Ferda

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ferda

Ferda (bi latînî: Efedra) riwekek ji malbata ephedraceae ye. Koma vê riwekê coniferopsida ya ji spermatophytina ya cîhana riwekên tracheophyta. Navê wê bi almanî Meerträubel e. 35 heya 60 cureyên vê riwekê hene. Kîjan li Kurdistanê digihên, nayê zanîn, lewra xebateke zanistî li ser floraya Kurdistanê nehatiye kirin.

Navê wê ji îraniyan (kurd, faris ûêd) derbasê grekiyan bûye lê hinekê hatiye guhertin. Li rojavayê Asyayê, Ewropa, bakurê Amerîka û bakurê Afrîkayê tê dîtin. Di fêkiya wê de vîtamîna S û alkaloîdên wekî efedrîn û pesevdoefedrîn hene. Tehma wê talşîrîn e.

Dermanê kuxînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di bijîşkiya gelêrî ya kurd de fêkiyên vê riwekê li dijî kuxîn û ragirtinên pişê (ceger) tê bikaranîn. Divê ji zarokan dûr bê girtin lewra dikare ziyanên toksîkî bide. Li gelek welatên Ewropayê bêî dermannameyê (reçete) li dermanxaneyan nikarin bên firotin.