Eskerê Boyîk
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in.(çiriya paşîn 2024) |
Eskerê Boyîk | |
---|---|
Jidayikbûn | 31 tebax 1941 |
Hevwelatî | Rûsya |
Perwerde | |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Eskerê Boyik (jdb. 31ê tebaxa 1941, li Qundaxsaz[1], Axbaranê, Ermenistan) helbestvan û nivîskarekî kurd ê Ermenistanê ye. Niha ew li Almanyayê de dijî.
Jiyan
Eskerê Boyîk di sala 1941ê de li gundê Qundexsazê (niha Riya Teze), li Ermenistanê hatiye dinyayê.
Berê li gundê xwe, paşê li gundê cîran: Elegezê xwendina navîn standiye. Sala 1966an Enstîtuya bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê xelas kiriye. Teza kandîdatê ulmê ekonomiyê standiye. Gelek berhemên wî yên ilmî (pirtûk, biroşûr, gotar) di derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê de bi zimanê ermenî û rûsî çap bûne.
Di salên 1960î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, di radyoyê de hatine weşandin. Helbest û nivîsên wî rojname û kovarên mîna Özgürlük Yolu, Riya Teze, Deng, Dema Nû da hatîye weşandin.
Mijara helbestên wî zêdetir xweza û evînîye û bi devoka kurdên ermenîstanê nivîsîye.
Gelek helbestên wî li tirkî jî hatîye wergerandin.
Eskerê Boyîk niha jî li Almanyayê dijî.
Berhem
1.ŞIVERÊ, helbest, Yêrêvan, 1966. 2.KULÎLKÊN ÇIYA, helbest, Yêrêvan, 1975, 3.KULÎLKÊN ÇÎYA, helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stembol,1979. 4. SINCO KEÇA XWE DIDE MÊR, şano,Yêrêvan,1980. 5.MEM Û ZÎN, şano, Stokoholm,1989. 6.TÎRÊNC, (di berevoka BAHAR da), helbest, Yêrêvan,1987. 7.KULÎLKÊN ÇÎYA,helbest, bi zimanê tirkî,kurdî, Stokoholm,1990. 8.LI ÇÎYA, kurteçîok, Yêrêvan,1991. 9.DUAYA SERÊ SIBÊ, helbest, Roja nû, 1997. 10.ODA ÇÎROKAN 1, helbestên zarokan, Roja nû,1997. 11.KULÎLKÊN BIRÎNDAR, helbest, Stokoholm,1998. 12.GOVENDA HERFAN, helbestên zarokan, Stokoholm 2002. 13. Çîrokên oda me; kurteçîrok, weşenên Afîş Medîa, 2004 14. Nûra Elegezê; edebyetzanî, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 2004 16. Xezeva Xwedê, roman, beşa ewlin, weşena Deng, Îstenbol, 2004. 15. Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên reş, dîrok; Dengê Êzdiyan, oldênbûrg, 2006 17. Xezev; roman; beşa dudan, weşena Deng, Îstenbol, 2008 18. Ez kilameke melûlim, helbest, weşena Deng, 2009 19. Nûra Elegezê, bi tîpê erebî, Duhok 2011 20. Bahoz, roman, weşena AVÊSTA, Istenbol, 2011
Çavkanî
- ^ Gurzek Gul (kovara folklorî û çandeyî), 8-9 (1990), r. 34-35.