Donald A. Glaser

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Donald A. Glaser

Donald Arthur Glaser (jdb. 21ê îlonê 1926 li Cleveland, Ohio) molekûlerbiyolog, neurobiyolog û fîzîknasekî DYAyî ye. Sala 1960î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di malbateke karsaz de hatiye jiyanê. Piştî dibistana amadeyî Enstîtuya teknolojiyê ya Case (Case Institute of Technology) perwerdeya fîzîk û matematîkê dibîne. Sala 1946î ji wê dibistanê diçe Enstîtuya teknolojiyê ya California û li wir heya sala 1950î dixwîne.

Sala 1949î dibe doktorê karê xwe û li zanîngeha Michiganê wekî doçent dest bi kar dike. Sala 1957î dibe profesor. Sala 1959î li zanîngeha California ya li Berkeleyê ye dest bi xebatê dike. ew herwekî endamê Akademiya Zanistiyê ya Navneteweyî (International Academy of Science) ye.

Xebat û girîngiya Glaser[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew ji sala 1962î şûnde bala xwe berdide warê molekûlerbiyolojîyê. Wî dixwast zanîna xwe ya fîzîkê bo lêkolînên DNA û RNA yê bikarbîne û ji fîzîka genetîkê têbigihîje. Wî zanîna biyoteknolojîyê bipêşxistiye.

Li ser kontrolmekanîzmaya DNA-Sentez ên bakterîyan lêkolîn kiriye. Xwastiya têkoşîna bi selûlayên (şane, hucre) kanserî re hêsantir bike.

Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]