Ehmedê Merwan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nasiruddewle Ehmed ibn Merwan
Ehmedê kurê Merwan
Jidayikbûn?
Mirin1061
EsilKurd
HevwelatîMerwanî
PîşeHukumdar
DînÎslam
biguhêreBelge

Ehmedê Merwan, an Nasiruddewle Ehmed ibn Merwan an (Ehmedê kurê Merwan) li gundê Kormasê yê girêdayî Şêrwanê hatiye dinyayê. Ji eşîra (Hamidi) Humediyye, milê Charbuhtiyye ye. Zavayê Mervan ê bi navê Baz bîn Dostek lawazketina nifuza Hamadiyan ya li Amedê û Cizîrê wekî firsandekê dibîne û gelek eşîrên kurd ên wekî Beşneviyye Buhatiyye ve Hakkariyye li dora xwe dicivîne. Li ser kuştina Baz a di şerekî li Mûsilê, birayê Nasruddewle yê mezin Ebû Elî Hesen Merwan hate Heskîfê û bingeha dewleta Merwanî avêt. Piştî mirina Ebû Elî birayê wî Sa'd ket şûna wî. Piştî ku Sa'd li Licê bi êrîşekê hate kuştin, Nasiruddevle çûye Farqînê û li ser serê dewleta Kurdan Mervanî rûniştiye.

Sînorê welatê xwe li rojhilatê heta Erdîşê, li rojavayê Xarpêtê, li başûr heta Nisêbînê, li bakur heta Mûşê berfireh kiriye. Çemê Muradê sînore di navbera Merwaniyan û Bîzansiyan de bû.

Nasiruddevle Piştî ku li welatê xwe aramî pêk anî, îcar dest bi xebatên îmarê kir. Parastina xwe xurt kir. Li Farqînê nexweşxane, xan hemam, sûk, pir, kuleya saetê û camî ava kir û pê ra cihokên mezin ên avê vekir. Bajarê Nasriyyeyê ava kir. Bi devletên cîran aşîtî pêk anî.

Li welatê xwe xweşdîtina di navbera olan de derxist pêş. Farqîn bû navendeke girîng a zanînê ya wê serdemê. Gelek lêkolîner, wêjekar û oldaran li wir şert û mercên xebata bi azadî dîtin.

Welatê xwe 50 salan bi edaletê tev gerand. Pirbûn, zêdebûn û bereket li her derê welat geş bibû.

Gotinên ji bo wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gotina Mesûd Berzanî ji bo Nasiruddevle Ehmed Îbn Merwan gotiye;

"Ji nav gelê me pêşengên mezin û zilamên têkoşînê derketine, vana ji bo heqê gelê Kurd bi qehremanî têkoşiyane. Her Çiqasî ji bo van heqan ji fedakariyê nereviyane jî, di mijara binpêkirin, talankiriana van heqe de qet tiştek neguheriye.
Bi ya min sedemên bingehên yê wê ev tişt in:
Nebûna koordînasyon û rêvexistinê ya di navbera serhildan û raperînan. Weka mînake; gava herêmek serî hildide, xebera herêmên din ji vêya çe nabe.
Her tim dijminan wextê despêkirina tevgera Kurdan diyar kirine. Ez bawer nakim ku Kurdan carekê jî ji bo serhildanên xwe wexta rast hilbijartibin.
Ji ber ku şert û mercên objektîv û subjektîv baş nenirxandine, Kurd ji dê la ku serî hilbidin, şerê çekdarî bikin, ketine nav têkiliyên dîplomatîk, ji dêvla ku li rêya aştiyê bigerin jî şer kirine.
Dijmin timî dewlemendtirin, xurttir û fetbaztir bûne."

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]