Elizabeth Taylor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Elizabeth Taylor
Elizabeth Taylor di sala 1955'an de
Navê rastî
Elizabeth Rosemond Taylor
Jidayikbûn27ê sibata 1932an
Mirin23ê adara 2011an (79 salî)
Los Angeles, Kalîforniya, DYA
Esil Îngilîz
 Amerîkan
BernavLiz Taylor
PîşeAktrîs
Xebatên navdarLassie Come Home
National Velvet
Giant
A Place in the Sun
Ivanhoe
Raintree County
biguhêreBelge

Elizabeth "Liz" Rosemond Taylor an jî bi kurtî Elizabeth Taylor (z. 27'ê reşemiyê, 1932 – m. 23'ê adarê, 2011) aktrîseke îngilîzî-amerîkayî û yek ji stêrkên sînemaya Hollywoodê ya herî mezin bû.

Taylor li Londona Brîtaniya Mezin ji diya xwe bûye, lê daybabên wê amerîkayî bûn û di sala 1942'yan de dema Elizabeth 10 salî bû ew birine cîhana sînemaya Hollywooda Amerîkayê. Li wira wê dest bi lîstina li fîlman kir, gelek serketî bû û rolên mezin lîstin û li ber xelkî yek ji aktrîsên herî jîrhatî û spehî û hunerwer û bi rewîşta taybet bû. Taylor wekî yek ji aktrîsên herî mezin a salên me hat hesibandin.

Liz Taylor du caran bi Oscarên "Academy Award for Best Actress" hatiye xelatkirin.

Di warê jiyana wê ya şexsî de jî gelek li ser wê hatiye nivîsandin: heşt caran şûkiriye û heşt caran berdaye; yek ji mêrên wê aktorê walesî yê navdar Richard Burton bû û Liz Taylor ligel wî du caran zewiciye. Tê zanîn ku evîna wê ya mezin Richard Burton bû. Hevaltiyeke mezin di navbera Liz Taylor û Michael Jackson de jî hebû.

Aktrîsa hêja neberdkareke ji ber lêkolîn û lêdîtina dermaneke li dijî nexweşîna AIDS'ê bû û di sala 1985'an de Weqfa Amerîkayî ya ji bo Lêkolîna li ser AIDS'ê saz kir.

Aktrîsa efsanewî ya Hollywoodê Elizabeth Taylor di roja 23'ê adara 2011'an de li Los Angelesê (DYA) çû dilovaniya xwedê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • David Crystal (1994). The Cambridge Biographical Encyclopedia. Cambridge University Press.