Erdheja Wanê 2011

Erdheja Wanê 2011 yek ji erdhejên mezin ên li Kurdistana Tirkiyeyê rûdaye ye. Di 23'ê kewçêrê 2011'an de, di katjimêr 13:41'ê de pêkhatiye û bi qasî 25 çirke berdewam kiriye.
Navenda erdhejê 17 km ji bajarê Wanê dûr e, nêzîkî gundê Sorsoratê. Derbareyê hêza erdhejê de nêrînên cuda hene. Pirranî dibêjin hêza erdhejê 7,2 richter bûye. Erdhejê ziyana mezin da parêzegaha Wanê.
Balafirgeha Wanê jî ziyan dît û bo demekê seferên balafiran hatin rawestandin. Bi sedan avahî hilweşiyan, dibistaneke sitarê ket xwarê. Bandora erdhejê li seranserê Bakurê Kurdistanê (Îdir, Colemêrg, Riha, Erzerom, Agirî, Mêrdîn, Amed, Mûş, Bedlîs, Qers, Êlih, Sêrt[1]) rûda. Herwiha erdhej li bakurê Îsrael, Îran, Gurcistan, Azerbaycan û Ermenistanê jî hatiye hîskirin.
Naverok
Bîlanço[biguherîne]
Hejmara mirovên jiyana xwe jidest dane 605 kes in û 4.152 kes jî birîndar bûne.[2][3][4][5]
Li gorî agahiyan (27 Cotmeh 2011 - 10:00) di erdhejê de hejmara avahiyên ku bi temamî xira bûne 3713 û hejmara avahiyên ku kêm xesar dîtine 2209 in. Bi tevahî avahiyên bixesar 5922 bûn.[6]
Sosretiya hezar salê[biguherîne]
Dema erdhej pêk tê li Tirkiyeyê rojev ketina artêşa tirk bo Başûrê Kurdistanê ye. Di nava artêşên Tirkiye û PKK'ê de şerên dijwar derdikevin. Atmosfera şer riya lînçkirina kurdan vedike. Li bajarên lê romî (tirk) pirranî ne, kurd tên lînçkirin, mal ê wargehên wan tên rûxandin.
Dema erdhej rû dide, hin ronakbîr, rojnamevan û zanayên tirkan şabûna xwe bo erdhejê tînin ziman ku çima li Kurdistanê pêkhatiye û ziyan gihîştiye kurdan. Spîker Müge Anlı di bernameyeke TV'ê de heqaretê li miriyan û mexdûran dike.
Ev yeka han bala etîknasan dikişîne û wekî diyarokeke etîkê dikeve dîroka etîkê.
Di gelek qolîyên alîkariyê de yên bo Wanê çûne kevir, molotof û ala Tirk derket.[7][8][9]
Alîkariyên ku ji bo erdhejzedeyan hatine komkirin[biguherîne]
Alîkariyên rekor yên ji bo Wanê:
- Samanyolu TV, beşên Samanyolu û digel 100 TV'yên herêmî ji bo erdhejzedeyan kampanyaya alîkariyê çêkirin û di şevekê de 35.000.000 LT (lîrayên tirkî) hatin berhevkirin.[10]
- 12 kanalên tirk hevkariyê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin û di şevekê de 61.000.000 LT (lîrayên tirkî) hatin berhevkirin.[11]
- Ji keyê Erebistana Siyûdî Evdileh bîn Evdilezîz 50.000.000 $ hate bexşandin.[12]
- Ji serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 1.000.000 $ hate bexşandin.[13]
- Ji bo Wanê li Kurdistanê seferberî hate îlankirin û ji bakur û başûrê Kurdistanê alîkarî ji bo Wanê hat.[13][14][15]
- Digel wan gelek alîkarî ji bajarên Tirkiyeyê hate komkirin.
- Û digel van ji 35 dewletan alîkarî hate xwestin.[16]
Herwiha Google ji bo ku kesên nediyar û yên di bin kavilan de mane, beşeke bi navê Google Vebînêrê Kesan (Person Finder by Google an jî bi Tirkî Google Kişi Bulucu) çêkir.[17]
Dewletên ku ji Wanê re kon şandine[biguherîne]
Elmanya: 500 kon, Awistriya: 32 kon, Belçîka: 400 kon, Îngilistan: 1144 kon, Danîmarka: 100 kon, Estonya: 329 kon, Tirkiye: 20.000 kon(Heyva Sor a Tirk Türk Kizilayi), Fransa: 490 kon, Îrlanda: 624 kon, Îspanya: 329 kon Swîsre: 155 konên bi pergala germkirinê, Lûksembûrg: 360 kon, Romanya: 100 kon, Slovakya: 10 - 6x26 kesan û 4x10 kesan, Slovenya: bi tenê 2 kon bo Wanê şand in.[18]
Herwiha Binêrin[biguherîne]
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ Nivîsa bi zimanê tirkî
- ↑ http://www.cnnturk.com/2011/turkiye/10/27/depremin.son.bilancosu.550.olu/634592.0/index.html li gor dema 28.10.2011 - 21.30
- ↑ http://www.yuksekovahaber.com/haber/afad-olu-sayisi-575e-cikti--60550.htm Li gor dema 28.10.2011 - 22:08
- ↑ http://firatnews.tv/index.php?rupel=nuce&nuceID=52267 11:26 / 29 Cotmeh 2011
- ↑ Dem 30/10/2011-13:09 http://www.aknews.com/ki/aknews/3/270062/
- ↑ http://www.afetacil.gov.tr/haber/haber_detay.asp?haberID=532 Li gor dema 27 Cotmeh 2011 - 10:00 ew pêdandin hê bi temamî neqediya ye.
- ↑ http://www.kizilbayrak.net/rss/arsiv/2011/10/26/artikel/169/fasizm-yardim-k.html
- ↑ http://bloghaber.net/yardim-kolilerinde-tas-ve-turk-bayragi-cikti.html
- ↑ http://www.sivildusunce.com/2011/10/tas-altinda-siyasiler-kaldi/
- ↑ http://www.samanyoluhaber.com/h_711175_Gundem-5-saatte-65-milyon-toplandi---video.html
- ↑ http://dipnot.tv/15353/Turkiye-Van-icin-tek-yurek-oldu-61-MiLYON-TuRK-LiRASi-TOPLANDi.aspx
- ↑ http://www.takvim.com.tr/Dunya/2011/10/27/en-kral-yardim
- ↑ a b http://www.medyafaresi.com/haber/69920/guncel-barzaniden-van-depremine-1-milyon-dolar-yardim.html
- ↑ http://www.kurdshow.com/wan111.html
- ↑ http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/9904.html
- ↑ http://www.haberegir.com/Dunyadan-Vana-yardim-yagiyor.html
- ↑ http://www.google.org/intl/en/crisisresponse/van-turkey-earthquake-2011.html Beşekî demkî ye Google ji bo gelek karesatan jî pergalekê wê rengî çêdike
- ↑ http://www.haber3.com/sadece-iki-tane-cadir-geldi--1061388h.htm#ixzz1c6dV4KWK Li gor daneyên Haber3
- ↑ http://www.airnewstimes.com/israil-den-sivil-bir-ucakla-van-a-7-prefabrik-ev-12734-haberi.html