Here naverokê

Eskerê Boyîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eskerê Boyîk
Jidayikbûn
Ասկյար Բոյիկի Բրոյան Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

31 tebax 1941 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîRûsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Neteweyî ya Cotkariyê ya Ermenistanê (–1966) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Eskerê Boyik (jdb. 31ê tebaxa 1941, li Axbaranê li Ermenistan) helbestvan û nivîskarekî kurd ê Ermenistanê ye. Niha ew li Almanyayê de dijî.

Jiyan

Eskerê Boyîk (Askiyar Broyan) 31ê tebaxa sala 1941ê li gundekî kurda yî navça Ermenistanê ya Axbaranê: Qundesazê (niha Riya Teze li herêma Aragasotinê) malbeteke êzdî da hatiye dinê.

Piştî tamkirina dibistanên gundê xwe û gundê cînar Elegezê ew sala 1961ê înstîtûta Malhebûna Gundîtiyê ya bajarê Yêrevanê da tê qebûlbûn û sala 1966an bi qîmetên here bilind dawiyê li wê tîne. Demekê li înstîtûteke zanyaryê-lêkolînê ya Yêrêvanê da wek pêşekzanê sereke dixebite, paşê Instîtûta zanyaryê ya Aboriya Malhebûna Gundîtiyê da dikeve Aspîrantûrayê (xwendina standina dereca doktoriyê).

Sala 1974a têza doktoriyê diparêze û navê doktorê ekonomiyê distîne. Wî kivş dikin wek serokê beşeke wê înstîtûtê. Tevî karê zaniyaryê ew wusa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê da dersê rêvabirina (serkarîkirina) malhebûnên gundîtiyê dide. Di warê zaniyariya ekonomiya gundîtiya Ermenistanê da xudanê devedevî 40 xebatê zanyarî ye.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêtiyê sala 1993a dest ji kar û barê xwe berdide, diçe Komara Qazaxistanê. Sê sala li wir dimîne û pey re berê xwe dide Ewropayê û li Almaniyayê bi cî dibe, wî derê jî hetanî roja îroyîn karê xwe yê nivîskariyê, zanyariyê, civakiyê dimeşîne, lê êdî bi temamî di warê edebiyat, çand û dîroka kurdî da. Her çiqas jî, di warê zanyariya aboriya malhebûna gundîtiyê da bicîanîna lêkolînên zaniyariyê û perwerdekirinê da barekî giran hilgirtibû û bi serketn dimeşand, lê wî li nav xwendevanên kurd da weke helbestvan, diramatûrg, rojnamevan, pûblîsîst deng dabû.

Eskerê Boyîk bi ruhê xwe ve helbestvan e. Di salên karê ewlin da wî bi xwe jî tê derdixist, ku karê wî edebiyat ye, jiyana wî da şaşî çê bûye, ku bêşekî din bijartîye, lê çiqasî jî dixwest şaşiya xwe serrast bike, nikaribû. Ji ber ku tu nivîskarê kurd li Sovêtîstanê nikaribû tenê bi nivîskariya kurdî ebûra(debara) xwe û neferên xwe bike. Ji bo vê yekê jî, ez dixwazim Eskerê Boyîk weke fênomênekî bi nav bikim, çimkî bilî karê xwe yê fermî, yê di warê bi zanyarî çareserîkirina pirsgirêkên aboriya gundîtiya komara Ermenistanê, wusan jî bi serketin rêya kar û barê edebiyat û çanda kurdî da dimeşya.

Ev karê dawî Esker êdî bi saya xwegîhandin, xweperwedekirina di warê ziman, edebiyat û çanda kurdî da bi cî danî. Tenê ji piştî sala 1993a re gava ewî Ermenistan pişt xwe va hîşt, ji pey gelek zehmetiyan jê re îmkan û fersend çê bûn ku ew xwe bi temamî nivîskariyê, kurdzaniyê, bi taybetî bicîanîna lêkolînên di warê dîrok û dînê kurdên êzdî va mijûl bike.

Ji alîkî va vê welatvanî û hogirtiya nêzîk û helal ya navbera min û Esker da ez didefandim berbi cîanîna peyveke xweş û germ ji bo sersala wî, aliyê dinê va eynî tiştê ez bi pisîkolojî hetanî warekî bend dikirim, ku dibe hinek bêjin Wezîrê Eşo jî ber wê yekê haqasî Eskerê Boyîk bilind dike? Ev fikir û ev tişt dilê min da disêwirîn gava jimara rojnemeke me kurdan ya hêja- „RÛDAWÊ „ ya 21ê tîrmeha îsalin ket ber destê min. Di wê da hevpeyvîna Alî Gûler tevî hunermend-stranbêjê kurdî bi nav û deng Nizamettin Ariç hatibû çapkirinê, ku zemanekî bi navê Feqiyê Teyran jî deng dabû. Hevpeyvîn derheqa weşena albûma Nîzamettîn Arîç ya nû da bû. Di bersîva pirsekê da hunermendê pirşuret wa dibêje: "di nav kurdên Kavkas û Serhedê de cîhê Fêrîkê Ûsiv cuda ye. Helbestvanekî girîng e. Di helbestên wî da cihaneke kûr û fire heye. Merivan ji xwe re dike heyîran. Raman û felsefa wî gelekî kûre. Eskerê Boyîk jî ne kêm e. Meriv dikare gelek bi hêsanî helbestên wan bike stran". Hevpeyvînê da tê agahdarkirin ku: "Albûma 'Azadî' ji 10 stranan pêk tê. Hemû stran jî li ser helbestên kurdên Kafkasyayê Fêrîkê Ûsiv û Eskerê Boyîk hatîye amadekirin". Navê albomê ji navê helbesta hogirê min Eskerê Boyîke 'Azadî' hatîye hildan. Van gotinên Nîzamettîn Arîç û vê agahdariya rojnemê şabûneke mezin xistin dilê min. Çawa şa nebî, ku du weletî û du hogirên te yê nêzîk, li dervayî sovêta berê jî têne naskirinê û keda wan bi hêjatî tê nirxandinê: ya Fêrîk û Esker.

Gava Esker, ji bo standina xwendina bilind sala 1961ê hatiye paytextê Ermenistanê Yêrêvanê atmosfêra wir bi bîn û buxsa çanda kurdî va dagirtî bû. Evan salên pêşketina edebiyat, çand, hûner û kurdzaniyê yên here xweş bûn. Piştî salên 1937-1938a yên rêprêsyayên stalînîzmê salên 50î mecal û îmkan kurdayetî re berfire vebûn, îmkanê ji bo nû va welidandin, xuliqandina çanda kurdî çê bûn. Em dikarin wê demê weke Ronêsans bi nav bikin, ku dişibiya Ronêsansa (Ewropa) Rojavayê ya berya çend sedsala. Yêrêvanê da dezgeh, rêxistin, hevaltî yên edebiyat û çanda kurdî, her wisa jî kurdzaniyê çê bûn: rojnema Riya Teze ji nû va hatiye weşandinê, weşanên radyoya Ermenistanê bi zimanê kurdî ji Yêrêvanê her roj bi zemanê dirêj û kifşkirî hatin bi cîanînê, Înstîtûta Rojihlatzaniyê ya Akadêmiya Ermenistanê ya Zaniyariyê da beşa kurdzaniyê dest bi karê xwe kir, di nava goveka Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê da sêksiya nivîskarên kurd hatiye demezirandinê, weşanxana Yêrêvanê da beşa çapkirina pirtûkên kurdî hatiye vekirinê. Em êdî derheqê wê yekê da nabêjin, ku dora wan dezgehan artêşek ronakbirên kurd civiyabûn. Bi dehan dûhatiyên wan hersal zanîngeh û înstîtûtên Yêrêvanê yên xwendina bilind temam dikirin. Her çiqas jî, Eskerê Boyîk xwe li perwerde û pêşî jî ji edebiyat û çanda kurdî xerîb girtibû, lê giyanê kurdîtiyê û kemala helbestvaniya wî ya xwezayî ew defandin nava refên ronakbirên kurd. Esker hewil da û zûtirekê ciyê xwe yê anegor di nava artêşa ronakbiran da girt.

Helbestên wî yên yekemîn ser rûpelên rojnema Riya Teze û bi radyoyê bi zimanê kurdî hatin weşandinê. Lê sala 1966a berevoka helbestên wî ya ewlin bi navê "Şiverê" li Yêrêvanê hatiye weşendinê: pirtûk eynî weke şiverê tenik, lê warê hunerê û naverokê da, eger em dikarin wa bêjin, qelaw û kûr bû. Bi sebebên dervayî îrade û daxweza wî pirtûka wî ya duyemîn, piştî zemanekî dirêj, eynî bajarî da, sala 1975a bi sernavekî xweşik: "Kulîlkên Çiya" hatiye weşandin. Wê pirtûkê helbesta bi navûdeng da naskirin û çawa li nav xwendevanê kurd yên Ermenistanê belav bû wusa jî ji sînorê wê derve jî di nav helbestvanên genc da belav bû. Ji dervayî sînorê Ermenistanê li du welatên derva bi orgînala xwe kurdî û bi wergera ser zimanê tirkî hatiye weşandin.


Heta niha ev pirtûkên wî çap bûne: HELBEST - "Şiverê" di sala 1966an de weşiya. - "Kulîlkên Çiya" di sala 1975 - "Duaya Serê Sibê" di sala 1997 - "Oda Çîrokan 1" helbestên zarokan di sala 1997 - "Kulîlkên Birîndar" di sala 1998 - "Govenda Herfan" helbestên zarokan - " Ez Kilameke Melûlim" - "Tîrênc"

Eskerê Boyîk helbestvanê dewrana me ye. Ji aliyê xwendevanan da hêjayî hizkirinê bûye. Diyarkirineke vê hizkirinê jî ewe, wekî me li ciyê pêwîst da jî kivş kir, ku hunermendekî kurd yê pirr hêja ne ku tenê helbestek lê çend helbestên wî kirîye stran. Şedetîke hêjatiya wî ye helbestvaniyê jî ewe, ku Esker cûre û peyva xwe ya xwexatyê anîye nava helbestvaniya kurdî, qet misqalekê jî şayîrên beriya xwe û yên zemanê xwe dubare nake. Ew bi awazê xwe yê cuda û xisûsî dinivîse û xwendevanên, ku pirî-hindikî haya wan ji poyêziya helbestvan heye, gava helbesteke wî ya nû, bê kifşkirina navê wî dixûnin- dest xweda serva diçin ku ew helbesta Eskerê Boyîk e. Govek, sînorê gotarekê mecalê nade, ku em dûr û dirêj bi hûrgilî heralî ser analîzkîrina poyêziya Esker rawestin. Ber wê yekê jî emê her bi tenê bi xetên giştî, tomerî û bi meselên kêmjimar poêziya wî raxin li ber çavan û binirxînin. Helbestê Eskerê Boyîk nazikin, ewazê wan tê bêjî ji perê kulîlkê çiya pêk tên, tije rem, germayî û kela jiyanê ne:

Kuliyê nazik Kuliyê berfê Nerm dibarin Têne erdê.

Usa qerqaş, Usa amin, Mîna têlê Porê dya min.

Tên dipêçin, Çiya, baniyê min Ku ber sermê Necemidin.

Ew dengbêj û evîndarê cihanê, xwezayê û xweşikbûnê ye. Tê bêjî ew bi germayî û hizkirna dilê xwe, heta bi 'porê dayka xwe' dixweze serma zivistanêda cihanê germke. Lê gorî xeysetê xwe yê şermoke ew evîndariya xwe berbi evîna xwe, ya cinsî, yanê ya himber qismî jinê kêm, degme eşkere dike, bi awayê alîgoriyayê xwe nêzîkî evîna xwe dike. Em mînakekî bînin:

Havînê sî xweşe Zivistanê-tav Biharê sî û tav Hemêz dikin hev…

Ez sî me, Tu-tav, Were, domam, bihare Em bigihîjne hev.

Çiqas xweş, çiqas bi hûner û helbestvaniyê ya bilind hatiyê gotinê. Helbestvan xwe wek “sî“ lê evîna xwe jî wek “tav” nav dike. Berhevdanîneke çiqasî bi cî û bedew ji bona kirîn û xweşikirîna dilê keçikê. Felsefa poêziya Esker gelekî kûr e û bi pêra jî di aliyê moraliyê û pisîkolojiyê da pir tehsîrdare. Ew vê helbesta kurt da wê fikirê îlan dike, ku civaka mirovayê da cinsê mê û nêr nikarin bêyî hev bijîn, loma jî bihara jiyanê bi ji hev hizkirinê, evîndariyê û amintiyê xweşe.


Helbesteke biçûke din:

Ezê hildim îro vê Dara bîêye beyanî, Hubirêda kim dilê xwe ra Nav esmanê şîn-sayî Nemê tera binivîsim Li ser pala vî çiyayî: -Tu jî derê ber dêrî Ku min bibe ronayî.

Helbest tê bêjî dîdemekî suruştî ya bedew e. Dîdemek, ku tenê efrandina Eskere… Helbestvan evîndarê xezayê, çiya û baniya, mêrg-çîmanan, kaniyên avsar û zozanan e. Zarotiya wî paşla wê xwezayê da derbas bûye. Dilê wî heta li ser hemû giyanberan, ajalan, rewiran, terewil û teyredên li nav wê xwezayê da jî dêşe.

Berf barî rê û dirbê Çiyê xitimîn, Mij û dûman hatin serê Riya kimkimîn. Xezal, kêwrûşk, gur û rûvî Li çiyê man, Em vegeryan, gelo ça bû Halê wan?

Helbestvan xwendevan jî bi xwe re dike heyr û motac, evîndarê xwezaya bi jiyan û jiyanber. Ev şuretên hunermendiyê û hostatiya berhemdayînê, efrandariyê ye, bi sêwirandina xiyal û mitalên di nav xweşikaya jiyanê da tên temam kirinê. Bêy vê faktora jiyanî bi tenê hostatiya helbestvan nikare tesîrê li ser giyana xwendevanan çê bike. Ev herdu keremên Xwedê jî jî Esker re hene. Têma evîna berbi dê-bavê, kalikê di nav helbestên wî da ciyê xweyî girîng digre. Tê bêjî rem, hizkirin, germayî, paqijaya ruhî ji wan helbestan dibare.


Gelek helbestvanên kurd xwe di warê sêwirandina helbest, poêziya welatevîntiyê û miletevîntiyê da cêribandine. Eva tiştekî metelmayînê nine, gava em qedera gelê xwe ya dîrokî ya pir giran, ya tirajîk digrin ber hesab, ber çavan. Lê bi bawariya min helbesteke vê babetê ya here baş, ya here bi hunura helbestvanîêye bilind, ya naveroka xwe va gorî vê qedera gelê me Eskerê Boyîk raberî xwendevana kirîye:

Kê nifir kir ku em wa bin, Bê cî-sitar mîna gurê serê çiya bin, Mala xwe da em bêpar û em bê war bin, Cînar me ra ewqas nexwez û neyar bin.

Kê nifir kir ku cînarê xwe ra ewqas em helal bin, Ber zulma wan ewqas ker-lal û bêkar bin, Xwe ra xweyîn û dîn-dijmin, li hev nepak, qelp, bêtifaq, Wan ra xulam qûl û amin, pişt û yar bin…

Kê nifir kir, ku em awa tîş û par bin, Dora me tev çavê sar û mejûyê har bin, Rê jiyanê me ra ewqas zor û zemet û dijwar bin, Em jî ser riya, çav li derya, penaber û stûxwar bin.

Weke kifş dibe, li ber rewşa milete girane tirajîk helbestvanê dilnazik, diltenik, welatevîn ji kerba, ji qehra, ji îaca dilê xweyî kulî birîn rengan zêdetir, bêtir tîr û tarî dike, ku her bi tenê boyî we yekê bala me bikşîne ser kêmanî û şaşiyên nava civaka me kurdan da çêbûyî, ku em wana zûtirekê ji navê rakin. A bi vê fikirê hinek gotinên helbestvan yên tel û tûj, ku me kurdan re dibêje tê bêjî tên “xwerinê”, “daqurtandinê” û bi hesabê dewî- “fikirînê”. Poyêziya Eskerê Boyîk ya welatevîntiyê xurte him bi jimara helbestan û him jî nemaze bi hunera wan ya helbestvantiyê. Em êdî wê yekê nabêjin, ku ew bi hişkî, bi tûndî dijî zor û zulma dagerkirên Kurdistanê radiweste, ya ku rojên me da berdewam dike. Awa tenê sernivîsên çend helbestên wî bi babeta welatevîntiyê-miletevîntiyê: “Heta kengê ?”, “ Ballad derheqa tifaqê da”, “Keser”, “Dilo bihare”, “Kurdistan” “Cimeta xwe re”, ”Rêkviyêm ser şihîdên Helebçê”, “Ewra bare xwe dagirtîye” û gelek gelekê din. Lê evîndariya wîye weletvaniyê xweşbînî ye. Ew bi şerdarya gelê xwe yê azadariyê da baware, bi hîvî û gumane ku gelê wîyî mêrxas wê serkeve û ji zulma dagerkiran rizgar be:

Ez zanim Kurdistanê çêbe, Azadî ala wê be, Edlayî tifaqa wê be Ez zanim Kurdistanê çêbe. Tavê qelema wê be, Çavê alemê lê be, Ez zanim Kurdistanê çêbe. Lawê Kurd egîtê wê be, Îro be yanê sibê be, Ez zanim Kurdistanê çê be.

Berhemên Eskerê Boyîk yên pirozayê û şanogeryê jî balkêşin. Kurteçîrok, şano û romanên wî ji alyê xwendevana va bi hizkirin hatine pêşwezîkirin û qimetkirin. Rawestandina ser naveroka romanên wî (xazma “Xezeba Xwedê”) vê gotara sînorkirî da ne mimkûne, ber wê yekê jî emê bi tenê kifş bikin, ku roman li ser doza tirajêdiya êl û eşîreke kurdên êzdî hatîye sêwirandinê. Şanoyên “Sinco keça xwe dide mêr”, “Mem û Zîn”, “Birînê rojên Buhurî” ser dikayên tîatroyên kurdî yên Elegezê, bajarê Tilbîsê û li Almaniyayê demên dirêj hatine lîstinê.

Eskerê Boyîk ku perwerda xwe dibistan û zanîngehên ermenî da standibû, ber ku yên kurdî bi sebebên eşkere tune bûn, lê bû helbestvanekî kurdî bi nav û deng, xudanê kemala helbestvanîêye bilind ev yek femdarîye, ber ku helbestvanî ji karakter (xeyset) û giyan, ji aqil û kemala wî dihat. Lê Esker, ku dibistan yan zanîngeheke kurdî ji dûr va jî nedîtibû, lê bû kurdzanek bi giştî, temamî û sipêsiyalîst (pêşekzan) lêkolîner di ware dîrok û ola beşeke gelê me kurden êzdî da eva êdî ciyê ecêvmayînê ye. Di vî ware zaniyaryê da lêkolînên hêja giranbiha cianîn û bi awayê gotar û pirtûkan dan weşendinê. Em jî ber sebebê li jêrê kifşkirî Eskerê Boyîk dikarin bihesibînin weke kurdzanekî xwegîhandî, xweperwerdekirî.

Sebeb çi bû, ku Eskerê Boyîk berê xwe da zanînên dîrok, civaknasî û ola kurdên êzdî? Belkî ji êzdiyatiya wî bû, ku ew bi xwe jî ji kurdên êzdî bû? Helbet, ev yek jî hebû, lê ew ne meniya bingehîn û ya tek-tenê bû. Sebebê bingehîn ew bûyê, ku dagerkirên Kurdistanê (civakî û olî), dijminên gelê kurd bi dewr û zemana ji bo desthilatdariya xwe Kurdistanê da biparêzin, xurtkin cudatiya olê bi kar anîne, dutîretî kirine navbera kurdên êzdî û musulman, ew rakirne rûyê hev, li hev kirine dijmin, li hev dane qirkirinê. Heger em bi awayekî dine jî vê fikirê eyan bikin, dikarin bêjin, ku eynî dagerkiran, eynî dijminan ola misilmantiyê, ku piraniya gelê kurd dabûn qebûlkirinê dijî menfet, berjewandiyên gelê me bi kar anîne, ku hetanî îro jî ew siyaset berdewam e. A, ji ber vê yekê jî bilî, ku lêkolîna ola êzdîtiyê ji aliyê zanyariyê da pêwûst bûye, ew her usa jî têma, babetekî aktûêl bûye ji bona lêkolînaran û di nav wan da bona yekî weke Eskerê Boyîkî miletevîn.

Bi rastî jî çima ewqas ferman li êzdiyan hatine rakirin, çima êzdî hatine kokbirkirin, çima êzdî ji aliyê birayên xwe kurdên musulman va hatine zêrandin, heramkirin, heta nan û destkuja wan jî nexwerine? Çîye sebebê vê koçberî û reva kurdên êzdî ji welêt? Êzdî ku bawarya xwe da ewqas berkin, çima misilmanî, wan wek “bêxuda” hela carna jî “kafir” nav dike? Çima hinek êzdî ji netewa xwe direvin û dibêjin “Em kurd nînin”? Sebebê dîndijminatiya di navbera kurdên misilman û êzdî da çiye? Eskerê Boyîk di pirtûka xwe“ Êzîdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş”, lêkolîn û gotarên xwe din da ser hîmê çevkaniyên nivîskî, zargotinî û ayînî hewl dide bersîva wan pirsa bide. Bersîv jî yeke: Dagerkirên Kurdistanê yên civakî û olî, ku kurdan û welatê wan bin destê xwe da xweyîkin ev “jera” dutîretiyê kirine nava vî gelî û ciyê dilêşiyê jî ewe ku her tiştî bi destê kurda bi xwe dikin: bi destê kurda mala wan, tifaq û yekîtiya wan wêran dikin.

Derheqa wê dutîretiyê ji aliyê zemîn da ya here nû, here dewî, ku ew jî bi xwe li Ermenistanê bû şede, di lêkolîna xwe “ Êzîdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş” da wa dinivîse: “Her kes bi evden bê pişt û bê tifaq dilîzin… Birek kurdên êzdî ketin tora partiyake ermeniya ya desthilatdar ya nijadperest, gotin: “Em kurd nînin. Êzdî kurd nînin”. Hinek ji bo berjewendiyên şexsî u qezenckirina navên erzan ketin li nav wê lîstila qirêj, hinek jî bi dilê sax gihîştin wan… Pak bû xelkê bi alîkariya rewşembîrên wure kurd ( li vê tangê rasttir dibû Esker zelaltir bigota: “ Rewşenbîrên kurdên êzdî” ber ku yên kurdên musulman wî zemanî da li Ermenistanê êdî ne mabûn.- W.E.) zû tê derxistin, ku li bin wê lîstikê da çi nêta xirab, veşartî heye û ji sedî pênc jî li pey wan “êzdiyan” neçûn “. ( rûp. 6). Piştî wê Eskerê Boyîk eyînî pirtûkê da li ser pêwîstî, aktûêliya bicîanîna lêkolînên zaniyarî yên dîrok û ola kurdên êzdî radiweste û wa dinivîse: “ Heger lêkolînên wisa hebûna ( yên ku me hêja besa wan kir-W.E.), gel rastiya dîroka xwe bizanbûya, serwext bûya çima, çawa ew buyer pêk hatin (bûyarên birakujiyê navbera kurdên musulman û yên êzdî da- W. E.) dijwar êzdîkî helalî bi sidqê qenc hebûya, ku pey wê koma “êzdiyên” sexte û miletçiyên ermenî biçûna û qewimiyeta xwe, koka xwe, kurdîtiya xwe înkarkirina…” ( rûp.7). Pêwîste em li vê tangê wê rastiyê kifş bikin, ku Eskerê Boyîk wek rewşenbîrekî kurdî welatperwer, miletparêz cêrgên ronakbirên kurd yên pêşin da dimeşiya, singe xwe kuta bû nîze, rimên xêrnexwez, nezan û menfetçiyan bona parastina yekîtî û navê miletê kurd.

Vê tangê da usan jî balkêşin lêkolîn û gotarên wîye: „Êzdîtî bawariya heqiyê, rehmê û Xwedênasiyê ye“, lêkolînên wî li dor dîroka êlên Êzdiyên Serhedê: Êlên Hesinya, Sîpka, Zuquriya, “Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 an”, “ Berxudana êlên Xalta”, “Êzdîtî gerekê bibe ware zanestiyê”, analîza hinek qewlên êzdiyan û hvd…

Eskerê Boyîk hinek lêkolînên dine yên ser civaka kurdên êzdî û wisa jî romana xwe: “Xezeva Xwedê ” da ku bi dû cildan (2004 û 2008) hatîye weşandin, ser zor û zulma rêjîmên dagirkerên Kurdistanê, cihana misilmaniyê û navê da, sed mixabin, ya beşeke rêvabirên kurdên musulm an himberî êzdiyan disekine. Eskerê Boyîk di vê pirsê da cuda dibe ji hinek nivîskaran, ew wê zor û zulmê bi çavên kurdîtiyê mêze dike û tiradêjiya kurdên êzdî wek ya temamîy kurdan dihesibîne. Ewa helwesta here rast e, heger em wê yekî bigrin ber hesêb, ku ne ku kurdên misilman wek beşeke gelê kurd ya here mezin, here giran zor û zulm li êzdiyên hindikaya gel kirine, lê rêjîmên dewletên dagerkir, bi tebyetî ya Tirkiya Osmaniyê û xulamokên wan kurdên misilman jî nav da hebûn bi şikilê axa û began.

Eskerê Boyîk devedevî 25 sala sêkrêtarê (katibê) sêksiya, beşa nivîskarên kurd bûye ya Yekîtiya nivîskarên Ermenistanê. Wî weke çarêka sedsalekê dîroka kar û barên sêksîyona nivîskarên kurd di pirotokolên civînên nivîskarên kurd da tomar kirîye û hemûşkî bêtir axaftina nivîskaran ser wan berheman, kîjanan re bona weşendinê rêkomêndasiya (kefîldariya) seksîyonê pêwîst bû.. Bi tomarkirînê re bi tevayî ew bi aktîvî beşdarî analîzkirina berhemên ber cape bûye.

Ji despêka salên 80 î dest bi weşendina almanax, berevoka (em dikarin wê weke antolojiya jî bi nav bikin) berhemên nivîskarên kurd bû li Yêrêvanê, ku sale carekê, despêkê da bi nave “Bahara teze”, pişt re “Bahar” dihat çapkirinê. Eskerê Boyîk yek ji amadekar rêdaktorê wê bû.

Eskerê Boyîk salên 90 î sê sala li paytextê Qazaxistanê- Almaatayê ma, li ku gelek kurd diman ku salên 30 î û 40 î ji Azeyrbêcanê û Gurcistanê sirgûnî Asiya Navîn kiribûn. Lê li vir jî Esker vala nesekinî, bi aktîvî tevî xebata komela wan yekîtiya Kurden Qazaxistanê bû, beşdarî karê çandî û nemazê yê civakî bû, ber ku li wir hewcê zanînên yên weke wî bûn. Ew dibe endamê Yekîtiya nivîskarên Komara Qazaxistanê, helbestên hîmdarê edebiyata Qazaxa- Abay ji rûsî werdigerîne kurdî, bi alîkariya Ezîzê Zîyo temamiya belgeyên KGB yên li ser sirgûniya kurdan ya 1937 û 1944 ê salê ji komarên Kavkaziyayê berbi Asiya navîn (cara ewil) ji arşîvên veşartî derdxe, hazir dike, kîjan ji bo nivîsandina pirtûka Ezîzê Zîyo “Kurdê Qazaxistanê “ bû bingeh. Ew tev Prof. Knyazê Îbrahîmî edebiyatzan dibe amadekarekî kovara bi nave “Kurd” ku paşê nave “Nûbar” danîn li ser wê. Bi rêdaktoriya Kinyazê Brahîm Mîrzoyêv û berpirsyarya Eskerê Boyîk, piştî weşena 6 hejmara ew Almatayê dihêle diçe Almaniyayê, bajarê Oldenbûrgê, li ku komela Êzdiyan hebû: “Mala Êzdiyan “. Ew bi aktîvî di nava kar û bare wêda cî digre. Dibe endemê komîtêya wê ya rêvabir, serkariyê komîtêya wê ya rewşenbîrî dike.

Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê, ku niha bûye navendeke rewşenbîriyê, kurdzaniyê-êzdîzaniyê, keda Esker di wê yekê da pir e. Bi berpirsyarî, însatîv û tevbûna wî salê da bi dehan sênînar, konferans û çalakiyên civakî-zanyarî biçûk û mezin têne biçanînê, malpera wan ya “Dengê Êzdiyan” bûye malpereke kurda, bi taybyetî ya Kurdên êzdî ya here eyan, weşena “Dengê Êzdiyan” bi deha pirtûk daye weşandin.

Eskerê Boyîk eyînî ronakbire. Nîşana wê yekê, ku li bal Esker zelal tê kifşê ez wê yekê dihesibînim, ku ew rûmeta pênûsa heval û hogiran zane û keda wan bi obyêktîvî, gorî hêjabûnê dinirxîne. Di vî warî û, weke min tê derxistîye, hemû warên wîjdanî û îsanî da min li bal wî hogirê xwe misqaleke ernûsiyê, dexesyê, çevnebariyê tecrûbe ne kirîye. Belkî eva ji xeysetê wî yê ronakbiriyê ya bilind, ji zanînên wî yên kûr tê. Lê dîsa jî, weke min tercûbe kirîye, hinek ronakbirên xudanê zanînên kûr, keda berhemdariyê ya mezin jî carna carnûsiyê û dexesiyê himberî hogirên xwe yên pênûsê da dîhar dikin. Lê ev fêl ev xeyset bal Esker qet kifş nabe. Bi serda jî Esker hilbet, gorî hêjatiyê pesinê ronakbirên weke xwe helbestvan jî dide û wî warî da pir merde, destvekirîye. Haya hemû ronakbirên kurd jê heye, ku Esker bi çi awayî merd-merdane pesinê poêziya Şikoyê Hesen û Fêrîkê Ûsiv di pirtûka xwe ya “Nûra Elegezê” da daye, helbet, bi lêkolîn, analîzkirina berhemên wan. Di ware îsanetiya wî da min tiştekî dinê jî yê qenc tercûbe kirîye. Ew li hemû ronakbîrên, heger em dikarin wa jî bêjin, yên bi şuret yên welatiyên xwe, ji Ermenistanê xweyî derkeve, gava pêwîstî di wî warî da çê dibe. Ew keda wan bi hêjatî radixe li ber çavan, îlahî wan yên ku gorî wî bi zemanekî kifş û bi neheqtî bin siyê da mane. Dilê wî ji ber vê nerastiyê dêşe û ew li ronakbîrên jibîrkirî xwedî derdikeve. Ez êdî derheqa wê yekê da nabêjim, ku ew zemanên pêwîst da rojbûyîna wan bi nivîs, bi gotarên xwe yên hêja va kifş dike. Ev kirina wî jî hêjayî hemû cûrên pesindanane.

Eva xên ji hestên berpirsiyariyê ji dilovanî û dilsoziya wî tê. Û gava ronakbîrekî welatiyên wî dice ber rehma Xwedê Esker teva pirtir ber dikeve, ne baware ku ronakbirekî angorî wî wê peyda bibe û ciyê wî tijeke, dilêşiya xwe bona çêbûna wê ziyanê û kêmasiyê îlan bike û keda wî li ber gel û çanda wî da bi hêjatî binirxîne. Dawyê ez weke hogirekî Eskerê Boyîk yê nêzîk li ber hesabgirtina reng û rû, bejin û bal meşiyana wî û nemaze kar û bare wî yê berhemdayînê, lêkolînyariyê, ku ew îro 70 saliya xwe da jî bi cî tine, ku gorî felsefa gelê me dihesibe sîmbola kalbûnê, bi şabûn û hêviya temam dikarim bêjim, ku ewê hê sûrpirîzên nû raberî gelê xwe bike bi cîanîna nivîsandina berhemên edebyeta bedew û lêkolînên zanyariyê yên nû.

Eskerê Boyîk sala 1984 da endemê Yekîtiya Niviskarên walatê sovêtê bû, endemê Yekîtiya nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemekî PEN a Kurd.

Bahoz“ û „Deftera kurdekî penabir salên 1999-2002 a jimarên rojnemên HÊVÎ, Roja Teze û Dema Nû da çap bûne, şanoya „Selîm Beg“ kovara „Nûbar“ da (sala 1995 a), lêkolîneke berfireh li ser helbestvaniya Cegerxwîn kovara DENG da sala 2003 a hatîye çapkirinê. Bi berpirsî û rêdaktoriya wî pirtûka Ezîzê Zîyo Aliyêv „ Kurdên Qazaxistanê sala 1995a li Almatayê hatîye weşendin. Pirtûk li ser dîrok û bûyarên kurdên Qazaxistanêye ku salên 1937 a û 1944 a ji komarên Kavkaziyayê sirgûnî wur kiribûn. Eskerê Boyîk xudanê pir gotarên zanyariyê-pûblîsîstîye, rêsênziyayên ser nivîskar û zaniyara û bi tebyetî berhem û lêkolînên wane, her wisa jî pêşgotinên pirtûkên kurdiyê. Bi pêşgotinên wî hatine weşendinê: romana Heciyê Cindî „Hewarî“ (Weşena Roja Nu, 1999), bervoka novêl-serhatiyên Wezîrê Eşo „Pariyê Berdamayî“ (Hewlêr, 2008), pirtûka Ahmed Camîlîbêl „Evdalê Zeynikê“ (Weşena Deng), berevoka „Zargotina Kurmanca“ ya Heciyê Cindî û Emînê Evdal (Weşena Avêsta, 2008), cilda sêyemîn ya berhemên rehmetiyê Fêrîkê Ûsiv (Yêrêvan, 2009).

Hazir kirye û rêdaktorî çend berevokên efrandinên nivîskarên kurdên Ermenistanê- BAHAR ê kirîye. Rêdaktorê romana Egîtê Xudo “ Dê û Dêmarî” (Yêrêvan 1986), pirtûka Ahmedê Gogê “Dengê kal-bavê me” (Yêrêvan-1997) bûye, serokê rêdkolêgiya weşena berevoka “Şêx Fexirê Adiyan fîlozof û xasê ola Êzdiyatiyê“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009).

Lê, awa, her bi tenê sernavê çend gotarên Eskerê Boyîk yên zaniyariyê ye giranbiha, ku li ser rûpelên malper, rojname û kovarên kurdî hatine weşandinê: “Nêrîneke kurt li ser edebiyata kurdên Sovyêtê”( kovara Deng” 2000), „Fêrîkê Ûsiv, jiyan û kar“.- Riya Teze (2009), „Şekroyê Xudo, jiyan û kar“.- Riya Teze (2010), „Êzdîtî baweriya heqiyê, rehmê û Xwedênasiyê ye“.- Peyama Kurd, jimarên 8-10 (2003), „Serhatiya Cangîr Axa“.- kovara Laliş Duhok (2004), „Êzdiyatî gerekê bibe warê zanyariyê“, „Ez çûme Hecê“.-Salnama Ehmedê Xanî, (Weşena Belge yayînlarî, 2010) “ Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsala 11-13 a“.- „Berevoka Şêx Fexirê Adiyan fîlosof û xasê ola Êzdiyatîye“ (Weşena Dengê Êzdiyan,2009), “ Berxudana êlên Xalta”.- Berevoka „Mêrxasên Êzdiyan“ bi zimanê Almanî. Salên 1990-1999 an Esker li ser rûpelên rojnema Riya Teze jî cêrga „Gundên kurdan li Ermenistanê” derheqa payê gundayî pirê da oçêrkên balkêş dan weşendinê û gelek lêkolîn û gotarên din.

Berhem

1.ŞIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966. 2.KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, Yêrêvan, 1975, 3.KULÎLKÊN ÇÎYA, helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stembol,1979. 4. SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, şano,Yêrêvan,1980. 5.MEM Û ZÎN, şano, Stokoholm,1989. 6.TÎRÊNC, (di berevoka BAHAR da), helbest, Yêrêvan,1987. 7.KULÎLKÊN ÇÎYA,helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stokoholm,1990. 8.LI ÇÎYA, kurteçîok, Yêrêvan,1991. 9.DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja nû, 1997. 10.ODA ÇÎROKAN 1, helbestên zarokan, Roja nû,1997. 11.KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokoholm,1998. 12.GOVENDA HERFAN, helbestên zarokan, Stokoholm 2002. 13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weşenên Afîş Medîa, 2004 14. Nûra Elegezê; edebyetzanî, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2004 16. Xezeva Xwedê, roman, beşa ewlin, weşena Deng, Îstenbol, 2004. 15. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê Êzdiyan, oldênbûrg, 2006 17. Xezev; roman; beşa dudan, weşena Deng, Îstenbol, 2008 18. Ez kilameke melûlim, helbest, weşena Deng, 2009 19. Nûra Elegezê, bi tîpê erebî, Duhok 2011 20. Bahoz, roman, weşena AVÊSTA, Istenbol, 2011

Çavkanî

  • Gurzek Gul (kovara folklorî û çandeyî), 8-9 (1990), r. 34-35.