Emîne Ayna

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Emine Ayna hat beralîkirin)
Emîne Ayna
Hevseroka DBPê
-
Emîne Ayna
Hevseroka DBPê
-
established (d)
Emîne Ayna
Endama Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Partiya siyasî

Emîne Ayna (jdb. 1968 li Pîran/Amedê) siyasetmedareke kurd e.

Emîne Ayna niha seroka DTP'ê bi wekalet û seroka grûba DTPê a parlamena Tirkiyeyê ye. Di dema ku zanîngeh dixwend dest bi siyasetê kir. Emîne Ayna di Navenda Çanda Mezopotamya de karê çandî kir, di nav bizava jinan de cih girt û xebat kir, di nav HADEP'ê de kar kir. Li Edeneyê bû berpirsê DEHAP'ê, di nav navenda jinan de kar kir. Piştê ku DTP çêbû, di nav meclîsa wê da kar girt û heta niha wê xebata xwe berdewam dikê. Emîne Ayna bi kurdî nizanê. Sedema vê yekê Emîne Ayna bi veyekê ve girêdidê ku di piçûkatiya xwe de ji Amedê çûye li metropolan mezin bûye û diya wê jî bi kurdî nizanî bû û ev tişt bûne sedem ku ew ferî kurdî nebûye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]