Eva ku divê bê gotin (helbest)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Eva ku divê bê gotin (bi almanî Was gesagt werden muss) navê helbesteke siyasî ya nivîskar û helbestvanê alman ê xwedî Xelata Nobelê ya Wêjeyê Günter Grass e.

Ev helbest di 4ê nîsana 2012ê di rojnameyên Süddeutsche Zeitung, New York Times, La Repubblica û El País de hatiye weşandin. Günter Grass di vê helbestê de Îsraêl ji bo krîza atomî li hember Îranê bi zimanekî tund rexne dike û dibêje ku Îsraêl aşitiya cîhanî hereşe dike. Berpeyiyên çapemenî gelekî xurt bûn. Hinekan gotin ku gotinên wî dirust in, ên din jî gotin ku nedirust in û Günter Grass antîsemîtîzmê (dijminiya cihûyan) dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]