Genimkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Genimkî, girgirkî, çirgildî cureyek ji xingalên kurdî ye. Pirranî êla Sînemiliyan, kurdên Deryaya Navîn, kurdên Gurgum û herêmên din ên Tolhildanê dizanin. Li rojhilatê Kurdistanê jî genimkî heye. Li herêmên Kurdistanê bi navên cuda tê binavkirin.

Genimkî herwiha xwarineke quşxaneyî ye jî. Ango mirov çawa bixwaze wisa dixwe. Genimkiyê gelên cîran jî dizanin. Li Kafkasyayê jî tê xwarin. Tirk pirr nizanin, lê qefqasiyên Tirkiyeyê vê xwarinê çêdikin. Di pêjgeha gurcî de herwiha cihê xwe digire.

Taybetiya vê xingalê[biguherîne]

Xingal tên girgirandin lê devê wan nayên kîpkirin. Wisa çêdikin ku dişibe hebên genimê. Bi texmîni navê xwe ji wir digire.

Terîfeyeke genimkiyê[biguherîne]

Mantî yan xingalên xwe ku ji pelhevîrkê tên çêkirin, di dirûvê genimê de amade bikin. Ango dirûvên wan bişibînin genim an kelekê. Ev ji bo têkelên din ên xwarinê baş tehma xwe bidin nava xingalan e.

Di quşxaneyekê de mirîşkê bixaşînin. Mirîşka we keliya jê derînin, bila ava wê bimîne. Xingalên xwe berdin nava ava mirîşkê bikelînin. Kelîn bidawî bû, bidarivînin an wekî şorbeyê bihêlin.

Sîra kutayî, sirke, îsota tûj (îsota pûlpelî) tevlî bikin. Dikarin goştê mirîşkê jî li binikên xwarinê belav bikin an cuda bixwin.