Here naverokê

Ehmed Cûdê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ehmed Cûdê
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (34 salî)
Yarmouk Camp (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Keyaniya Holendayê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cîwar
Pîşe
Danser, choreographerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper

Ehmed Cûdê (jdb. 4ê nîsanê 1990 li Şamê, Sûrî) danserê balê û koreograf e. Ew li Sûrî mezin bû û ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê koçî Ewropayê kir. Berî ku hemwelatiya Holendî werbigire bê hemwelatî bû. Cûdê bi beşdarbûna di belgefîlma xelatgirtî ya Dance or Die (2018) de bû navdar. Herwiha, ew ji bo pêdiviyên penaberan jî çalak e.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ehmed Cûdê li kampa penaberên filistînî ya Yermûk li derdora paytexta Sûriyê Şamê ji dayik bû. Bavê wî kurê penaberekî fîlîstînî ye û diya wî ji Palmîra ye. Cûdê bi xwe wekî penaberek bê hemwelatî mezin bû. Wî salên xwe yên ewil li kampê derbas kir û li wir dibistana seretayî dît.[1] Xwişk û birayekî wî yê biçûk hene.[2]

Cûdê yekem car di heşt saliya xwe de wekî temaşevanek baletê nas kir. Piştî ku pêşandana dibistanê ya baleta Çaykovskî ya Swan Lake dît, wî diyar kir ku bibe danser. Dû re xwe fêrî baletê kir û di sala 2006an de, gava 16 salî bû, li Şanoya Baletê ya Enana ya Sûriyê li Şamê hat qebûlkirin. Li wir di warê balet, jîmnastîk û dansa modern de yekem car perwerdeya pîşeyî qedand û heta sala 2015an li wir bi baletê berdewam kir.[3] Wî perwerdehiya xwe ya dansê bi giranî ji kesên derdora xwe veşart.[4]

Diya Cûdê piştgirî da daxwazên wî yên baletê û vê yekê qasî salekê ji bavê wî veşart. Bavê wî, stranbêjeke amator, gava ku ev yek keşif kir, li dijî dansa kurê xwe bû, ji ber ku li gorî bavê wî baletvanên mêr ji aliyê civatê ve nayin qebûl kirin û ji malbatê re wek şermezariyek tê hesibandin. Bavê wî lê xist û kincên wî yên dansê şewitandin, da ku Ehmed dev ji baletê berde. Di 17 saliya xwe de Ehmed ji aliyê bavê xwe ve hat red kirin.

Di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de ku di sala 2011an de dest pê kir, malbata Cûdê di êrîşa bombeyî de mala xwe winda kir. Di pevçûnê de 5 xizmên wî jî mirin. Cûdê ji ber karê xwe yê danserê, di vê demê de rastî gefên tundrewên îslamîst hat. Ew bi serjêkirinê hat tehdîd kirin û jê re hat gotin ku ewê guleyan li lingê wî bixin heger dev ji baletê bernede. Lêbelê, wî bi baletê berdewam kir û wek protest li stûyê xwe deqek bi zimanê hindî peyvên "Dance or Die" (Yan dans bike, yan bimire) da xêzkirin, ji ber ku di çanda hindî de xwedayek dansê heye û dans ji bo wî pîroz e.

Ji sala 2009an heta tîrmeha 2016an, Cûdê perwerdeya di dans û koreografiyê de li Zanîngeha Hunerên Performansa li Şamê qedand. Wî xwendina xwe wek reqsvan û bi dersên dansê fînanse kir, ji ber vê yekê ew neçar bû ku li şûna çar salan heft salan bixwîne.

Cûdê ji cotmeha 2016an vir ve li Amsterdamê dijî. Di çiriya paşîna 2016an de, piştî yanzdeh salan li xerîbiyê, televizyona holandî hevdîtin û lihevhatinek bi bavê xwe re amade kir, yê ku ji ber şerê êdî li Berlîne dijî. Bavê wî niha piştgiriya wî dike. Di sala 2021an de, Joudeh hemwelatiya hollandî wergirt.[5]

Yek ji daxwazên wî ew e ku rojekê vegere Sûriyê û li wir kompanyayeke balêtê ya neteweyî avabike. Daxwazek din jî ew e ku rojekê bikaribe li şanoya Romayî ya Palmyra ku ji aliyê terorîstên DAEŞê ve hat xerakirin, derkeve ser dikê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Dusch, Kevin (22 kanûna pêşîn 2020). "Tanz oder stirb". ARTE Magazin Aboshop (bi almanî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2024.
  2. ^ Zee, Renate van der (13 adar 2017). "'It's dance or die': The ballet dancer forbidden to perform by Islamic State". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 4 hezîran 2024.
  3. ^ "Ahmad Joudeh | Dance for Peace". dance-for-peace (bi holendî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2024.
  4. ^ "Tanz oder stirb: Der Tänzer Ahmad Joudeh – DW – 29.04.2019". dw.com (bi almanî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2024.
  5. ^ "AHMAD JOUDEH". AHMAD JOUDEH (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2024.