Famîleya tîvilzimanan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Daphne cneorum)

Famîleya tîvilzimanan, famîleya peldefnekiyan (Thymelaeaceae) famîleyeke riwekan e. Defne (qar) bi xwe ne ji vê malbatê ye, lê ji ber ku pelên wan dişibin ên defneyê, di gelek zimanan de bo vê malbatê, famîleya peldefnekiyan dibêjin. Herwiha pelên wê dişibin zimanê tîvilan (beytik, çirole) jî. Hin endamên vê malbatê bo xemlê tê çandin, ji darikên hinan sûdê digirin.

Li Kurdistanê jî hin endamên vê famîleyê digihên. Li bakurê Amerîka, Awistraliya, Afrîka, peravên Deryaya Navîn bêhtir cihwar e.

Sîstematîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Famîleya Thymelaeaceae sala 1789'ê bi navê „Thymelaeae“ ji aliyê Antoine-Laurent de Jussieu ve, di Genera Plantarum, secundum ordines naturales disposita juxta methodum in Horto Regio Parisiensi exaratam., 76'ê de hatiye binavkirin. Navên din ên vê malbatê: Aquilariaceae R.Br. ex DC., Daphnaceae Vent., Gonystylaceae Tiegh., Phaleriaceae Meisn., Tepuianthaceae Maguire & Steyerm.in.

Fêkiyên Aquilaria sinensis.
Kulîlka Dais cotinifolia.
Pel û fêkiyên Daphnopsis racemosa.
Edgeworthia chrysantha.
Phaleria capitata.
Pimelea brachyphylla.

Du binekom, 50-60 cins û 500-800 cureyên vê famîleyê hene:

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]