Here naverokê

Emîne Ayna

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Emîne Ayna
Hevseroka DBPê
-
Emîne Ayna
Hevseroka DBPê
-
established (d)
Emîne Ayna
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
dp.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Partiya siyasî

Emîne Ayna (jdb. 1ê tîrmeha 1968an, li Pîranê, parêzgeha Diyarbekirê, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedareke kurd e.[1][2] Wê endameke berê a Partiya Civaka Demokratîk bû. Dûr ve wê bû endama Partiya Aştî û Demokrasiyê, piştî ku PCKê ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê hat girtin di 11ê berfanbarê 2009an de.

Emîne Ayna di 1968an de li Pîranê ji dayika Günay û bavê wê Osman hatiye dinê. Ew biraziya Ömer Ayna ye, yek ji deh kuştinên Operasyona Qoserê ji aliyê artêşa tirk di 30ê adar 1972an de.[3] Ew mezûna lîseyê ye û damezrênerê Komeleya Jinan a Rengîn e. Di 2007an de, wê di hilbijartinên parlamenterê Tirkiyeyê de di nav hevalbendiya Hezar Hêvî de wek berendamek serbixwe rawestiya,[4] li Mêrdînê %15.57 dengan stend û derbasî parlamenterê Tirkiyeyê bû.[5]

Di 20ê tîrmeha 2008an de, ew ji bo serokatiya DTPê hat hilbijartin û vê postê bi Ahmet Türk re parve kir. Dema Ahmet Türk îstifa kir jî bû seroka koma meclîsê ya DTPê. Di doza mafên çandî û siyasî yên kurdan de, ew bi giştî weke kesekî tund tê dîtin.[6]

Di hezîrana 2011an de ji ber axaftineke ku di pîrozbahiya Newrozê ya Sêrtê ya 2007an de kiribû, 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Hat diyarkirin ku di pîrozbahiyê de kincên sembolên rêxistineke derqanûnî li xwe kirine û afîşên rêveberên rêxistineke derqanûnî jî hatine nîşandan.[7]

  1. ^ "DTP'li Ayna: 'Kürt olmasının ölçüsü DTP'dir'" (bi tirkî). Milliyet. Roja gihiştinê 22 adar 2020.
  2. ^ Kuzu, Durukan (28 kanûna pêşîn 2015). "The politics of identity, recognition and multiculturalism: the Kurds in Turkey" (PDF). Nations and Nationalism. 22 (1): 123–142. doi:10.1111/nana.12139. Roja gihiştinê 9 nîsan 2020.
  3. ^ Veli Yılmaz, Emirle gelen idam kararı, Tümzamanlaryayıncılık, 1992, p. 33, (bi tirkî)
  4. ^ Zengin, Nilüfer (30 kanûna paşîn 2007). "Meet Our Women Parliamentarians". Bianet. Roja gihiştinê 13 kanûna pêşîn 2019.
  5. ^ "DPB former Co-President Emine Ayna Released". Bianet. 24 adar 2017.
  6. ^ "A HAWK AND A DOVE SHARE THE DTP LEADERSHIP". Jamestown (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 kanûna pêşîn 2019.
  7. ^ "10-Month Prison Sentence for Kurdish Politician Ayna". Bianet. 17 hezîran 2011.