi çalakiya enzîma ATPaz, ATP ya bi miyozînê ve girêdayî hildiweşe bo ADP+ Pi[14]. Enerjiya ji hilweşîna ATP peyda dibe, ji bo çalakkirina serikê miyozînê tê bikaranîn. Serikê çalakbûyî yê miyozînê piçek rep dibe, di cihê rûyê çalak de, bi deziyê aktînê ve girê dibe û panîpire ava dike[14].

7. Bi avabûna panîpire, Pi ji serikê miyozînê diqete. Ev rewş li serikê miyozînê de dibe sedema peydabûna hêza paldanê (bi înglîzî: power stroke).

8. Bi peydabûna hêza paldanê, miyozîn, deziyê aktînê ber bi navenda sarkomerê ve kaş dike, masûlkeyê kin dike. Di heman demê de ADP jî ji serikê miyozînê vediqete.

9. Serikê miyozînê bi ATPyek nû ve tê girêdan û serik ji aktînê cihê dibe. Heke li hawirê bi têra xwe kalsiyum hebe, ango xestiya kalsiyumê zêde be, çerxa girjbûnê ji gava 3 pêve dûbare dibe[13].

10. Heke dawî li demareragîhandinan were, iyonên kalsiyumê ber bi nav retîkûlûma serkoplazmî ve tên pompekirin û li wir tên embarkirin, heta demareragihandinek nû bigihîje masûlkerîşalê[11].

Çerxa panîpire[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Serikê miyozînê bi rûyê çalak a aktînê ve girê dibe û panîpire ava dibe.

Dema girjbûna masûlkeyê de ji bo berdewamiya xilîska deziya zirav li ser deziya stûr, divê serikên miyozînê aktînê ji cihên girêdanê de kaş bike, ji aktînê biqete, cardin rep bibe, li cihê girêdanê yên li ser aktînê ve cardin girê bibe, aktînê kaş bike, cardin ji aktînê biqete, cardin rep bibe hvd. dubarebûna vê çalakiyê wekî çerxa panîpire (bi înglîzî: cross-bridge cycle) tê navkirin[6]. Ango çerxa panîbire ji dubarebûna rêzeçalakiyan pêk tê. Ji bo vê çerxê pêdivî bi molekulên ATP, ADP û kalsiyumê heye[10].

Miyozîn corek ji proteînên livînê ( motor proteins) ye ko enerjiya kîmyayî ya ATPyê diguherînîn bo enerjiya livînê[12]. Hilweşendina ATP bi rêzeçalakiyên çerxa panîpire (sûrra panîpire) rû dide.

Gava ATP bi serikên miyozînê ve tê girêdan, serikên miyozînê ATPyê hildiweşîne bo ADP+ Pi û şeweyê miyozînê diguhere,serikên miyozînê rep dibin, miyozîn ji bo avakirina panîpireyê çalak dibe. Fosfata ko ji ATP yê diqete û serbest dimîne, fosfata neendamî ye loma wekî Pi tê nîşankirin (bi înglîzî: Pi = inorganic phosphate). ADP+ Pi li serikê miyozînê de girêdayî dimînin bi vî awayî çalakbûna miyozînê jî didome. Serikê deziyê miyozîna çalakbûyî bi deziyê aktînê ve girê dibe û panîpire ava dike. Gava serikê miyozînê bi aktînê ve girê dibe, di heman demê de Pi ji serikê diqete. Qetîna Pi dibe sedema guherîna şeweyê serikê miyozînê. Ji ber guherînê, serikê miyozînê deziyê aktînê ber bi navenda sarkomerê ve kaş dike. Kaşkirina aktînê heta qetîna ADPyê didome. Gava ADP ji serikê miyozînê vediqete, xilîska aktînê jî disekine. Di heman demê de ATPyek nû bi serikê miyozînê ve girêdanek ava dike. Girêdana ATP serikê miyozînê ji aktînê cihê dike[15]. Heke ji bo girjbûna masûlkeyê, şandina sinyalên demereragihandinê bidome, ev çerxa panîpire dûbare dibe[13]. Gava mirov ajalek serjê dikê, ji ber ko ajal dimire xaneyên ajalê jî dimire. Di xaneyên mirî de ATP berhem nabe, loma panîpireya navbera deziyan naqete. Ji bo demek, goştê ajalê nûmirî req dimîne. Ev rewş wekî reqbûna mirinê (bi latînî: rigor mortis) tê navkirin[12].

Bandora kalsiyumê li ser girjbûna masûlkeyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Dema masûlke neçalak e, serikê miyozînên wê bi ADP+ Pi ve girêdayî ne, lê bi deziyê aktînê ve negirêdayî ne. Di qonaxa bêhnvedanê (îstirehet) de ciyê girêdana serikên miyozînê yên li ser deziyê aktînê ji aliyê proteîna tropomiyozîn ve tê girtin. Ji ber astengkirina tropomiyozînê panîpire ava nabin û dezî naxilîskin. Ji bo rûdana girjbûnê, divê tropomiyozîn ji beşa bo girêdana serikên miyozînê were dûrxistin û serikên miyozînê bi deziyê aktînê ve girêdan ava bikin. Ji bo avakirina panîpire, pêdivî bi proteîna troponînê heye. Xestiya kalsiyumê li ser troponîn û tropomiyozînê bandor dike bi vî awayê girêdana miyozînê ya bi akîtînê tê rêkxistin. Dema xestiya kalsiyuma nav sarkoplazmayê kêm be, tropomiyozîn rê li ber avabûna panîpireyê digire. Gava xestiya kalsiyumê bilind dibe, iyonên kalsiyumê bi troponînê re girêdan ava dikin û şêweyê wê diguherînin. Ev rewş dibe sedema çêbûna kompleksa (pêkhate) troponîn-tropomiyozîn. Troponîn tropomiyozînê ji beşa ciyê girêdana serikê miyozînê dûr dixe. Gava li ser deziyê aktînê ciyê girêdana miyozînê xuya dibin, di navbera deziyê miyozîn û yê aktînê de panîpire tê avakirin[14]. Ji aliyê serikên miyozînê hêza paldanê peyda dibe û masûlke girj dibe. Ji bo girjbûna masûlkeyê, dive bi têra xwe kalsiyum di navbera masûlkerîşalokan de hebe. Masasûlkerîşal kalsiyume di nav retîkûlûma sarkoplazmî de embar dikin. Gava demareragihandin masûlkerîşalê ji bo girjbûnê hander dikin, li sarkolemayê de berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: depolarization) rû dide. Berevajîbûna cemsergerî digihîje lûlekên T. Sinyalên demareragihandinê bi navbeynkariya lûlekên T di nav sarkoplazmayê de belav dibin û dibin sedema vebûna cogên kalsiyumê yên li ser rûyê retîkûlûma sarkoplazmî. Bi vebûna cogan, kalsiyum ji retîkûlûmê ber bi sarkoplazmayê tê derdan. Kalsiyum belavê nav masûlkerîşalokan dibe ko bi tropîne ve were girêdan û rê li ber girjbûnê veke.

Gehînkeya demarûmasûlke[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Gehînkeya demarûmasûlke
Di navbera demarexane û masûlkerîşalê de gehînkeya demarûmasûlke cih digire.

Gehînkeya demarûmasûlke, gehînkeyek kîmyayî ye di navbera demarexane û masûlkexaneyê de[10]. Peykeremasûlke di bin bandora koendama demarê de kar dikin. Demareragihandinên ji demax an jî ji dirkepetikê dibin sedema girjbûna peykeremasûlkeyê[14]. Erkê kar li tewerekotahiyê de dibin sedema hilweşîna cemsergiriya parzûnê. Bi berevajîbûna cemsergiriyê cogên kalsiyumê yên li ser kotahiya tewereyê ve dibin[1]. Kalsiyum diherike nav tewerekotahiyê, ji çikildanên gehînkeyê ya demarexaneya livînê, demareguhêzera (bi înglîzî: neurotransmitter) asetîlkolîn tê derdan[15]. Astîlkolîn (ACh) belavê nav gehînkeya demarûmasûlkeyê dibe[3]. Li ser rûyê sarkolemayê de wergirên asetîlkolînê hene. Asetîlkolîn bi van wergiran ve girê dibe. Bi girêdana asetîlkolînê, cogên wergirê asetîlkolînê ve dibin, Îyonên sodyumê diherikin nav masûlkerîşalê. Ev rewş dibe sedema hilweşîna cemsergiriya masûlkerîşalê[10]. Di masûlkerîşalê de erkê kar dest pê dike[3]. Lûlekên T erkê kar digihînin retîkûlûma sarkoplazmî. Cogên kalsiyumê yên retîkûlûma sarkoplazmiyê ve dibin, kalsiyuma embarkiri ji retîkûlûma sarkoplazmî belavê nav masûlkerîşalokan dibe û rêzeçalakiyin ji bo girjbûna masûlkeyê dest pê dike[12]. Ji bo girtina cogên sodyumê dive asetîlkolîn ji gehînkeqelîşê bêne dûrxistin. Di gehînkeqelîşê de enzîmek heye bi navê asetîlkolînesteraz (acetylcholinesterase). Ev enzîm hilweşînerê asetîlkolînê ye[11]. Enzîma asetîlkolînesteraz, asetîlkolînê hildiweşîne bo asetîl û kolînê[14].

Xavbûna masûlkeyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ji bo xavbûna masûlkeyê, divê demereragihandinên ji koendama demarê raweste û îyonên kalsiyumê yên nav sarkoplazmayê ji derûdora deziyan were dûrxistin. Kalsiyum ber bi retîkûlûma sarkoplazmî ve tê pompekirn û li wir tê embarkirin. Her ko pompekirin didome, xestiya kalsiyuma derdora deziyan kêm dibe. Ji ber kêmbûna xestiyê, kalsiyumên bi troponînê ve girêdayî jî jê diqetin. Tropomiyozîn rûyê çalak a aktînê dadipoşe, panîpireyên navbera deziyên aktîn û miyozînê hildiweşîn. Aktîn li ser miyozînê ber bi paş ve dixilîske û vedigere xala destpêkê ya berê girjbûnê. Ango hêlên Z ji hev dûr dikevin, sarkomerên kinbûyî dirêj dibin. Bi vi awayî masûlke digihîje dirêjiya xwe ya asayî û masûlke xav dibe. Ji bo qetîna aktînê ya ji serikê miyosînê pêdivî bi enerjiyê heye. Ev enerjî ji hilweşendina ATPyê tê bi destxistin[16]. Ango ji bo girjbûnê jî ji bo xavbûnê jî pêdiviya masûlkeyan bi enerjiya ATPyê heye.

Yekeya livînê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Hêjmara masûlkerîşalên wê girj bibin, ji aliyê demareraxaneya livînê ve tê diyarkirin.

Masûlkerîşal bi şeweyê yekeyên livînê (bi înglîzî: motor units) hatine komkirin. Yekeya livînê ji koma masûlkerîşalan û demeraxaneya livînê pêk tê. Hêjmara masûlkerîşalên yekeyên livînê di hemû masûlkeyan de ne yek e. Ji bo girjbûnên bihêz û tûnd pêdivî bi gelek yekeyên livînê heye. Lê ji bo karên nazik pêdiviya masûlkeyan bo yekeyên livînê gelek kêm e. Wekî mînak masûlkeyên milê mîrov bi hêzek xurt girj dibe, loma yekeyên livînê wê zêde ye. Lê karê masûlkeyên palikên çavê mirov hêsan e, ji bo girtin û vekirina çav hêzek biçûk bes e. Loma yekeyên livînê masûlkeyên çav, herwisa hêjmara masûlkerîşalên çav jî bi qasî masûlkeyên milê mirov zêde nîn in. Gava ji demarexaneya livînê ragihandin tê, hemû masûlkerîşalên yekeya livînê bi hevre girj dibin[5]. Girjbûna masûlkerîşalan li gor esasê “hemû yan hîç” rû dide.

Her demareragihandin nikare girjbûna masûlkeyan bide destpêkirin. Ji bo destpêkirina girjbûnê divê hêza ragihandinê asta derazînkê (bi îngilîzî:threshold level) ya masûlkerîşalê bilindtir be. Demareragihandinên ko hêza wan ji asta derazînkê kêmtir in, nabin sedema girjbûna masûlkerîşalan, lê heke asta hêza ragihandinê bi asta derazînkê re wekhev be, an jî ji asta derazînkê zêdetir be wê gavê girjbûna masûlkeyê dest pê dike.

Hêjmara yekeyên livînê yên ko ji aliyê demareragihandinê ve hatine handerkirin, xurtiya girjbûna masûlkeyê diyar dike. Ji bo girjbûnek lawaz hinek yeke bes e, lê ji bo girjbûna bihêz divê gelek yekeyên livînê hatibe handerkirin. Ji bo girjbûna bihêz, di heman demê de gelek liqên tewereyê demarexaneya livînê sînyal digihînê yekeyên livînê[6].

Ji ber ko hêjmara masûlkerîşalên wê girj bibin, ji aliyê sînyalên demareragihandinê ve tê diyarkirin, ne pewist e ko her car hemû masûlkerîşalên masûlkeyê were çalakkirin. Li gor rewşê dibe ko hinek ji masûlkerîşalan an jî hemû masûlkerîşal ji aliyê demareragihandin ve hatibe handerkirin[17]. Wekî mînak; bila li erdê gogek futbolê û kevirek gilover hebe û qebareya herduyan jî wekhev be. Bila mirovek pêşî kevirê, paşê jî gogê ji erdê rakê û deyne ser maseyê. Ji bo rakirina gogê û kevirê, mirov heman cor masûlkeyan bi kar tîne lê hêjmara masûlkerîşalên çalakbûyî ango hêjmara yekeyên livînê yên çalakbûyî ne yek e. Ji ber ko giraniya gogê û kevir ne yek e û kevir girantir e, ji bo rakirina kevirê hê pirtir masûlkerîşalên masûlkeyan tê çalakkirin.

Erkên peykeremasûlkeyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Masûlke li gel hestî destek didin laşê mirov, bi girjbûna masûlkeyan laşê mirov li dij erdkeşê li ser piyan dimîne[18].
  • Peykeremasûlke bi hestiyepeykerê ve giridayî ne û bi alîkariya hestiyan lîvîna xwewîst a laş dabîn dikin[8]. Li gel livîna mil, ling dest, pê û hvd, livîna çav, ziman, îfadeya rûyê mirov û henasegirtin jî bi çalakiya peykeremasûlkeyê rû dide. Masûlke tenê dikarin bi hêza kêşandinê hestiyan bilivînin. Ango masûlke nikarin hestî tan bidin(pal bidin).
  • Germahiya laş ji aliyê masûlkeyan ve tê dabînkirin. Ji bo girjbûn û xavbûnê, enerjiya masûlkeyan ji têkşikestina ATPyê tê bi destxistin. Hinek ji enerjiya ATP ji boy çalakiya masûlkeyan tê xerckirin, lê hinek enerjîya ATPyê jî diguhere bo enerjiya tînê. Enerjiya tînê bi navbeynkariya xwînê, li hemû beşên laş de belav dibe û dibe sedema germbûna laş.
  • Pestoya xwîna nav xwînhêneran û şileya lîmfê ya nav lûleyên lîmfê kêm e, loma şileyan nav van lûleyan bi alîkariya girjbûna masûlkeyan ber bi dil ve diherike. Dema masûlke girj dibin, lûleyên xwînê û yên lîmfê dişidînin. Bi şidandina masûlkeyan, li ser lûleyan de pesto peyda dibe. Ango girjbûna masûlkeyan qebareya xwînhênerê û ya lûleyên lîmfê kêm dike. Bi vî awayî pestoya şileya nav lûleyên xwînê û lîmfê berz dibe, şile ber bi dil ve diherike[18].
  • Peykere masûlke endamên navî yên laş diparêze. Masûlke ji boy hestiyan wekî balîfek kar dikin û hestiyan ji darbeyên derve diparêzin. Endamên wekî gede, kezeb, rûvî û hvd ji aliyê masûlkeyên li dîwarê sing û zikê de tên parastin. Herwisa jêyên masûlkeyan hestiyan di hêla gehan de bi hev ve digire, nahêle hestî ji hev biqetin.

Çavkaniyên enerjiyê bo çalakiya peykeremasûlkeyan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Enerjiya ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyan, ji hilweşandin û dûbare berhemkirina ATP tê dabînkirin. ATP bi navbeynkariya enzîma ATPaz tê hilweşîn bo ADP (adenozîna du fosfatî) û fosfata neendamî (Pi). Ji hilweşîna ATP enerjî serbest dimîne. Ev enerjiya serbestmayî ji bo çalakiya masûlkeyan tê bikaranîn.

Enerjiya ji ATP, ji bo van çalakiyên li jêr tê bikaranîn[16];

1. Di nav masûlkerîşalê de belavbûna erkê kar.

2. Derdana îyonên kalsiyumê ji retîkûlûma sarkoplazmî

3. Livîna serikê miyozînê

4. Xilîska deziyan

Di xaneyan de ATP ya embarkirî tune, loma ATP ya berdest ji bo demek kin têra masûlkeya dike. Ji çîrkeyek kêmtir demê de ATP ya berdest diqede[16].

Xane dikarin bi sê rêkan ATP berhem bikin; Kreatîna fosfatî, henaseya xaneyî û genîn[6].

Masûlkerîşal di demên vêsînê de, ango gava ne çalak in, di nav xaneyên xwe de kreatîna fosfatî berhem dikin û embar dikin.

ADP ya ji hilweşîna ATP çebûye, ji bo dûbare berhemkirina ATP tê bikaranîn. Lê ADP nikare fosfata neendamî (Pi) rasterast tevlê xwe bike. Divê ADP bi molekulek fosfatî ya bi bendê enerjiya bilind ve yek bibe. Di xaneyan da bi du rêbazan fosfata bi bendê enerjiya bilind tê bi destxistin, a yekem kreatîna fosfatî (bi înglîzî: creatine phosphate), a duyem jî xurekên karbohîdradî, proteînî û çewrî ne. Kreatîna fosfatî molekulek taybet e, dikare di bendên fosfatî de enerjiya bilind embar bike. Masûlkerîşal di demên vêsînê de, ango gava ne çalak in, di nav xaneyên xwe de kreatîna fosfatî berhem dikin û embar dikin. Gava ATP fosfatekî xwe dide kreatînê û dibe ADP, kreatîn jî dibe kreatîna fosfatî. Dema masûlkerîşal çalak dibin, îcar kreatîna fosfatî bi navbeynkariya enzîmê hildiweşê bo kreatîn û fosfata bendê bi enerjiya bilind. Fosfata ji kreatînê hatiye berdan bi ADPyê ve girê dibe û ATP çê dibe. Lê kreatîna fosfatî dikare bi qasî 15 çîrkeyan ji bo masûlkerîşalê enerjî dabîn bike, ji bo domandina girjbûn û xavbûna masûlkeyan, divê çavkaniyek din a enerjiyê ji bo bi destxistina ATPyê bene bikaranîn[6].

Di xaneyê de bi navbeynkariya oksîjenê hilweşandina glukoz û xurekên din wekî henaseya xaneyî tê navkirin.

Di xaneyê de bi navbeynkariya oksîjenê hilweşandina glukoz û xurekên din wekî henaseya xaneyî (bi înglîzî: cellular respiration) tê navkirin. Di masûlkerîşalan de henaseya xaneyî di mîtokondriyê de dawî dibe. Glukoz, asîda piruvî (bi înglîzî: pyruvic acid) û asîdên çewrî ji bo henaseya xaneyî tên bikaranîn. Ji hilweşandina van molekulan ATP tê bi destxistin. Di henaseya xaneyî de oksîjen tê bikaranîn, xurek heta CO2 û H2O tên perçekirin. Loma herî zêde ATP bi henaseya xaneyî tê bi destxistin[15].

Heke di xaneyên peykeremasûlke de bi têra xwe oksîjen tune be, xane dîsa ji glukozê ATP berhem dike. Glukoz heta asîda piruvî tê hilweşandin lê ji ber kêmoksîjeniyê asîda piruvî heta CO2 û H2O nayê perçekirin, ji dêla wê asîda piruvî diguhere bo asîda mastê (bi înglîzî: lactic acid), ev rêbaz wekî genîn (bi înglîzî: fermentation) tê navkirin. Bi genînê di xaneyê de asîda mastê wekî madeya paşmayî berhev dibe, asîda mastê dibe sedema çêbûna azar di masûlkeyan de. Herwisa li mirov de hestê westiyabûnê jî peyda dibe.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. a b c Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  2. a b Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.
  3. a b c d Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  4. Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  5. a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. a b c d e f Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  7. a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  8. a b c Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  9. sarco-." Farlex Partner Medical Dictionary. 2012. Farlex 29 May. 2021 <nowiki>https://medical-dictionary.thefreedictionary.com/sarco
  10. a b c d e Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  11. a b c d e Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  12. a b c d Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  13. a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  14. a b c d e Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  15. a b c Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.
  16. a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  17. Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  18. a b Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.