Felsefeya îslamê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Felsefeya îslamê Rojhilata navîn ya Îslamê di ramana îslamê ya zû de ku digihê felsefeya Serdema Zêrîn a Îslamê ya navbera sedsalên 8-12an ber bi du hêlên sereke ve bi pêş ketîye: hêla pêşî kelam e ku bi awayê serekî bi gelşa îslamê ya teolojîkî ve pêwendîdar e û Mu´tezilî û Eş´erîyan digire nav xwe ku pêşeng û destpêkarê kelamîyên (mitekelimûnên) vê beşa kelamê ji herdu hêlan re Hesen el-Besrî (m. 728) tê dîtin. Lê serek û îmamê Eş´erîyan Ebû Hesen Elî Eş´erîyê (m. 935) neviyê Ebû Mûsa bû û yê Mu´teziliyan jî Wasil ibn ´Eta (m. 748) û dû re jî Ebû Elî ibn el-Cebayî (933) bû.

Ya din jî ew felsefe ye ku di manekirina Arîstotalî û platonîya/eflatûnîya) nû de hatîye dîtin. Ew jî ji hêla fîlozofên dînî yên mîna Farabî (m. 950), Îbn Sînayê (m. 1037) xwedîyê dibistana Avicenna, Ibn Ruşdê (1126-1198) xwedîyê dibistana Averroes û yên din mîna Bîrûnî (m. 1048) ve hatibû têkel û yekkirin.[36] Ya rastî dema meriv li destpêka felsefeya îslamê dinihêre meriv dibîne ku bi saya çend desthilatdarên mîna xelîfeyê emewî Xalid bîn Yezîd (m. 704), xelîfeyê Ebbasî Me´mûn (m. 833) û wezîrê navdar Caferê Bermekî (m. 805) ku ji zanînên kevnare re yên farisî, hindî û babîlî bi giştî û yên antik û yûnanî bi taybetî hezkirineke wî ya pir hebû, dest pê kirîye. Bêguman wergerên mezin yên siryanîyên nestûrî ku bi rastî ne bi tenê wergêr û miqelidên bi nivîserên yûnanî yan jî yên din ve bûne, lê herweha yên mîna Hineyn ibn îshaq (m. 873) û Yehya ibn ´Edî (m. 974) di heman demê de berhemên zanistî yî felsefî yên giring dane.

Lê berhemên wan bêhtir wergêr û berhevokên kurt bûne ku pêwîstîya wan bi bingehekî berfirehtir hebûye. Ji ber vê jî piştî van, meriv dikara fîlozofê yekemîn ku bi erebî berhem dane, ronakbîrê hevdemê Hineynê navdar Kîndî (li dor salên 866) bihejmêre. Ew ji wergêrên navbihurî hem bi dindarîya xwe û hem jî bi nezanîna xwe ya ji binî bi zimanê sirynî (aramî) û yûnanî ku li kêleka yê erebî du zimanên mezin yên hingê bûne, ji wan cuda bûye.

Kindî fîlozofê pêşî yê îslamê bû ku bi tenê ne fîlozofekî heyranê kelamê bû, lê herweha ew heyranek ji yê felsefê bû jî; ji ber vê jî em dikarin doz bikin ku ew di xeta navbera felsefe û kelamê de radiwestîya û herduyan pêkve didêrand, lê ew li ser stêrnasiyê jî dixebitî û di felesefeya xwe de bi kar dianî.

Ev beşa zanîna felsefê di nav îslamê de bi wergerana ji zimanên bîyanî di dema xelîfeyê ebasî Mensûr (754-773) de jî bi wergerandina kitêbên Arîstoteles û Îsaxocîya Furfûriyûs domand. Ji bilî van, her di dema Mensûr de hinek nivîsarên Aristoteles, kitêbeke Betlimus, bingehê endazyarîya Euqlides û hinek berhemên yên din jî hatin wergerandin.

Lê xebat û niqaşên ser kelam û felsefê hê bêhtir di dema Xelîfe Me`mûnê kurê Harûn Reşîd de bi pêş ketin ku bi taybetî jî piştî avakirina Beyt el-Hikmetê wî gelk wergêrên mîna Yuhenna ibn Masûye, Hineyn ibn Îshaq (809-873) ku berê me qal kir, Îshaqê (m. 911) kurê wî, Îbn Naîmeyê Himsî (m. 835), û gelekî din lê civand û berhemên hêja bi wan da nivîsîn û wergerandin. Herweha piştî wan jî gelekên mîna Ebû Bişr meta ibn Yûnus (m. 940), Yehya ibn ´Edî (m. 974), Qusta ibn Luqa (m. 900) û gelekên din jî li rêça wan domanid.

Di dema Me`mûn de û piştre jî herçiqas xebatên felsefî jî hêdî hêdî dihatin kirin, lê giranîya xebat û nîqaşên ilmî û dînî bêhtir li ser kelam û eqîdeyê û di navbera mu´tezelî û eş´erîyan de diqewimîn. Lê herweha wan ev devçengî û minazereyên xwe yên ser afirandin, dad û hebûn û wehadanîyetê û sifatên Xwedê bi rîya nezerîyeyên mentiqî û ilmê felsefeya arîstoyî û eflatûnî pêk dianîn. Ji bilî Kindî Bêguman ev xebat û pêşveçûnên ser felsefê kêm zêde hin bi hin domandin lê di vê pêlê hemî de pêwendîya mitesewifan bi felsefê re gelekî kêm bûye û di gelek waran de dijî gelek nêrîn û nezerîyeyên fîlozofan bûne jî heya dema Farabî (m. 950) û Ibn Sîna (m. 1037) û peyrewên wan ku bi wan re hê bêhtir bala mitesewifan çû ser xebatên felsefî.

Tesewif[biguherîne]

Îcar piştî van agahên kurt yên ser felsefeyê em bên babeta xwe ya eslî ya tesewifê û Melayê Cizîrî ku ew jî yek ji fîlozofên mitesewif bûye: Tesewif: bi awayê ferehengî ji lêkera erebî ya ku radera wê ”sûf” (hirî) e, pêk tê û li ser wezna wê ya 5em ya ”tefe´ul/tesewuf” e û maneya wê ya ferhengî jî dibe wergirtina kincên hirî. Ev peyv di nav istilaha/lihevkirina mitesewifan de ji bo yê ku xwe xistîye jiyaneke sofîyane/mistîk ya îslamê.

Ji bilî vê gelek pêşnîyazên din jî li ser vê peyva ”tesewifê” hatine gotin: mîna ku ji ”Ehl es-Sûfa”ya (ku di dema Pêxember de ji komek zahidên ser sedirê re yan jî li mizgeftê li sefa/rêza pêşî nimêj dikirin) yan jî ji ”Benû Sefa”ya ku navê qebîleyeke bedewî bû, yan jî ji ”safîye”ya ku tê maneya paqijî, yan jî ji ”sophos-sophia/zana”ya girekî ku ”teo/dîn” lê hatîye zêdekirin û bûye ”teosophia/tesewif:zanîna/zanista dînî”. Lê li gorî mitesewifan ev pêşnîyaz hemî şaş in û divê meriv ji hesabê derxe.[40] Çawa lêkolîner jî dibêjin raman û nêrînên ser tesewifê cuda û gelek belawela ne li gorî hinekan: Tesewif: xebata gihîştina radeya bêdawîtî/lamutenahî û tê de mayinê/beqayê ye. Ew jî yan bi rîya hevdirûvîya siruştî tê pê weke xiristiyanîyê, yan jî fenabûna/tunebûna şexsî û zivirîna li rewşa wehdanîyeta destpêkî ya xalis e, mîna bûdîya birehmîyan.

Ji bo gihîştina vê armancê jî hinek pîvanên dînî di islamê de hatine danîn mîna: Têgeha/mefhûmê bilindkirina Xwedê ya misoger/mitleq (bê qeyd û merc) li gorî ayeta ”tiştek mîna wî nîne”.[41] Têgeha/mefhûmê ji bo wehdetê/yekîtîyê, yan jî berdewamîya jiyana meriv ya vê cîhana paşî/axretê, yanî misilmanê bawermend divê çiqas vê cîhana (Dar ul-fenayê/xana nemanê) dipejirîne û xwe pê ve digire, ewqas jî cîhana din ya (Dar ul-beqayê/xana nemrîyê) qebûl bike û xwe jê re amade bike. Çendî ku ev li ser pêwendîyên Xwedê û merivan û cîhan û axretê weha bi fena, beqa û wehdetê û yên din dibêjin jî lê Hedîs û Quran bi xwe van pêwendîyan bi awayekî ne mîna yên jorî dîyar dikin geva ew dibêjin: ”Xwedê ji şahdamara meriv jî nêzîktir e û ew kull ul-wicûd û kull ul-Îlm e û bi hemî karê merivî dizane û hemî fikrên wî dixwîne”.

Hinekan jî dîyar kiriye ku mistika hevmaneya tesewifê di girekîya kevn de bi maneya çavgirtin e û ji gotina ”myein” tê. Nexwe di tesewifê/mistîkê de ger meriv di rîyên naskirî de jî here, yan jî zihna xwe li ser bixebitîne jî hinek tiştên ku meriv nikaribe bibîne û bigihîjê hene. Ji ber vê jî hinekan jê re gotîye: ”mistîk ew çemê mezin yê rûhî ye ku di nav dînan/olan de diherike”. Li gorî wan çi jê re ”zanîn”, çi ”ronahî”, çi ”evîn” û çi jî ”tuneyî” bibêjin, ya rastî ew ”têgihîştina yek rastîyekê ye”. Lê li gorî wan ew rastîya ku armanca mistîkê/tesewifê ye bi bîrbirineke bi tenê nayê zanîn û ne felsefe û nejî hiş û aqil têra têgihîştina wê nake, lê hew bi zanîna dil (marîfet) belkî hinek hêlên wê têne dîtin.

Li gorî mitesewifan hew bi zanîna dil/evîna rastî û xwedûrkirina ji xweşîyên cîhanê neynika dil geş dibe û şewqek jê vedide ta ku em pê dihesin. Hinekan jî gotîye mistîk evîna mitleq e, çunkî evîn e ku mistîka/tesewifa rastî ji çilekêşîyê/xelwenişînîyê vediqetîne. Ji xwe kesê ku li pey evîna xwedayî bigere ji bo gihîştina wê ew xwe ji hemî renc û azarên ku ji bo paqijîya rûhî ji bo ceribandinê bêne serê wî, amade dike, xwe li ber radigire û pê xweş e jî.

Ev nêrînên sade di her mistîkê de jî hene û di kîjan dînî de dibe bila bibe hemî mitesewifan xwestîye jiyana xwe di sê beşên ramanê de xwiya bikin: - Lêgerîna li Xwedê bi rêbazên terîqetê ku divê salik/rêhrew lê biçe - Lêgerîna li cihên pîroz ku here seredana wan - Zuhd/çilekêşî/xelwenişînî ku bi saya paqijîya wê guherîn tê de çêbibin

Mistîk/tesewif jî dibe du beş: mistîka ebedî û ya şexsî, ya pêşî herî baş di sîstema Plotinus ya Upanişîyan de ye ku bi taybetî jî di felsefeya Şankara ya advaita de xwiya dike; ku di hinek beşên tesewifa Ibn erebî de jî ramaneke nêzîkê vê hatîye parastin. Di vê nêrînê de hebûna Xwedê ji hemî hebûna der e, ebedî ye, bêzeman û bêmekan e, hebûna mitleq e, tek rastî ye, rastîya cîhanê bi sînor e û hebûna wê jî ji ya Xwedê pêk hatîye. Ev têgeha tesewifê tê rexnekirin, çunkî ew merivî ji hisabê derdixe û wî mîna dilopek av yan jî libek sîlekan/xîz dibîne û wê sembolîze dike.

Di mistîka şexsî de pêwendîyên navbera Xwedê û merivan mîna pêwendîyên Aferîner û afirandî, xwedî/koladar û kole yan jî mîna yekî ku bigihîje dildara xwe ya pir bêrêkirî ye. Ev cûre mistîk/tesewif jî bêhtir rastî dema pêşketina wê tê. Serekê medreseya Bexdayê yê bênîqaş Cineydê Bexdayî (m. 910) jî sofîtîyê weha tarîf dike: ”Sofîtî ne îbadetkirin û rojîgirtin e, lê ew xalisiya rewan/rûh û camêrîya wî ye.”

Hinek Hevdemên Cineyd jî sofîtîyê weke ”Zahidî/çilekêşî/xelwenişînî û jêqerîna ji cîhanê û çikûzîyên wê” nîşan daye, li gorî wan sofîtî ne xwedîtîya tiştekî ye û ne jî malê xwedîyekî ye. Sofîtî, azadî, fedakarî û xwe bisînorkirin e”. Li gorî hinekan jî di dema pêşketinê de maneya sereke ya sofîtîyê ”derûnîkirina îslamê û jiyandina raza îslamê ya bingehîn e ku tewhîd e.” Li gorî mitesewifan destpêka sofîtîyê digihîje heya Mihemed Pêxember ku delîla xwe jî ji ayeta serê sûreyê 17an yê ”Esra bi ´Ebdihi leylen/- - -” û ilmê xeybê jî jê gihaye kurap û zavayê wî Îmamê Elî dû re di sedsala nehan de mitesewifan ji gelek hedîsên ku di nav yên ku bi fermî hatine civandin de nînin, jî sûd wergirtine.

Piştî van, fîlozofê mezin Xezalî (1058-1111) ku ekolekê di tesewifê de danîye çendî ku serê pêşî li ser rêbaza Îbn Sîna ya eflatûnîya nû demekê domandîye jî heya ku mamosteyê wî Ciwînîyê (m. 1085) serekê Medreseya nizamîye mirîye ku Hamid ketîye cihê wî û bûye berpisîyarê Medreseya Nîzamiye. Xezalî 5 salan serektîya Mederesê kiriye, lê dû re piştî kuştina Nîzam el-Milk ji hêla îsmaîlîyan/batinîyan ve û mirina mezinê wî Melikşah jî êdî wî hêdî hêdî dest ji dersdanê berdaye. Gava Xezalî dest ji dersdanê berdaye û vale maye di demeke kin de li ser pirsa hiş/aqil, zanîn û bawerîyê/yeqînîyê pê re hinek şik û guman peyda bûne. Di wê demê de ew nêzî çend mehan bêmane li derûdoran gerîyaye, lê di pey de ji nedî ve li gorî serpêhatîyên wî ji canibê Xwedê ve bawerî û ewleyiyek ketîye dilê wî û pê re jî hinek ramanên ji yên berê cuda ketine serê wî. Piştî hingê ew dijî eflatûnîya nû nêrînên Aristo, Farabî û Ibn Sîna û peyrewên wan derketîye, li ser hinek dîtinên wan ew rexne kirine ku bi taybetî jî ev ramanên wan dijî nessa Quran û Hedîsê dîtine: Afirandina gerdûnê Sîfatên Kirdigar/Sani´/Xwedê Ezelîtîya zanînê Zanîna Xwedê hew kullî ye Înkarkirina heşra cesedan/laşan Li gorî Xezalî divê her ferezîye û ramanên ku di felsefe, tesewif û kelamê de bêne danîn divê li gorî pîvanên nesa Quran û Hedîsên sehîh/rastîn bin.[60] Ji xwe Mela jî di honraweyeke xwe de vê yekê destnîşan dike: ´Aşiqê meselexwahî were em muftiyê ´işq în Destekî sunnet e tê da di yekî nessê kitab e

Ey dost ger tu evîndarekî pirsiyarîxwazê ser çaresiya gelş û zehmetiyên evînê û zanîna wê û arezûmendê diyarkirina rê û dirbên wê yên eseyî û rast î, were pirsên xwe ji min bike ku ez miftiyê vebuhtîkirî ji bo bersiva çareseriya gelşên evînê me. Çunkî di destekî min de hedîsên pêxember (e. s.) in û di yekî de jî deqên Qur`an û ayetên wê ne (ku ez di fitû û bersivên xwe de xwe didim ser wan).

Yek ji dijraberên Xezalî li ser rexneyên wî li fîlozofên berî xwe mîna Ibn Sîna û yên din Fexredîn Razî (1149-1209) ye ku di pirsa dijîtîya nessê de cewaba Xezalî dide, lê di biwara sidûrê de jî ew dijî nêrîna Ibn Sîna derdikeve ku di gelek warên din de jî pê re hemfikir e.

Herweha di vê navê de divê Ibn Tufeyl (m. 1185) û hemşerîyê wî Ibn Ruşdê Qurtubî Averroes (1126-1198) jî neyên jibîrkirin ku evê dawî rexne li Îbn Sîna û Eflatûnîyên Nû yên ereb digire. Li gorî wî Ibn Sîna û Eflatûnîyên Nû baş di ramanên Arîsto û Plato de negihane û ew bi şaşî mane kirine. Çendî ku wî bi xwe jî felsefeya rojava ya Aristoyî û Eflatûnîya nû parastîye û gelek berhem ji fîlozofên ewrûpî bi taybetî jî ji Aristoteles û Platon/Eflatûn wergerandine erebî.

Yek ji peyrewê rêbaza Ibn Sîna ya îşraqî Şihabedînê Suhrewerdî (1191) bû ku li Helebê bûye û navdarê bi Kuştîyê Şehîd e. Şemsedînê Şehrezûrî (m. 1281) ku gelek berhemên wî ji farisî wergerandîne, dîyar dike ku wî du hikmet: yê zewqî/xweşî û yê lêkolînî pêkve civandîye. Ew di dîtina xwe ya îşraqî de wacib ul-wicûdê diparêze û rexne li dîtina Ibn Sîna ya wicûd el-Wacibî dike. Bingehê felsefeya îşraqî ”zanîna nûrê/rohnîyê” ye ku gelek fîlozofên pêşî mîna Platon, Hermes, Empedeqlus, Phisagorus, Aristo û yên din li rojava û Camasif, Zerduşt û yên din li rojhilat parastine.

Di biwara evîna tesewifî de piştî Hellac û Ibn Sîna, yê ku berî serdema Mela ew bi awayekî bi rêkûpêk parastîye, Ibn Erebî ye ku evînê mercekî çêtirîn yê tesewifê dîtiye. Herweha ew di biwara wehdetê de jî li pey dîtina Xezalî çûye, lê dema ew bi evînê re jî gihandîye hingê rêbaza Wehdet el-wicûdê jî ku berê Hellac û Bestamî destnîşan kiribûn parastîye û weke bavê Wehedet el-Wicûdê hatîye dîtin. Herweha têgeha wî ya insanê kamil ku Xwedê ew di şeklê xwe de afirandîye, vedigere ser ramana Hellacê Mensûr ku dewreke sereke di xebata ser pêwendîyên Xwedê û merivan de digire. Li nik Ibn Erebî xwdayî û merivî ne du siruştîyên dijî hev in, lê belkî li nik mertebeya hebûnê ew du rûyên taybetmendî yên diyarbûnê ne. Lahûtî rûyê derûnî yê herhebûyî ye û nasûtî jî bergîdana rûyê zahirî yê hebûyî ye ku hadis/peydabûyî ye.

Divê li vê derê di biwara wehdet el-Wicûdê de li ser Baba Tahirê Uryan (935-1010) jî bê rawestan ku yek ji şair û mitesewifê Wehdet ul-Wicûd parêz yên pêşî ye. Ew li Hemedana rojhilatê Kurdistanê hatîye dinê û di serdema desthilatdarîya deylemî û ya kakewîyên pey wan de ku heya sala 435/1043an li Hemedanê hikim kiribûn, jîyaye. Wî helbestên xwe bi zaravayê lûrî û goranî nivîsîye ku tê de tesewifa Ehlê Heq/Yarsanî bikar anîye û wehdet el-Wicûdê parastîye û piştgirîya Hellacê Mensûr kirîye.

Çendî ku Hemedanî yek ji mitesewifên şair û wehdet el-wicûd parêz bû jî lê piştî wî, hê di dema Ibn Erebî de û bêhtir jî piştî wî serdema mitesewifên şair dest pê kirîye ku şairên mîna Ettar (m. 1229), Îbn Farid (m. 1235) û Celaledînê Îranî/Rûmî (m. 1273) û yên din dest pê kirine di şi´rên xwe de babetên xwedayî û mistika rehmanî honane.

Piştî van jî divê li ser heranîyê mezin î navdar Ibn Teymîye (1263-1327) jî bê rawestan ku yek ji rexnegirê fîlozof, mentiqî û kelamîyan bû. Li gorî wî wan bi minaqeşe û gutûbêjên xwe nikaribûye tiştekî sererast bikin û li ser ramanekê bibin yek. Ji ber vê jî wî hew bi ayatên Quranê girtîye û ji bo hemî tiştî ew pêşnîyaz kirine ku ger weha bê kirin hingê tu dijberî û cudahî dê nemîne.

Çendî ku hê di dawîya serdema zengîyan û destpêka ya eyûbîyan de jî avakirina xankahan dest pê kiribû û xankahên pêşî jî li Şamê ji hêla Nûredîn Mehmûd Zengî ve û li Misrê jî ji hêla Selahedînê Eyûbî ve hatibûn avakirin[68] jî lê piştî Ibn Erebî û heya radeyekê peyrewên wî yên mîna Konevî û yên din, êdî tesewif bi temamî ketîye xankah û dergahên terîqetê û vê jî bi terîqeta Qadirî ya Evdilqadirê Geylanî (m. 1166) dest pê kirîye ku di sedsala 9an de ji Hindê û Mexribê/Fasê hêdî hêdî ketibû nav civaka îslamê.

Herweha terîqeta Rufa´î ya Ehmed Rufa´î (1175), terîqta Neqşebendî ku li ser navê Behaedîn Nexşebendî (1318-1389)[69] belav bûye, lê danerê wê yê rastî Yûsuf Hemedanîyê (1140) kurd e ku jê gihaye şagirdê wî Abdulxaliqê Gujdewanî (m. 1189), lê dû re bi awayekî derbasî ser navê Nexşebendî bûye. Digel ya Ehmed Yesewîyê (1166) tirk yê xelîfeyê Yûsuf Hemedanîyê navbihurî ku hevdemê Gujdewanî bû û yên hêla Hind û Pakistanê yên mîna Ferxanîyê Hindî (m. 1235), Bextiyar Kakî/Kakeyî (m.1265), Ehrarîyê Neqşebendî (m. 1490) û gelekên din ku hejmara wan bi sedan in.

Piştî Îbn Teymiye û xirecira navbera fîlozof û kelamîyan ku sedsala 13em û 14em êdî giranî ketibû destê kelamîyan û felsefe û tesewifê cihê xwe ji terîqetê re hiştibû. Ji nav kelamîyên herdu sedsalên jorîn meriv dikare navên vanên jêrîn bide: Hafizidîn Nesefî (m. 1301 yan jî 1310), Ibn Xeldûnê (1332-1406) ku çendî li ser kelam û felsefê xebitîye jî lê hê bêhtir di nav koma tarîxnasan de bi navûdeng bûye, ´Adudedîn Îcî (m. 1355), Sa´dedîn Teftezanî (m. 1390) ku şerhek li ser kitêba Necmedîn Nesefî (m. 1142) ya eqîdeyê/kelamê nivîsîye. Ji bo sedsala 15an jî meriv dikare navên Senûsî (m. 1490), ed-Dewanî (m. 1501), Berqelî (m. 1573) ku hevdemê Mela ye, Siyelkûtî (m. 1657) û Bacûrî (m. 1860) bide.

Bêguman di nav mitesewifên şair de divê behsa kesên mîna Sadîyê Şîrazî (1184-1292), Hafizê Şîrazî (1325-1389-90), Camî (m. 1492) Fizûlî bike ku piştî wan jî êdî dor tê ser Melayê Cizîrî (1570-1640), Ehmedê Xanî (1650-1707), Feqiyê Teyran (1590-1660 yan jî 1563-1660), Bateyî (1417/1491 yan jî 1680-1760) û yên din. [71] Sembolên evînê di şi´rên şairên îranî de jî heman yên Mela ne, ji bilî Mem û Zînê

Piştî van ku êdî siyaset ketiye nav terîqetê, çendî ku ne şair be jî divê ji hêla terîqet û tesewifê ve Ehmed Sindîyê (1564-1624) navdarê bi Îmamê Rebanîyê nexşebendî ku xwe weke mucedidê hezarê duyem daye nasîn û ji dêla Wehdet el-wicûdê ve Wehdet eş-şihûdê pêşnîyaz kirîye, yekî girîng e di terîqetê de. Ew hevdemê Melayê Cizîrî bûye û ji bo Wehdeta Wicûdê rexne li Îbn Erebî girtîye. Herweha Ekberî (1556-1605) jî ku hemdemê wî bûye nêzî du sed sal dû re jî Mewlana Xalidê Şehrezorî yê Zilcenaheyn ku hem terîqata Qadirî û hem jî ya Neqşebendî temsîl dikir weke micedidê sedsala 18emîn hatîye dîtin.

Çavkanî[biguherîne]