Fehîm Işik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Fehim Işık (jdb. 1961, Amed) nivîskarekî kurd e.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fehîm Işık di sala 1961an de li Amedê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navencî û zanîngehê li Amedê temam kir. Di sala 1988an de Zanîngeha Dîcle, Fakulteya Fen û Wêjeyê, beşa Biyolojiyê qedand. Demekî kurt li Êlihê mamosteyî kir. Di sala 1989an de dest bi berpirsiyariya kovara Deng (kovar) kir.

Di dest pêka sala 1990an de ji ber nivîsekî xwe hate darizandin û 4 sal û 2 meh cezayê hepsê dan wî. Nêzî 2 sal di Zîndana Amedê û Bismilê de raza. Piştî ji zindanê derket, rojnamegeriya xwe domand.

Li Amedê demekî berpirsiyariya rojnama Azadî (rojname)yê birêve bir. Herî dawî jî Gerînendeyê Giştî yê rojnameyên Ronahî (rojname) û Hêvî (rojname)yê bû. Ji sala 2002an heta sala 2009an endamê desteya rêvebir ya Kurd-Kavê Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî bû. Di sala 2009a de bi qasî salekî navber da rêveberiya Kurd-Kavê. Di kongreya dûmahî ya Kurd-Kavê de ku di dest pêka sala 2010an de çêbû, carekî din wekî cîgirê serokê Kurd-Kavê hate hilbijartin.

Fehîm Işik xwedî gelek makale û lêkolînên bi kurdî û tirkî ye. Li ser Tevgera 1925a, Medreseyên Kurdî, ziman û çanda kurdî û hwd. gelek lêkolîn û makaleyên wî di rojname û kovaran de hatine weşandin. Niha di malpera www.ilkehaber.netê de bi tirkî, di kovara Tîrojê de jî bi kurdî û tirkî dinivîsîne. Ji bilî vana di Radyoya Yaşamê de jî bi navê Kulturnameyê bernameyekî bi kurdî çêdike.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sê berhemên Fehîm Işikî yên wergêrê hene.