Faya Yûnan
| Faya Yûnan | |
|---|---|
| Jiyan | |
| Navê jidayikbûnê | فايا يونان |
| Bernav | 20ê hezîrana 1992an |
| Jidayikbûn | Dêrika Hemko , Rojavaya Kurdistanê |
| Netewe | Suryanî |
| Pîşe | Stranbêj |
| Salên çalak | 2014-roja me |
| Malper | faiayounan |
| biguhêre | |
Faya Yûnan[1] (jdb. 20ê hezîrana 1992an li Dêrika Hemko , Rojavaya Kurdistanê ) stranbêjeke Suryanî-Surî ye ku wek yekem hunermenda rojhilata navîn tê hesibandin ku pêşkeşa xwe ya yekem bi dravdanînek girseyî dest bi kar kiriye.
Jiyana berî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Yûnan di 20ê hezîrana 1992an de li bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê di malbateke xiristiyanên sûryanî de ji dayik bûye û li bajarê Helebê mezin bûye. Dema ku 11 saliya bû ew tevî malbata xwe koçî Swêdê kir û li wir bi cih bû û di sala 2010an de derbasî Skotlendayê bû û li Zanîngeha Glasgowê Zanistên Civakî, Aborî û Karsaziyê bixwîne. Erebî di heman demê de zimanê wê yê dayikê ye û wê diyar kir ku dema ku serdana cîhana erebî dike, xwe wek mala xwe hîs dike.
Yûnan bi dilxwazî beşdarî Xaça Sor a Swêdê bûye û di çalakiyên herêmî de distriye.
Kariyera wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di çiriya pêşîn 2014an de, bi îlhama atmosfera siyasî li welatê xwe Sûriyê û welatên erebî yên cîran, yên ku wê weke "barkirî û bêhêvî" bi nav kir, Yûnan vîdyoyek ku wê ligel xwişka xwe Rihan çêkiribû, bi navê "To Our Countries" weşand. Vîdyoya, ku derbarê rastiya siyasî ya Rojhilata Navîn de ye û tê de Yûnan çend stranên dîvaya libnanî Fairuz şîrove dike, li ser YouTubeê belav bû û bala awarte kişand, û Yûnanê dilbijî kir ku kariyera xwe ya muzîkê zêdetir bişopîne. Serkeftina vîdyoyê bandora herî mezin li ser biryara wê bû ku stranbêjiyê ji hobiyê veguherîne karek tamdem.
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Albûm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Albûm | Hûrgilî |
|---|---|
| A Sea Between Us |
|
| Tales of the Heart |
|
Single
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Sernav |
|---|---|
| 2015 | Ohebbou Yadayka |
| 2015 | Nohebbou Al Bilad[2][3] |
| 2015 | Nam Ya Habibi |
| 2017 | Shababik |
| 2018 | Hob Al Akwiyaa |
| 2018 | Baghdad |
| 2021 | Metel Elyom |
| 2022 | Kun Ashiqan |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Festîvala Kulturî Û Nîşandana Cilan li Herêma Dîrokî ya Dougga li Tunisê". Dengê Amerîka. 17 tebax 2023. Roja gihiştinê 18 tebax 2023.
- ^ "Faia Younan chante l'amour de son pays natal, la Syrie". Arabic Mood (bi fransizî). 1 sibat 2017. Ji orîjînalê di 20 kanûna pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 tebax 2023.
- ^ Reuters, Thomson. "Syrian singer pays tribute to her homeland in debut show". reuters.com. Roja gihiştinê 18 tebax 2023.
{{cite web}}:|paşnav1=sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Faya Yûnan li ser Facebookê
- Faya Yûnan li ser Xê
- Faya Yûnan's channel li ser Youtubê
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |