Fethullah Gülen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Fethullah Gülen
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Navê jidayikbûnê
Muhammed Fethullah GülenLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Saylorsburg (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Çalakvana/ê civakî, waiz, nivîskarLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Tevger
Malper
şanenava Fethullah Gülen
Şanenav

Fethullah Gülen (jdb. 27ê nîsanê 1941 li Qoricix a Hesenqelayê, Erzîrom, gorî hin çavkaniyan jî: * 1938 li heman cihê), serokê Tevgera Gülen, giregirekî îdeologiya tirk-îslamî ye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dibistana seretayî û amadeyî ji derve bidawî kiriye. Di saziyên dijî komûnîzmê de cihgirtiye. Perwerdeya olî dîtiye. Bavê wî mele bûye û ew ji heşt zarokan ê duyemîn e. Hîç nezewiciye. Bi qasî çar salan li Edirneyê meletî kiriye. Herwiha li gelek deveran waîztî kiriye. Di tevahiya jiyana xwe de tevlî karê polîtîkaya Îslamî bûye.

Yek ji girêgirên civata Nûr a Seîdê Kurdî damezrandibû bû. Ew di nava civatê de nêzîkî rastgiriya Romê û dewletê disekine û bi mirina Nûrsî re, bi tevayî tarîqata Nûr reforme dike û berê armancên civatê vediguherîne. Lî Îslameke neradîkal, bi DYAyê re hevalbend û di bin xizmeta îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk Tûranîzmê de digere.

Di cûntaya leşkerî ya 1961î de li dijî wî doza "şerîatxwaziya Îslamî" tê vekirin û bi cezayê sê salan tê darizandin. Paşê doz tê betalkirin. Ew tenê heft mehan li girtîgehê dimîne. Di cûntaya leşkerî ya 1980î de fermana girtina wî tê belavkirin lê ew rêça xwe dide tarîkirin. Sala 1986î de tê girtin lê dîsa tê berdan û bi fermî waîztiya xwe didomîne.

Gülen û dewleta kûr a Tirkiyeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fethullah Gülen, 1998

Di çapemeniyê de behsa têkiliyên wî bi CIA, MİT û hêzên tarî yên dewleta Romê tê kirin. Di raporta ku krîmînaliya hin kadroyên mezin ên dewletê derxist holê Raporta Susurlukê (Susurluk Raporu) de navê wî jî derbaz bû. Gorî gotinan ew ji berê de endameke sîxuriya dewleta Romê bûye û dawî li armanc, misyon û girîngiya tarîqata Nûr a li dijî kemalîzm û nîjadperestiya Komara Tirkiyeyê derdiket û biratiya gelan û mafên kurdan diparast aniye.

Dîsa navê terîqeta wî di karên narkotîkê de jî derbaz bûye. Wî li derveyî welêt gelek dibistan damezrandine. Tê gotin ew li ser van dibistanan polîtîkayê dike û berjewendiyên Romê dimeşîne. Li Başûrê Kurdistanê jî gelek dibistan vekiriye. Dîsa fîrmayên civata wî bi tevî fîrmayên artêşa tirk li Başûrê Kurdistanê para herî mezin a aboriyê birêvedibin.

Sala 2000î derbarê wî de doz tê vekirin lê paşê dîsa tê efûkirin. Pirraniya gerîndendeyên ewlekariyê, polîs, hunermend, siyasetmedarên rastgir û lîberal di civata wî de ne.

Ji sala 1999î virde li DYAyê dijî. Li Tirkiye û derveyî wê gelek firmayên mezin girêdayî cemaeta wî kar dikin. Cemaeta wî xwedî hêzeke aborî ya gelek mezin e.

Di derbarê misyon, fîlozofî û siyaseta Gülen de gelek nivîsar û pirtûk hatine nivîsîn. Herwiha wî jî gelekan nivîsiye. Di hilbijarinan de piştgiriya xwe bo AKPê da diyarkirin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Çağ ve Nesil (Serdem û nifş), (1982)
  • Buhranlar Anaforunda İnsan (Di anafora hiştengiyê de mirov), (1986)
  • Yitirilmiş Cennette Doğru (Berî bi bihuşta windabûyî), (1988)
  • Fatiha Üzerine Mülahazalar (Guftûgo li ser Fatihayê), (1998)
  • Ila-yi Kelimetullah veya Cihad, (1996)
  • İnancın Gölgesinde 1-2 (Di siya baweriyê de), (1991 - 1992)
  • Kırık Testi (Destiya şikestî), 1-5, (2002)
  • Kitap ve Sünnet Perspektifinde Kader (Di perspektîva pirtûk û sunnetê de çarenûs),
  • Ölçü veya Yoldaki Işıklar 1-4 (Pîvan an tîrêjên li rê), (1985 - 1992)
  • Sonsuz Nur 1-3 (Nûra bêdawî), (1993 - (1994)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]