Ferit Sevim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ferit Sevim
Ji konsereke Mêrdînê
Jiyan
Jidayikbûn1995
Şirnex
NeteweKurd
Cureyê muzîkêBlues
AmûrGîtar
biguhêreBelge

Ferit Sevim, bluesvan, gîtarvan û bestekarekî kurd e. Di sala 1995ê de li Şirnexê ji dayîk bû.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ferit Sevim dibistana seratayî û amadehî li Şirnexê qedand. Perwerdehiya zanîngehê li Mêrsîn û Wanê domand. Ferdê malbatek ji çanda dengbêjiya Botanê ye. Ji ber wê yekê evîna muzîkê hê di zaroktîyê de di dilê wî de şîn bû. Di demên ewil ên amadehiyê de evîna wî ya ji bo muzîkê gihaşt astek bilind û berê xwe da amûran. Li ser amûra gîtarê xwe pêşde bir û di çend çalakiyan de di komên herêmî de gîtarjenî û back vokalîstî kir. Di demên amadehiyê de ji ber evîna xwe ya çanda muzîkê ya herêma Şirnexê ket li ser rê û dest bi berhevkirina qeydên mayî û veşartî kir. Sala ewil a dest bi zanîngehê kirî karê xwe yê li ser muzîkê bi awayekî profesyonel di asteke bilindtir de domand.

Xebatên muzîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2014ê ya dest bi xebatên xwe kirî de qezayekê hat serê wî û muzîk jî tê de demeke dirêj ji hemû çalakiyên hunerî dûr ket. Piştî gihaştî siheta xwe xebatên xwe yên li ser muzîkê û berhevkirina qeydên dengbêjên Şirnexê dîsa domand. Çar stran ji wan qeydên gihaştiye sererast kir û gotinên wan derxist. Pişt re ji wan çar stranan bi navê "Blues in Botan" dest bi qeydên xwe kir. Di salên pêştir de dest bi nivîsandina çîrokên xwe kir û berhema wî ya ewil bi navê "Xelîn" qedand. Xelîn, di pêşbirka kovara Ziryabê de bi ser ket û di albuma "Olana Bajêr" de cihê xwe girt. Xelîn, di muzîka kurdî de ceribandineke nû bû û bi taybetî bala ciwanan kişand li ser xwe. Bê navber xebatên xwe yên li ser muzîkê domand û ji şeş stranên gotin û awazên wan aîdî wî bi navê "Li Malê" albumek derxist. Pişt re ji sê kilamên herêma Şirnexê yên di arşîva komkirî de bi rîtmên Reggaeyê bi navê "Reggae'n Botan" xebatek single derxist. Ferît Sevîm ê bi taybetî di nav ciwanan de bandora wî zêde bû yî ji sê stranên gotin û awazên wan aîdî wî maksî-singlek bi navê "Hêlm" derxist. Bênavber xebatên xwe yên li ser muzîkê domand û di mehekê de bi navê "Navê te çi ye" û "Rast Hatinek" du single'ên din jî weşand. Ferît Sevîm, berhevkirina qeydên dengbêjên Şirnexê jî domand û ew qeydên gihaştiye avêt li ser dijîtalê. Ew kilamên veşartî di tora civakî de gihand hezkiriyên dengbêjan. Di nav nifşê xwe de bû xwedîyê hezgelîyeke balkêş. Di sala 2023yan de bi albuma xwe ya ''Gav''ê asta xwe ya profesyonelîyê bilindtir kir. Piştî albuma Gav di derbarê Sevim de ji alîyê çend pisporan ve şîroveyên baş hatin kirin û bû rûyek yê muzîka Kurdî yê li cîhanê.

Albumên Wî

  • Xelîn (Olana Bajêr, 2019)
  • Blues in Botan (2019)
  • Li Malê (2019)
  • Reggae'n Botan (2019)
  • Hêlm (2020)
  • Rast Hatinek (2020)
  • Navê Te Çî Ye (2020)
  • Berfa Havînê (2021)
  • Veqetîn (2022)
  • Gav (2023)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]