Ey avê av (helbest)
Jump to navigation
Jump to search
Ey avê av | |
Nivîskar | Feqiyê Teyran |
Şêwe | Helbest |
Ziman | Kurdî |
biguherîne ![]() |
Ey avê av navê helbesteke Feqiyê Teyran e.
Kengî hat nivîsandin?[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
![]() |
Çend rêze ji helbestê
Ey av û av ey av û av
Ma tu bê eşq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Be sekne û bê rahetê
Ji işqa kê her têy û têy
Heta kengê her bêy û bêy
Bo min bêjê heyranê kêy
Da ez bizanim qissetê
Lazim te mehbûbek heye
Yan dost û metlûbek heye
Yan meyl û mensûbek heye
Lew bê libas û kîswetê