Dengir Mir Mehmet Fırat
Dengir Mir Mehmet Fırat | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn | 8ê tebaxa 1943an Kolîka Semsûrê (Bakurê Kurdistanê) |
Mirin | 11ê tîrmeha 2019an Enqere (Tirkiye) |
Sedema mirinê | Kansera kezebê ![]() |
Cihê goristanê | goristana Karşıyakayê (Enqere) ![]() |
Hevwelatî | Tirkiye ![]() |
Perwerde | |
Pîşe | |
Meqam |
|
Partiya Siyasî |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Dengîr Mîr Mehmed Fêrat, an bi navê fermî yê romî Dengir Mir Mehmet Fırat (z. 8ê tebaxa 1943an li Kolîk, Semsûrê, Bakurê Kurdistanê - m. 11ê tîrmeha 2019an, li Enqereyê, Tirkiye), siyasetmedarekî kurd bû ê ku di parlamentera Tirkiyeyê de kar kiriye. Cara dawiyê, cihgiriya serokwezîrê tirk, Recep Tayyip Erdoğan kiriye.
Di zanîngeha Enqereyê de perwerdehi dadê dîtiye. Parêzerî, cotkarî, bazirganî kiriye. Yek ji damezîrênerên AKP. Di hilbijartinan de 3 caran wekî parlamenterê parêzgeha Adiyemanê bo meclîsa tirkan hatiye hilbijartin. Marî Zozan bûye (zewiciye), du zarokên wî hene.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dewleta Romê piştî zagona paşnavan, paşnave ku daye malbata Şêx Seîd, dide malbata Dengir Mîr Mihemed jî. Di rastiyê de eqrebatiya wan nîne û carnan şaşî derdikevin.
Bapîrê wî Hecî Bedir Axa Parlamentera Meledî û Qersê kiriye. Apê wî Hüseyin Fehmi Fırat û xalê wî M. Sırrı Turanlı jî parlamenterî û senatorî kirine. Sala 2000î li ser navê Fazilet Partisi dibe berendamê serokkomariyê.
Rexne li AKPê dike tê safkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di hilbijartinên giştî yên 2011ê de Erdogan gelek siyasetmedarên bi eslê xwe kurd in ên AKPyê, taswiye dike, ku yek ji wan jî Dengir Mîr Mihemed e. AKP xwe ji sozên dabû vedikişîne, xwe dide statûkoparêzî, neteweperweriyê. Dengir Mîr Mihemed jî viya rexne dike û tîne ziman. Erdogan wî ji cihgiriya serokwezîriyê digire.
Mirina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dengir Mîr Mihemed Fêrat di 11ê tîrmeha 2019an de li Enqereyê ji ber nexweşiya penceşêra kezebê çû ber dilovaniya Xwedê[1].
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Siyasetmedarên Tirkiyeyê
- Endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
- Siyasetmedarên kurd
- Jidayikbûn 1943
- Mêr
- Mirin 2019
- Siyasetmedarên Partiya Dadwerî û Werarê (Tirkiye)
- Siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 22an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 23an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 25an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 26an
- Kesên ji Kolikê
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 21ê