27ê nîsanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
<< Nîsan 2024 >>
Du Ça În Şe Ye
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30
Rojên salê

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurdistan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1925 – Serokê Serhildana Şêx Seîdê Pîranî, bi alîkariya sîxûrên Kurd ji aliyê rejîma Tirk ve hatiye zeftkirin.
  • 1926 – Li Tirkiyeyê yekem weşanên radyoyê destpêkirin.
  • 1980 – Bajarê Seqiz ji aliyê Îranê ve hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 50 kesên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bajar derbiderbû.
  • 1995 – Li navçeya Amed Qûlpê gundên bi navê Uçkuyu, Herbet û Rosya hatin şewitandin û paşê jî valakirin.
  • 2009 – Televîzyona kurdî Kurd 1ê dest bi weşana xwe ya normal kir.

Cîhan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1909 – Almanya, Awistirya û Îtalyayê danxûyakirin ku Serxwebûna Bulgaristanê nas dikin.
  • 1933 – Rêxistina polis ya girêdayî Naziyan "Gestapo" hatiye damezirandin.
  • 1945 – Li Awistiryayê komara duyemîn hatiye îlankirin.
  • 1945 – Dîktator Benito Mussolini û xoşewîsta wî Clara Petacci dema ku li ser rêya revêne, ketin destê partîzanan de û hatin înfazkirin. Cesedên wan ser bi jêr hatin daliqandin.
  • 1953 – Li Koreyê hevdîtinên agirbestê ji nû ve destpêkirin.
  • 1953 – Di navbêra Misir û Brîtanyayê de hevdîtinên kanala Sûveyşê destpêkirin.
  • 1974 – Li Baliyê balafira PanAm kete xwarê~: 107 kes mirin.
  • 1978 – Li Efxanistanê şoreş çêbû.
  • 1993 – Balafira Efxan Antonov AN32 kete xwarê: 76 kes mirin.

Jidayikbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1997 – Gerîllayê Kurd Mehmud Yildirim yê bi navê kod Ferman (di sala 1976an de li Kerboranê hatiye dinê, di sala 1993an de li Gabarê tevlî nav refên gerîlla bû) li herêma Kerboranê di serdegiritina Girê Tîro de jiyana xwe ji dest da.
  • 1999 – Gerîllayê Kurd Xeyrî Denîzxan yê bi navê kod Welat (di sala 1974an de li Dîcleyê hatiye dinê, di meha kanuna sala 1998an de li Bursayê tevlî nav refên gerîlla bû) li Xakûrkê Berbizina-Şehîtsîpan jiyana xwe ji dest da.

Cejn û salveger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]