Giyajehrk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Giyajehrk bi şaşî bi zirgêjnokê ve tê tevlîhevkirin
Ji 2 m'yê bilindtir jî hene
Conium maculatum

Giyajehrk, zirgêjnok (conium maculatum) ji famîleya bexdenûsan (Apiaceae) riwekek e. Gelek cureyên vê riwekê hene. Di zimanê kurdî ji zirgejnok ji giyajehrka aviyan re (cicuta virosa) tê gotin. Lê ji ber ku li herêmên Kurdistanê cureyên cuda digihên, bi giyajehrkê re tê tevlîhevkirin. Di ferhengên kurdî de wekî hevwate hatine tomarkirin lê ev ne rast e. Heya niha zimanzanên kurd xebatekê birêkûpêk û zanistî li ser floraya Kurdistanê nekirine.

Di bijîşkiyê de, dijî êşa siyatîk, epîlepsî (adir, fê, adiroyî), tregemînal nevraljî, tetanos û spazman tê bikaranîn. Lu Ewropa, bakurê Afrîkayê û gelek deverên Asyayê digihê. Li Kurdistanê bi taybetî li herêma Xerzanê tê dîtin. Bejna wê 80-200 cm bilind dibe. Hin cureyên wê hene bilindtir jî dibin.

Kerr û lal dike[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di wêjeya devkî ya kurd de bo giyajehrkê dibêjin "kerr û lal dike". Bi rastî jî wisa ye, jehra wê beriya beriyê bandora xwe li sîstema tûreyê dike, ziyanê dide fonksiyona axavtin, bihîstinê. Herwiha kê xwar nikare tiştekê daqultîne, ziyanê dide vê fonksiyonê jî.

Sê cinsên wê yên sereke hene: