Diranê mirov

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dev û diranên mirov

Diran, didan (bi îngilîzî: tooth) endamekî ji boy herisa mekanîk e. Jêkirin, gezkirin, cûtin, hêrandin û perçekirina xurekan bi navbeynkariya diranan pêk tê. Herwisa ji boy peyivînê jî pêdivî bi diranan heye.

Gava dergûş ji dayikê dibe bê diran e. 6 meh paşê zayînê diranên dergûşê derdikeve. Hemû diranên zarokê careke de dernakevin. Gava zarok gihîşt 12 mehî êdî 20 diran di devê wî de hene[1]. Ev diran wekî diranên şîrî tê binavkirin[2]. Hetanê 10-12 saliya zarokê ev diranên şîrî erka herisînê û peyvînê pêk tînînin. Paşê diranên şîrî beş bi beş dileqin û diweşin, îcar diranên nû derdikevin. Di devê mirovên têgihîştî de 32 diranên mayinde heye, lê hin caran dibe ku diranên kursî yên sêyem (diranê jîrî, diranê aqilî) dernekeve mirov bi 28 diranên mayînde bin[3]. Li gor erk û şêweyê xwe, diran çar cure ne[1][4]: diranên pêşî (diranên birrê) (heşt heb), diranên qîl (çar heb), diranên pêşkursî (heşt heb) û diranên kursî (12 heb)[3] .

Anatomiya diran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Anatomiya diranên mirov
Pêkhateya diranê mirov

Diranê mirov ji sê beşên sereke pêk tê; Taca diran, stûyê diran, koka diran[3]. Beşa ji pidiya diran dirjê derva dibe, wekî taca diran bi nav dibe. Her diranek 1-3 kok lixwe digire. Koka diran di nav hestiyê çenê de çikilandî ye[2]. Di navbera kok û taca diran de stûyê diran heye. Stûyê diran bi pidî dorpêçî ye. Li ser ruyê taca diran û jorînê stuyê diran de çînek req heye navê vî çînê mîna ye. Mîna ji hestî reqtir e[3]. Diran rengê xwe yên sipîçîlê ji çîna mînayê digirin. Di binê mînayê de çîna ac heye. Piraniya pêkhateya diran ji acê pêk tê. Ac bi qasî hestî req e. Koka diran û stû bi çînek bestereşane ve dorpêçî ye. Ev çîna bestereşane wekî çîmento tê navkirin[1]. Çîna çîmento ji bestereşaneya req çêbûyî ye, taca diran di nav hestiyê çenê de zexm dike û nahêle bileqe. Di binê çîna acê de valahiyek bi navê kirok heye. Kirok li gel bestereşaneya nerm, bi lûleyên xwînê, lûleyên lîmfê û rîşalên demar ve tijî ye[3][1]. Kirok ber bi koka diran ve dirêj dibe, ev der wekî coga diran bi nav dibe[2]. Heke mîna diran biderize, di cihê derizî de bakterî û perçeyên xurek berhev dibe, ev rewş dibe sedema kunbûna çîna mînayê. Heke çîna mîna kun bibe, diran tûşî reşbûn û kilorbûnê dibe[2].

Diransazî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Diranê mirov
Diranên mirovekî mest
Pergehek grafîk bi sê dûrahî hindirê devê mirov ku diranên gihiştî xuya dike
Latînî dentes
SnMB Diran
Kod Şablon:TerminologiaAnatomica
Dorlands/Elsevier Diran

Zanista ku pirsgirêkên êş û nesaxiyên diranan çare ji re bibîne û derman bike ew diransazî ye. Diransazî zanist û hunerke kevnare ku nexweşiyên dev û diranan lêkolîn dike bi riyê diransaz yan textorê diranan (D.D.S) ku derdorî 5-6 salan li zanistanê li fakulteyê diransazî dixwîne. Beşên vê zanistê gelekin wek: diransaziya zarokan, zanista nexweşiyên pidû, bijîşkiya devkî, dirankarî yan teknîkên çêkirina diranan, diranserastkirin, dermankirina kakil, împlantojî yan dirançandinkarî û tendirustiya dev û diranan.

Nexweşiyên dirên[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexweşiyên diranan geleke wek kirmîbûn, kulbûna kirok, êşêngê diranan, hestokî dirên û pir nexweşiyên din.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  2. ^ a b c d OpenStax Biology. 2013. [1]
  3. ^ a b c d e Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  4. ^ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: diran – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir