Ehmedê Zevengî
Ehmedê Zevengî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1893 |
Mirin | 06.12.1971 Heleb |
Cihê goristanê | Tel Me'rûf, Sûrî |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Sûrî |
Pîşe | Nivîskar, Mele, Miftî |
Xebatên navdar | Şirovekirineke dîwana melayê Cizîrî |
Meqam | Miftiyê Qamişlo |
Dîn | Îslam |
Dê û bav |
|
biguhêre |
Mele Ehmed kurrê mele Mihemedê Zevengî yê Bohtî, sala 1893 li Sêrt jidayikbû; 06-12-1971 li Qamişlo mir. Miftiyê Qamişlo û danerê pirtûka العقد الجوهري في شرح ديوان الشيخ الجزري el-ʾiqd ul-cewherî fî şerḧ-i dîwan iş-şeyx il-cezerî
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gencatî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mele Ehmed li Sêrtê jidayîkbû, û piştî hindekê bi bavê xwe re barkir Binêrvê. Piştî salin dirêj, ku tê de li ber destê bavê xwe feqetî kir û pirraniya zanîna xwe jê girt, tev vegeriyan, gundê bavî, Zevengê.
Piştî demeke nedirêj bav wefat dike, û ew jî alozîne bi gundiyan re dijî, biser wê de birçîtiyek peyda dibe li wan deveran, ji dû van sedeman careke dî bar dike û berî dide Êndîwer li ser çemê Dîclê.
Binxet
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Êndîwerê demekê rûnişt û meletî kir, di ber re hindek karê bazirganiyê jî dikir. Di wê serdemê de li dijî Fransiyan, yên ku binxet û Sûriyeyê dagir kiribûn, xebat kiriye. Piştî derketina Fransa ji Sûriyê kurrê wî yê mezin wefat dike, tiştekî ku dilê wî ji diniyê dişikîne û ji ber wê bardike gundê Xezna bi aliyê mala Xeznewî û li nik wan mamosteyiyê dike.
Qamişlo
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî ku zarên wî li Qamişlo cî ji xwe re çêkiribûn, wî jî da dû wan û lê rûnişt. Di wê demê de ango dawiya dehsala pênca de, bi bijartin û piştgiriya şêxê Xeznewî, biryareke ji aliyê hikûmeta Sûrî derket bi binavkirina mele Ehmed ji bo bûna miftiyê Qamişlo yê yekê, û tevde ewqafa bajarî. Piştî demeke kin, ewqafa parêzgeha Cizîrê ya Sûrî tev dikeve bin destê wî.
Ber bi mezinahiyê de çavên wî qels bûn û dawiyê kwîr bû, ji wezîfeyê hate malnişînkirin. Malnişîniya xwe tevî zarokên xwe li Helebê derbaz kir berî ku koça xwe ya dawî bibe.
Ji şagirtên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Xezna: Mele Silêmanê Hosarî, mele Seyid Elî yê Findikî û birayê wî mele Îbrahîm ê Zevengî.
Zincîra Gewherî ya şirovekirina dîwana melayê Cizîrî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mele Ehmedê Zevengî di dehsala şeşa de dest bi komkirina helbestên melayê Cizîrî dike û dîwanê gotin bi gotin werdigire zimanê erebî û bi dawî de şiroveyeke zimanî jî ji malikan re dike û çend caran nîşana wêneyên sofîtiyê jî dide. Ne hew wisa, lêbelê wî derbarê melayê Cizîrî û serdema jiyana wî lêkolîn û lêgerîn jî kirine, û gihaştiye hindek encamine ku ji pirraniya lêkolînên derbarê Cizîrî pirr cuda ne. Bi tevayî pirtûk cihekî mezin de pirtûkxaneya kurdî, ya bi zimanê erebî, girt. Ev pirtûk bi zimanê erebî cara pêşî di sala 1960 de li Qamişlo li çapxaneya Rafîdên hat çapkirin û belavkirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- العقد الجوهري في شرح ديوان الشيخ الجزري, el-ʾiqd ul-cewherî fî şerḧ-i dîwan iş-şeyx il-cezerî
- Diyadîn mele Mihemed, Pêşgotina çapa duwem, 1987.